Girtiyê Kurd piştî 30 salan hat berdan

Kurdi

 Girtiyê Kurd ê siyasî Mehmet Ayçîçek piştî 30 salan ji girtîgejêhê hat berdan.

Girtiyê Kurd Mehmet Ayçîçek sala 1994an li navçeya Elbîstanê ya Mereşê hatibû desteserkirin û bi cezayê heta heta yê girtîgehê hatibû cezakirin.

Ayçîçek di 30 salên zindanîbûna xwe de li girtîgehên cûda yên wekî Mereş, Yozgat û  Edenê ma.

Salek berî temambûna cezayê wî ew sirgunê girtîgeha Dumlu ya Erziromê hat kirin.

Mehmet Ayçîçek îro cezayê xwe temamkir û ji wê girtîgehê derket.

Ayçîçek li pêşiya girtîgehê  ji aliyê aliyê rêveberiya DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û malabata wî ve bi gul û tîlîyan hat pêşwazîkirin.

Mehmet Ayçîçek piştre li gel malbata xwe ber bi parêzgeha Dîlokê bi rê ket.

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan dîmenên pêşwazîkirina li Mehmet Ayçîçek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belavkirin û got:

“Tu bi xêr hatî Mehmet Ayçîçek. Girtiyê siyasî Mehmet Ayçîçek piştî 30 sal ji zîndaniyê îro hat berdan. Her bijî.”

 

/rd/

İlginizi Çekebilir

Cumartesi Annesi İkbal Eren bin haftadır adalet arıyor
Ermenistan 4 köyü Azerbaycan’a iade etti

Öne Çıkanlar