Fransa, Almanya û Brîtanya, Îranê şermezar kirîn

Kurdi

Fransa, Almanya û Brîtanya bi daxuyanîyeke hevbeş Îran şermezar kir ku ser pêşvebirina bernameya xwe ya navokî gavan davêje.

Her sê dewletan di daxuyanîya hevbeş de peymana sala 2015’an bir bîr xist ku bi Îranê re ser bernameya navokî hatibû îmza kirin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Îran li kargeha Natanêz bi dehan santrîfujan dixebitîne û dîyar dike ku ewê li kargehên Fordow û Natanzê bi hezaran santrîfujên bixebitîne ku ew kiryar ser pûçkirina peymana sala 2015’an gavên nû ne.

‘’Ev biryar ser pêşvebirina bernameya navokî ya Îranê ye ku rîska wê yên mezin hene. Bi taybetî biryara Îranê ya ser firehkirina karên li kargeha Fordow ya li binê erdê fikaran çêdike.’’

Wan dewletan dîyar kir kir divê Îranê li gor peymanên ser çekên navokî tevbigere û gavên wisa neavêje.

/Jêder: voa kurdi/

İlginizi Çekebilir

Ukrayna Barış Zirvesi: 2. günde gündem nükleer güvenlik
İsrail ordusu Gazze’nin güneyinde artık gündüz operasyon yapmayacak

Öne Çıkanlar