Piştî hilbijartinên li Tirkiyê rewşa opozîsyonê, bi taybetî jî rewşa kurdan di nava toz û dûmanê de ye. Hêvîya guherîna rejîma zordest tirkperest-îslamîst bi aşkerekirina encamên hilbijartinan, ên ku bi dek û dolaban hatibûn duristkirin, ji nişkave berhewa bû. Li aliyê tirkî belavelebûneke kûr a wendakirinê li dar e. Lê mixabin rewşa kurdan ji a tirkan hê xirabtir e…
Hikûmeta nû ya Erdoganî, bênavber ji her hêlan ve hem li hundir û hem jî li derve dîsa kurd kirine hedefa êrîşên xwe. Bi hevkarên xwe yên cîhadîst li seranserê Rojava li dijî kurdan êrîş gorî beriya hilbijartinê hê zêdetir bûne. Rejîma tirk ne tenê li Rojava, herwiha li Başûr jî, kurdan rihet nahêle. Rêxistina îstixbarata Tirkiyê (MÎT) herî dawî li Silêmaniyê karkerekî din î bi navê Hûseyîn Arasan da kuştin.
Li bakurê Kurdistanê êrîşên dewletê wekî kampanyayekê bi awayekî berfireh her berdewam in. Piştî hilbijartinan di nava du heftiyên vê dawiyê de li gelek bajar û navçeyên Bakur bi sedan kes hatin binçavkirin û girtin. Hevserokên Şaredariya Patnosê Mûşerref Geçer û Emrah Kiliç hatin girtin. Zulma li girtiyan her berdewam e. Girtiyên ji cezayê lê hatiye birrîn zêdetir di zindanê de ne, nayên berdan. Ligel girtina endam û çalakvanên HDPê, di qadê civakî de jî kurd jiyana kurdan û a kurdewar her di bir êrîşê de ye. Li Ruhayê zarokekî 12 salî Abdulbakî Dakak ê ku malbata wî bi darê zorê şandiye kursa Quranê wekî bi darvekirî û mirî hate dîtin. Di kursa Quranê de çi anîne serê wî hê nehat aşkerekirin.
Di vê navberê de, bûyerek li Bismila Amedê qewimî, ku civaka kurd tev pê şokî bû. Ji ber meseleyeke bêwate a zevîyekî du malbatên, ku merivên hevdu ne, bi tifingan pev çûne û ji hev 9 kes kuştine. Heyf, ku çi heyf e!..
Civaka kurd, civakbûna kurdî û kurdewarî ji her hêlan ve di bin êrîşên Tirkiyê de ne!
Li Başûr jî ji ber hewildanên hikûmeta Tirk û helwestên kes û komên kurd ên ku xwe wek rêveber û ‘serok’ didin nasandin, ne rêveberiyeke rêk û pêk ava dibe, ne jî civakbûneke nûjen. Rêveberiya başûrê Kurdistanê siyaseteke wekî ku ew kolonîyeke dewleta tirk in, bi rêve dibin. Tirkiye ne tenê siyaseta kurdî, herwiha jiyana kurdî a li Başûr jî hildiweşîne û Îran, Sûriye û hevkarên wê ên navdewletî jî bi her awayî alîkariya vê siyasetê dikin…
Li hemberî ev rewşa kaotîk a ku civakê bêhêvî û bêmotîvasyon dihêle, mirov guh û çavê xwe badide siyaseta kurdî. HDP û Partiya Kesk a Çep (YSP) ji dora sê hefteyê vir de di civînan de ne. Çapemeniya kurdî her roj bahsa civînên wan dike. Lê xeynî nûçeyên civînan, tu gotin û daxuyaniyeke ku hewayê bi mij belav bike û civakê îkna bike, nayê bîhistin.
Êdî wekî kevneşopekê bûye; siyaseta kurdî hem hêviya gel bi xwe ve girê dide û hem jî di derbarê pirsgirêkên tên jîyîn de îzahateke ku meriv pê îkna bibe, nake. Ne HDP di siyaseta Tirkiyê de wekî aktorekî bibandor rolekî dilîze, ne jî DBP (Partiya Demokratîk a Herêman) li bakurê Kurdistanê ji bo parastin û zindîhiştina jiyana kurdewar kane tiştekî bike. Di pevajoya hilbijartina dawî de jî careke din aşkere bû, ku giraniya siyaseta kurdî a li Bakur li şûna Amedê li Ankarayê bicî bûye û rengê wê yê kurdî jî hê zêdetir çilmisî û bêbandor bûye…
Li hember pêşketinên civakî ên ku di qalib, gotin û hişmendiyê de tiştekî nû nebêjin û nekin; xwe di siloganên xwe yên kevin de ase bikin û tenê li derdora xwe çerx bibin; wer xuya ye ku ên di dest de jî ê ji dest biçin. Û encam jî; zarokên 12 salî ê di kursê Quranê de bên li darvekirin û ji bo zêvîyekî du malbat ê 9 kesan ji hevdu bikujin… Û bêdengiyeke xemder…