Halil Dalkılıç: Covîd-19 ê Kurdan bikuje an dewleta Tirk?

KurdiYazarlar

Vîrûsê Covîd-19ê roj bi roj mirovahiyê hê zêdetir ditirsîne û dixe bin bandora xwe. Gorî daxuyaniyên berdevkên hikûmetan; hejmara kesên ku nîşaneyên vê nexweşiyê lê hatiye dîtin gîhiştiye nîv mîlyonî û hejmara ên ku jiyana xwe ji dest dane jî êdî bi dehhezaran tê bilêvkirin. 

Rayedarên Amerîkî ji niha de xwe ji bi mîlyonan nexweşan û ji hejmareke di nava 100-200 hezar miriyan re amade dikin. Ev texmîn a Anthony Faucî yê ku ji bo şopandin û kontrolkirina vê merezê ji hêla hikûmeta Amerîkayê ve hatiye erkdarkirin e. ,

Dîrektorê Tipa Netewî ya Brîtanyayê Stephan Powîs jî dibêje, ku ew li Brîtanyayê hejmara miriyan di binî 20 hezarî de bidin sekinandin, ew ê xwe wek serkeftî qebûl bikin. Di daxuyaniyên berdevkên dewletên Fransa, Îtalya û Îspanyayê de jî bêçaretiyeke  li dijî vê merezê xwe dide der. 

Rewş û bêçaretiya dewletên rojavayî, wekî ku rojnamevan Ferda Çetîn aniye zimên; bû sedema “hişyarbûna mirovahiyê ya li dijî derewa kapîtalîstan a ji hêla wan ve bilindkirina kaliteya jiyanê a bêhempa” ye.

Çetin dibêje; “(Bi derketina vê nexweşiyê re) aşkere bû, ku ên ji bo şer, teyare, fûze, tank û topan bi mîlyaran dolar xerc dikin, qet şik nebûne ku ji paçekî maskeyan çê bikin. Dewletên ketine pêşbaziya hilberîna çekên kîmyewî, nûkleerî û bîyolojîkî, qet şik nebûne, ku tiştên dezenfekte û hijyenîk hilbêrînin. Me bi hev re dît, ku dewletên wekî Amerîka, Rûsya, Çîn, Îngîltere, Almanya û Fransayê, ên xwe wek berpirsiyarên mirovahiyê û sîstema cîhanî dibînin, çiqas bêçare, nehewce, bêmane û bêbandor in…”(Y.Ö.Polîtîka, 26.03.20)

Li hemberî vê krîzê rewşa li Tirkiyê heman tas û heman hemam e…

Daxuyaniyên berdevkên hikûmeta Tirk ên di derbarê vê mijarê de jî wekî her caran ji hêla xelkê û raya giştî ya cîhanî ve bi cidî û rast nayên pêxwazîkirin. Bi taybetî di siyaseta hikûmeta Tirk a dijîkurd de sûrprîzek nû derneket. Ne xebatek û tedbîreke hikûmetê bi xwe heye, ne jî ew firsendê dide sazî û şaredarên Kurd, ku bi xwe li dijî vê merezê tedbîrên pêwîst bistînin. 

Êrîşên li dijî Kurdan her berdewam in. 

Di van rojên Covîd-19ê de jî dest û pîyên Kurdan tên girtin. Wer xuya ye, ji bo rayedarên dewleta Tirk ku hebûna Kurdan ji belavbûna vî vîrûsî xirabtir e û ew dijminahiya xwe ya li dijî hebûn û nirxên Kurdan ji vê merezê cidîtir hildigirin dest.

Di van rojên giran de, di serî de berdevkên Yekîtiya Neteweyan, her kes bahsa serbestberdana girtiyan dike, lê parêzer, şaredar û nûnerên saziyên Kurdan têne girtin, kal û pîr ji ber îdiayên bêmane di girtîgehan de bi mirinê re rû bi rû têne hiştin…

Covîd-19ê li seranserê cîhanê jiyan da sekinandin, lê wê jî nikanî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan bide sekinandin. Tevahiya dewlet, hikûmet û saziyên sivîl ketine dû tedbîr û çareyekê, lê hikûmeta Tirk wekî ku firsendekî nû ketiye dest, êrîşên xwe yên li dijî Kurdan dewam dike..

Hefteya çûyî hikûmeta Tirk, şaredariya bajarê Êlihê, navçeyên Lîcê, Farqîn, Erxanî û Êxil a Amedê û Xelfetîya Rihayê jî di nav de, dest danî ser 8 şaredariyên Kurdan. Hinek şaredarên van bajar û navçeyan hatin girtin.

Ji hilbijartina 31ê adara 2019an vir de, yanî di salekê de, hikûmetê dest danî 40 ji 65 şaredariyên Kurd ên HDPî.

Mesele ne tenê ji hêla walî an qeymeqamên Tirk ve dagirkirina şûna şaredarên Kurd ên hatine hilbijartin e. Wekî her carê, vê carê jî qayûman di destpêkê de dest avêtin ser sembolên nirx û hebûna Kurdan.

Qayûmê Êlihê çawa ku gava xwe yekemîn avêt şaredariyê, wekî karê herî acîl, di malpera şaredariyê de beşa zimanê Kurdî da girtin û jêbir…

Bi belavbûna vîrûsê Covîd-19ê re rojeva mirovahiyê bi giştî guherî û herkes ketiye xema xwe, lê wer xuya ye ku tu vîrûs qasî siyaseta dewleta Tirk zirarê nade Kurdan û wan naêşîne… 

İlginizi Çekebilir

Halil Dalkılıç: Koronayê rindiyek kir!..
Rohat Alakom: Nivîseke Balkêş; Eznîva Reşîd berî 58 salan bi kurdî nivîsiye

Öne Çıkanlar