Ji ber ku helwest û siyaseteke netewî nayê bipêşxistin, dîmena giştî ya siyasî û civakî ya li başûr, rojava û bakurê Kurdistanê mirov di nava xem û gumanê de dihêle. Ji ber vê yekê tim pratîkên dewletên serdest rojeva Kurdan jî dadigire. Kurd di çeperê siyaseta dewletên dagirker de ase dimînin…
Êdî pir aşkere bûye; ku gotinên rayedarên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê yên wekî “sedema dagirkirana qadeke mezin a başûrê Kurdistanê ji ber hebûna gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) e“ gotineke pûç e. Raya giştî ya Kurdî bi giştî di wê zanebûn û baweriyê de ye ku dewleta Tirk jiholêrakirina hebûna Kurdan û kurdayetiyê wekî siyaseta xwe ya sereke bi rê ve dibe.
Li Bakur, Rojava, Rojhilat û herwiha li Başûr jî di her pratîka xwe de vê armancê dişopîne. Di dîplomasiya navnetewî de jî êrîş û helwestên Tirkiyê wer tên nirxandin.
Tirkiyê ne tenê li Bakur û Rojava, li Başûr jî çiya, gund û deştan bombebaran dike, insanan dikuje, gundan vala dike…
Îro tu Kurd naxwaze li başûrê Kurdistanê destê Kurdan lewaz be, nearamî û alozî lê hebe û di rêveberiyê de belaveleyî hebe. Çavê tevahiya Kurdan li ser pêşketinên li başûrê Kurdistanê ye û aramiya li wir ê dilê her Kurdî şa bike. Yanî Kurdên ji her çar parçeyî bi çavekî giştî û Kurdistanî li bûyer û pêşketinên li başûrê Kurdistanê mêze dikin û dixwazin siyaset û dîplomasiya partî û rêveberiya Başûr jî gorî dil û hêviya her Kurdî û Kurdistanî be.
Beriya her kesî, divê rêveberiya Başûr pêşengiya yekîtiya netewî bike û pirsgirêkên heyî divê di platformên Kurdî û Kurdistanî de bike rojev û hewlbide bi hêzên din ên Kurdî ve çareser bike…
Li hemberî êrîşên dagirkeran bêdengmayîn û tenê sucdarkirina hêzên din ên Kurdî, ne siyaseteke Kurdistanî, berovajî bi serê xwe siyaseteke xitimî, siyasete bêkesayetî ye…
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK -KDP) hefteya çûyî gav avêt 74emîn saliya xwe. Di nav partiyên heyî de partiya herî kevin a Kurdistanê ye û xwedî tecrûbeya 74 salên dijwar e. Gorî vê tecrûbeya bi bedelgiran diviya bû ku îro siyaseta dewletên ku Kurdistan dagir kirine baş nas kiribûya û siyaseteke netewî ya ku hêvî bide tevahiya Kurdan bipêş bixista.
Lê pratîka berçavî nîşan dide, ku ew li hember siyasetên dewletên serdest de diheje, nikane vîneke Kurdistanî nîşan bide û rolekî Kurdistanî bileyize…
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî di daxuyaniya li ser êrîşên Tirkiyê û siyaseta rewadîtina van êrîşan a PDKê bang lê kir ku ew rolekî Kurdistanî bilîze:
“Em bang li PDKê dikin ku ji bo berjewendiyên berteng ên rojane yên partiyê bi rengekî ku dahatuya gelê Kurd bixe talûkeyê bi tu rengî nebe hevkarê êrîşên dewleta Tirk, bi tevlêbûna nav xebatên yekîtiya Kurd, di hewldanên parastina hemû destketiyên Kurd û statûya destxistî de bi rola xwe rabe.“ (RojNews,23.08.20)
Wer xuya ye; ku xelkê Başûrî jî ji siyaset û helwesta Hikûmeta Federe û ji siyaseta hêza serdest PDKê ne razîne. Ev hefteyeke li seranserê başûrê Kurdistanê ji ber krîza aborî, nedana mûçeyan, pirsgirêkên sîstema tenduristiyê û bêdengmayîna li hemberî êrîşên Tirkiyê xelk li ser pê ye. Ev encamên ku xelk jê nerazî ye jî bi helwesta şepirze ya hikûmeta Başûr û siyaseta wê ya tarî ya bi Tirkiyê ve girêdayî ye…
Pêşketinên herêmî tevahiya hêzên Kurdî neçar dihêle ku ew ji bo guhertin û pêşketinên siyasî yên li herêmê pêk bên, amade û rêkûpêk bin.
Tecrûbeya PKKê ya 42 û ya PDKê ya 74 salî têra xwe bi avakirina yekîtiyê netewî, parastina destketiyên netewî û bipêşxistina dîplomasiyekî ji bo çareseriya pirsa Kurdistanê re heye û Kurd tev li benda vê yekê ne…