Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump bi şêweyê siyaseta xwe ya popûlîst tevahiya mirovahê xistibû bin bandora tirsê û hestekî ‘bêewlehiyê’ li seranserê cîhanê belav kiribû. Di siyaseta Trumpî de mijarên mîna mafên mirovan û aramiya cîhanê zêde nedihatin rojevê û jixwe wî jî zêde bahsa wan nedikir.
Bi demogojî û pozbilindiyê wekî mayineke beredayî, ê kengê di kê de biteqe, nediyar; piraniya siyaset, dîplomasî û saziyên navnetewî bêwate û bêbandor kiribû. Di dema Trumpî de rêveberên popûlîst (piranî jî rasîst-nijadperest), ji Tirkiyê bigire heta Macarîstan û Polonyayê û li Amerîkaya Latînî dengê xwe hê bilindtir kiribûn.
Joe Biden li hemberî Trumpî, bi mesajên aştî, mafên mirovan, pêşxistina aramiya cîhanê û parastina xwezayê hate hilbijartin û bi hilbijartina wî re libendêmayîneke ji bo bidawîhatina şeran û aramiya cîhanê xwe dabû der. Lê mixabin di serdema wî de biçekbûn û biçekkirina an jî kirrîn û firotina çekan a dewletan hê zêdetir bû.
Êdî wer xuya ye, ku armanca sereke ya Amerîkayê ya di bin serokatiya Joe Bidenî de ne restorasyona dîplomasiya navnetewî ya gorî hiqûqeke mirovî û aramiya cîhanê ye; berovajî vê yekê, restorasyona navgîna şer a navdewletî NATOyê ye.
Ji meha sibatê vir ve, bi êrîşkariya Rûsya ya li dijî Ûkranînê ve êdî raya giştî ya cîhanê bahsa şerê sêyemîn şerê cîhanê dike. Ev şer ji bo her dewletî, bi taybetî jî ji bo dewletên rojavayî, bu wek firsendekî bipêşxistina hê zêdetir biçekbûn û çekfirotinê.
Yekîtiya Ewropayê ya ku ji hêla leşkerî ve tim di bin bandora Amerîka û Îngîltereyê de dimîne, di salên vê dawiyê de ji bo avakirina arteşa xwe ya taybet gavên berbiçav diavêje. ‘Pisûlaya Stratejîk’ ji hêla rayedarên Yekîtiya Ewropayê ve hate pesend kirin. Bi vê gavê ve, Yekîtiya Ewropayê ya ku wekî organîzasyoneke ‘sivîl’ a ku bi mafên mirovan û demokrasiyê derdikete pêş, dixwaze heta sala 2025an bibe wek hêzeke leşkerî a bibandor.
Almanyaya ku piştî şerê duyemîn ê cîhanê di şer û pevçûnên li seranserê cîhanê de zêde dengê xwe bilind nedikir û di bin siya Amerîkayê de dima, niha bahsa mîladekî û destpêka demeke nû (Zeitwende) dike û ji bo restorasyona arteşa xwe 100 mîlyar euro amade kiriye. Partiya Keskan (Die Gruene) a ku bi mesajên li ser aştî, mafên mirovan û parastina xwezayê mohra xwe li rojevê dida, îro endamê hikûmetê ye û di derbarê şerê li Ûkraynayê Şansolye Olaf Scholzî (SPD) bi pasîfîzmê tewanbar dike û ji bo angajebûna vî şerî pêşengiyê dike.
Herwiha li Almanyayê hinek rewşenbîr û aştîxwazên ku bang li hikûmetê kirin, ku bi çekşandinê şerê li Ûkraynayê hê gurtir nekin, rastî êrîşên tûj ên siyasetmedaran tên.
Swêd û Fînland, ku di diplomasiya navdewletî de wekî dewletên bêalî tên naskirin jî, li hemberî tehdîdên Rûsyayê, bahsa tevlîbûna rêxistina NATOyê dikin. Tê gotin, ku di derbarê tevlîbûna NATOyê de Fînland ê biryara xwe di 12ê gulanê de bide. Swîsre jî bi tevlîbûna helwesta dewletên rojavayî a li dijî Rûsyayê ve statû û tradîsyona xwe yê ‘bêalî’manê wenda kir.
Helbet di vê serdema ku dengê çekan û ê şerxwazan pir bilind derdikeve de, dengê aştîxwaz û kes û komên li dijî siyaseta şer tê birrîn. Xelk an jî kom û civatên aştixwaz bi tu awayî nikanin bandorê li biryarên biçekbûn, biçekkirin û tevlîbûna şer a desthilatdarên dewletên xwe bikin. Wekî ku her kes mecbûre piştgiriyê bide siyaseta şer û gurkirina şerê desthilatdaran. Êş û xwîna însanan jî wekî tiştên firotinê di bazara çekan de bi awayekî dijexlakî tê bikaranîn…
Şerê Rûsya ê li dijî Ûkraynayê (an jî NATOyê) ji hêla hêzên mezin û ên herêmî ve wekî firsendekî biçekbûn û biçekkirinê û helbet ji bo êrîşbirina ser xelk û komên mazlûm ên ku doza azadî û aramiya xwe dikin, tê pêşwazîkirin.
Tirkiye û ev çend roj in jî Iraq li başûr û rojavayê Kurdistanê li dijî kurdan dîsa di nava êrîşê de ne. Him jî bi alîkariya ew dewletên ku qaşo ji bo ‘parastina xelkê ûkraînî’ li Ûkraynayê bazara çekan gurr dikin ve.
Mixabin dîsa bazara çekan bi êş û xwîna gelan gurr dibe; bi taybetî jî bi a kurdan…