Gotibû ‘Dê min bikujin’: Xebera mirina wî hat

Kurdi

 Ji malbata Adnan Karayîgîtê girtî re hat gotin ku wî xwe kuştiye lê wî berê gotibû ku wî bi kuştinê tehdîd dikin.

Adnan Karayîgît li Girtîgeha Syê ya Îdirê girtî bû.

Rayedarên girtîgehê doh telefonî malabata wî kiriye û gotiye ku Adnan xwe kuştiye.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser bûyerê postek belav kir.

Li gorî agahiyên ku Yilmaz Hun dane, Adnan Karayîgît beriya niha bi hefteyekê bi birayê xwe axiviye û jê re gotiye, “Min tehdîd dikin ku dê min bikujin.”

Yilmaz Hun amaje pê kir, ji malbata wî re hatiye gotin ku wî xwe kuştiye.

Parlamenterê DEM Partiyê diyar kir ku li Girtîgeha Îdirê di nava 3 salan de 5 kesan xwe kuştiye û ji Wezareta Dadê pirsî:

“Çima pirsên me û pêşniyarên me yên lêkolînê nayên bersivandin?”

/rd/

İlginizi Çekebilir

Biden’ın danışmanları Hizbullah’la çatışmaların sonlandırılması için İsrail’e gidecek
DEM Parti Sözcüsü Doğan: İrade gasbına seyirci kalınmamalı

Öne Çıkanlar