Firat Cewerî : Arjen Arî

KurdiYazarlar

Di hemû kultur û hemû deman de behsa demên bihurî û xweşbûna demên bihurî tê kirin. Ji ber ku bîranînên mirov bi demên bihurî re hene. Zarokatî û xortaniya mirov di demên bihurî de dimînin, ew dem jî zaroktî û xortaniya mirov bi xwe re dibin û dibuhurin. Ya ku mirov li dû ye, ji demên bihurî wêdetir, di eslê xwe de zaroktî û xortanî ye.

Ew zaroktî û xortaniya spehî ye, ya ku bi hemû spehîtiya xwe bi demê re bihuriye û çûye. Di destê mirov de, di neynika hember de, porê spî, rûyê qermiçî, pişta tewiyayî û êş û elemên laş ên nediyar mane. 

Gava ez li demên bihurî digerim, xortaniya min bi destê min digire û min dibe Nisêbîna salên heftêyî. Hebûna stasyona trênê, pira Alman ya ku trêna reş wek marekî li ser diçerixî û dixaneke spî bi ser xwe dixist, çemê wê yê mezin ku bajar dikir du beş û ber bi binxetê ve diherikî, dar û berên wê, sînemayên wê ên sergirtî û servekirî, mirovên wê ên bajarî, keç û jinên wê ên medenî û spehî, kozmopolîtbûna wê û toleransa wê, Nisêbîn wek bajarekî hevdem di dilê min de bi cih kiribû.

Ez bi zaroktiya xwe li vî bajarî tevdigeriyam, ez li vî bajarî bûm naşî û derbasî xortaniya xwe bûm. Ez di çemê vî bajarî de fêrî avjeniyê bûm, min li vî bajarî xwe fêrî ajotina bisiklêtê kir, cara pêşî min li vî bajarî bi kelecenake mezin keçikek maçî kir. Min herî pir li vî bajarî slogan li ser dîwaran nivîsandin. Herweha min li vî bajarî ji nişkê ve qelem di destê xwe de dît û bi kurdî helbest lêkirin.

Salan xwe gihand 76an. Min û Arjen Arî hingî hevdu li Nisêbînê nas kir. Piştî saleke din êdî em bûn agir û pêtî. Me digot em ê tavilê şoreşê bikin, rewşa xwe biguherin û bibin dîkên ser sergoyên xwe. 

Em bûbûn wek misyoneran, em bi şev û roj dixebitîn. Me bi rojan propogandaya hişyarbûnê ji xelkê re dikir, em bi şevan jî bi satilên boyaxê li kuçe û kolanên bajêr digeriyan û me xaniyên xelkê ên spehî di sloganên xwe ên çeloxwarî de dihiştin. 

Hingî dema rêkxistinan bû. Ez û Arjen jî di rêkxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lîteratura Marksîzmê bûbûn û me qirik li hev diqetand. Em ji wê derbasî xwendina şaîrên şoreşger, çep û serîhildêr bûn. Ji bilî Nazim Hîkmet û Ahmet Arifê ku me bi şev û roj dixwend, em bi ser Mayakovskî, Neruda û Lorca jî ve bûbûn. Bi taybetî jî bi serkêşiya Mayakovskî tevgera futurîstên ûris tesîreke mezin li me dikir. 

Di vê navê de me li Nisêbînê komeleyeke bi navê Komeleya Xortên Şoreşger ên demokrat vekiribû. Ez, Arjen Arî û Ekrem Kut ji bo komîteya karger ya komeleyê hatibûn hilbijartin. Piştî demekê Ekrem ji Nisêbînê koç kir, birêvebirina komelê di destên min û Arjen de ma. Di wê navê de qelem û kaxez ji ba Arjen kêm nedibû û ha ha şiîr dinivîsandin. Di kurdî de bûbû rengekî din ê Ahmet Arif. Ji xwe re defterek girtibû û deftera xwe dagirtibû. Arjenê diltenik, dil jî girtibû. Lê dildara wî li aliyê xetê ê din bû, li pişt têlan, li Qamîşlokê bû. 

Rojekê helbesteke xwe ji min re xwend, beşek ji wê helbestê hê jî di bîra min de ye: 

Ez bibêjim lê, wê deng bê te

Lê ev têl, ev mayin, ev leşkerên rom

Ne dihêlin bang bikim, ne jî dihêlin bêm.

Di dawiya salên heftêyan de haziriya derxistina kovara Tîrêjê dihat kirin. Min helbestên Arjen Arî û karîkatorên Niyazi Yıldırım, (navê wî ê hunermendiyê Çep bû) birin Diyarbekirê û teslîmî hevalên Diyarbekirê kir. Piştî demekê, êdî Arjen Arî herfên xwe ên reş li ser kaxeza spî dîtibû, şûr simêlê wê nedibirî. Êdî şaîr bû, helbestên wî hatibûn weşandin û wê di riya xwe de dewam bikira. 

Piştî cûntaya 12 îlona 1980 û heta salên 1990î jî Arjen Arî bêdeng mabû. Helbestên ku dinivîsandin jî di tûrikê xwe de hiltanîn, an jî kêm dinivîsand. Gava min di sala 1992an de dest bi weşana Nûdemê kir, min li deriyê Arjen Arî jî xist. Heta hingî jî navê wî ne Arjen Arî bû. Ez dibêjim cara pêşî wî ew nav di Nûdemê de bi kar anî. Heke ne cara pêşî be jî wî herî pir ew nav di Nûdemê de bi kar anî û bi Nûdemê navê Arjen Arî belav bû. 

Arjen Arî diltenik bû, zû evîndar dibû; yanî şaîr bû. Arjen jîr bû, kursiya xwe dadigirt. Arjen şên bû, bi dora xwe re xweş dikir. Arjen ne mirovekî tengijî û dexsokekî jirêderketî bû; henekçî û sohbetxweş bû. Zarê Arjen şêrîn bû, kes jê aciz nedibû. Arjen jixwehez bû, kincekî xweşik li ku hebûya wî ê li xwe bikira, pêlavên wî ne wek ên her kesî bûn. Arjen ferqa nifşan rakiribû, bûbû îdolê xortan. Dilê Arjen hertim xort bû. Arjen jî wek Mehmed Uzun û Mahmud Baksî bîra mirina her kesî dibir, lê bîra mirina xwe nedibir. 

Nizanim, ez dikim nakim devê min nagere ku ez bibêjim Arjen miriye… Arjen Arî ye…

 

İlginizi Çekebilir

Müslüm Yücel: Mele Selim’in romanı; Dideban 
Temel Demirer: Kavgadan Beslenip; Onu Çoğaltan Şiirin Şairi: Adnan Yücel

Öne Çıkanlar