Li ser damezrandina dewleta Tirk re sed sal derbas bûye, lê hê jî dewlet xwe ji hêla nasnameya Tirkî-sûnî ya îslamî ve di nava ewlehiyê de nabîne.
Xwediyên dewletê bi kompleksekî xwebiçûkdîtinê helwest li hemberî mîrate û nirxên xelkan nîşan didin û hê jî nasname û nirxên xelkên din ji hebûna xwe re wek xetere pêşwazî dikin.
Çi avahiyên mîrate ên qedîm, çi xweza û çi zindiyên ku wek pîrozî tên qebûlkirin û bûne parçeyekî kultura xelkan û erdnîgariyê, hemû dibin hedefa dewletê. Hişmendiyeke tirsonek û bixwenebawer li dar e.
Di nava hefteya çûyî de Heskîf, pezkoviyên Dêrsimê û Dêra Hagia Sophiya (Ayasofya) a piştî ku Stenbol kete destê Osmaniyan (1453) wek mizgeftê hatiye veguhertin, bûn wek mijarên sereke yên rojeva siyasetî ya Tirkiyê .
Dîmenên dawîn ên Heskîfa 12 hezar salî ya di bin beton û avê de hatiye fetisandin, dilşewitand. Paşê destûrdana wezareta Tirk a ji bo kuştina pezkoviyên ku wek sembolên pîroz ên kultura Kurdan in kete rojevê.
Di dawiya hefteyê de jî hikûmeta Tirk bi derxistina qanûnekê ku pêşiya jinûve bikaranîna wekî mizgeftekê ya Ayasofyayê vekir û ev hewildan mîna serkeftineke li dijî cîhanê hate nîşandan û li hundir jî wekî cejnekê bû amûrê siyasetê.
Hagia Sophiya (Ayasofya) bi eslê xwe dêreke xirîstiyanan e û beriya îslamê hatiye avakirin (p.z. 532). Piştî ku Stenbol di sala 1453yan dikeve destê Osmaniyan, wek semboleke serkeftina Osmaniyên îslamî ya li dijî Bîzans a xirîstiyan tê watedarkirin û statûyê wê wek mizgeftê tê veguhertin.
Piştî 1934an bi qanûnekê statûyê wê dibe mûze. Lê bi taybetî jî ji hêla hikûmetên rastgir ve tim di têkilî û dîplomasiya bi cîhana rojava re wek amûreke siyasî tê bikaranîn. Hikûmeta AKP-MHPê ya Tirkî-îslamîst jî wek hewildana dawî cardin statûyê wê veguhert mizgeftê…
Serdestên Tirk wekî ku di dîrokê de tim wer kirine, hê jî ne ku bi avakirina medeniyetekê, lê bi xerakirin û hilweşandina medeniyetên xelkan dîroka xwe dinivîsin û xirabiyê him li Tirkan û him jî li xelkên din ên qedîm û li mirovahiyê dikin.
Helbet çi kes, çi xelk û çi desthilatdariyeke bi hêz û bingehsaxlem xwe hewceyî pratîkên wisa erzan û dijînsanî nabîne. Ev hewildanana ji ber tirs û bixwenebawerbûneke mezin e.
Ji ber ku tu perspektîf û feraseteke wan a ku ji bo aştî, aramî û demokrasiyê bikarbînin tune ye, bi sîyasîkirina nirxên dînî û etnîkî ve him lewaziya xwe vedişêrin û him jî civakê ditirsînin û bêdeng dikin.
Wekî di çend salên vê dawiyê de gelek caran bûbû rojev; heman pratîkê ne tenê di nava sînorên siyasî ên Tirkiyê de, herwiha li rojavayê Kurdistanê jî bi rê ve dibin. Li Efrîn, Girê Spî û deverên din ên ku dagir kirine, mîrateyên Kurdan hildiweşînin û jiholê radikin û li şûna wan bi darê zorê nirx û sembolên Tirkî û Tirkbûnê bicî dikin.
Çawa ku di sed salan de hikûmetên Tirk gişt bi hemû zordestiyê, bi heman polîtîkaya qirkirin û asîmîlasyonê nekanîn mîrate û nirxên qedîm ên Kurdistan û Mezopotamyayê bi giştî jiholê rakin û bi sembol û nirxên nasnameya Tirkî-îslamî ve asîmîle bikin, ji îro şûnde jî nikanin vê yekê pêkbînin.
Belkî pûç û lewaz bikin, xera bikin, zirarê bidinê, lê bi giştî nikanin wan mîrate û nirxan û bandora wan a di hişmendiya Kurdan de bicî bûye, tune bikin…
Bi sembol û nivîsên mezin ên Erebî ve dagirtina wêne û sembolên xiristiyaniyê Ayasofya jî nabe mizgeftekê, nabe mîrateyeke Tirkî-îslamî. Ev tenê acizî û neçariya wan îfade dike.
Di vî serdem û çaxî de bi xeyalên Osmanî, dagirkirina axa Kurdistanê, hilweşandina mîrate û nirxên Kurdî û kurdewar û ên xelkên din, talankirin û zirardana xwezaya Kurdistanê wekî nîşaneyên tirs û lewaziya rejîma Tirkî û krîza Tirkbûnê xuya dikin…