Jiber pozîzyona Kurdistanê ya jeostratejîk û dagirkeriya dewletan rojeva Kurdan û Kurdistanê tim bi retorîkê şer û pêkhateyên leşkerî ve tê dagirtin. Hemû hêzên derve pêwendiyên xwe yên bi Kurdan û Kurdistanê ve tim wekî mijarên leşkerî hiltînin dest û mafê Kurdan ên civakî, çandî û siyasî paşguh dikin.
Pesna Kurdan didin, qala qehremanî û şervaniya Kurdan dikin, lê vîna Kurdan a siyasî nêzî platformên siyasî yên çareseriyê nakin…
Jiber ku hêzên Kurdî jî ji her hêlan ve bi siyaset û dîplomasiya navdewletî ve hatine dorpêçkirin, di nava vî çemberî de perpitînin û neçar tenê wekî hêzên leşkerî derdikevin pêş raya giştî. Siyaseta Kurdî ya civakî di bin siya siyaseta leşkerî de tê pûç kirin û nikane bandoreke kurdewarî li ser jiyana civakî bike.
Jiber vê rewşê bandora dagirkeriya Tirkî, Erebî û Farisî li ser civaka Kurdî kêmtir nabe, berovajî bi pêşketina teknolojiyê jî, mixabin bandora serdestan hê zêdetir dibe. Her diçe zimanê Kurdî di jiyana Kurdan de hê kêmtir tê bihîstin, rengên Kurdî tên çilmisandin, di bazar û siyaseta Kurdî de bandora ziman û hişmendiya dagirkeran hê zêdetir dibe.
Helbet Kurd ji bo parastina hebûn, ax û nirxên xwe yên netewî û civakî neçar şer dikin, wekî xelkekî bêdewlet neçar bi dewletên dagirker re di nav şer de ne. Lê rewş û destketiyên ku bi berxwedana leşkerî hatine bidestxistin, yanî qada civakî, siyasî û dîplomatîk tim lewaz dimîne. Li van qadan dengê Kurdan qasî dengê wan ên şervanî nayê bihîstin.
Hêz û potansiyela gel a pir mezin ji bo pêşxistina qadê civakî, çand, siyaset, bazar û dîplomasiya Kurdî nayê bikaranîn û ew di çarçoveyên parçeyî, partîzanî an jî di hişmendiyên teng de tê bêbandorhiştin.
Xelk li şûna ku wekî avakerê jiyanê, pêşxistina jiyana civakî ya Kurdî bê motîvekirin, wekî temaşevanên şer û pişgirîvanên parçe, partî û koman tê xwedîrolkirin.
Di encamê de rewşeke wer derdikeve holê, ku dilê mirov pê diêşe. Bêşik ev rewş belkî nayê hesabkirin û qet nayê xwestin, lê her diçe rewşa me Kurdan jî dişibe dewletên dagirker ên Kurdistanê. Yanî desthilatdarên (partî û hwd) ji aliyê leşkerî ve bihêz, lê civakeke lewaz û bêbandor. Ev rewş ji bo Kurdan giştan metirsiyeke mezin e û pêşeroja Kurdan jî di metirsiyê de dihêle…
Di rewşeke wisa kaotîk û şêlû de, li Bakur gavên ji bo jiyandin û pêşxistina zimên têne avêtin pir hêja ne. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên di qadê civakî de hinek gavên ku ji hêla kom û saziyên sivîl ve têne avêtin, mirov şa dike.
Demek berê Hereketa Zimanê Kurdî û çend roj berê jî (12ê îlonê) jî Platforma Zimanê Kurdî ji bo pêşxistina statûyê zimanê Kurdî pêngavên nû dane destpêkirin.
Platforma Zimanê Kurdî derbarê rewşa zimanê kurdî de raporekî bi navê “Rapora Hiqûqî Li Ser Rewşa Zimanê Kurdî Li Tirkîyê“ aşkere kir. Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî derbarê vî pêngavî de got, ku “Platforma Zimanê Kurdî ji bona mafê ziman û kultura Kurdan hatiye damezrandin û piştgirtîyê ji hemû beşên civaka Kurdî werdigire.“ Armanca platformê jî wiha hate aşkerekirin:
“Mafê ziman û kultura Kurdan di warê yasayî û siyasî de were naskirin, dewleta Tirk şerha ku li ser hinek xalên mafê zarokan daniye betal bike, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, bibe zimanê fermî û saziyeke zimanê Kurdî were damezrandin.”
Divê siyaseta Kurdî ya li her çar parçeyan û li diyasporayê ji bo bihêzkirina qadê civakî û diplomatîk rojevan wisa çêbike û xelkê bi karên avakeriyê yên ji bo pêşxistina civakeke azad û jiyaneke kurdewar motîve bike…
Xelkê Kurd ê ku dikane bi leşkerî li dijî êrîş û lîstikên ewqas dewletan li ber xwe dide, di heman demê de ê bikane jiyan, kultur û nirxên xwe yên netewî jî biparêze. Ji bo vê yekê hewldanên daîmî, motîvasyoneke giştî ya netewî û hişmendiyeke rengînî pêwîst e!..