Halil Dalkılıç: Dîplomasîya Kurdan ê ji şer dijwartir be!..

KurdiYazarlar

Ev demek e, di derbarê şerê li Sûriyê û bi taybetî jî di derbarê rewş û statûyê rojavayê Kurdistanê de çûnûhatina dîplomasiyê pir zêde bûye. Him ji hêla Rûsyayê û him jî ji hêla Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve livûtevgereke mezin li dar e.

Her roj dîplomatên payebilind ên Amerîkî û Rûsî an li Rojava, an li Sûriyê, an jî li welateke cîran xuya dibin. 

Di roja dawiyê ya meha çûyî (31.08.2020) de Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û yek ji organîzasyonên opozîsyona rejîma Sûriyê Partiya Vîna Gel a Sûriyê li Moskowayê bi çavdêriya dîplomatên Rûsî peymanek îmze kirin.

Ev pêngav ji bo çareseriyeke siyasî wekî gaveke girîng hate pêşwazîkirin. Piştî vê pêşketinê, di 7ê îlonê de, vê carê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî 8 salan cara yekê çû Şamê û bi Esadî re hevdîtinek pêk anî. Di daxuyaniyên vê hevdîtinê de tiştekî balkêş nehat aşkerekirin.

Lê heman Lavrov, çend roj berê (19.09.2020) jî gotinên ku ji hêla Kurdan ve  wekî tehdîdekê hate famkirin kir û bi siyaseta DYAyê ve girêdayî, hewildanên Kurdan ên ji bo maf û statûyekî siyasî, bi heman retorîka Tirkiyê dubare kir û wekî “cûdaxwazî û metirsî”yê binav kir. Herwiha Lavrov peymanên ku Kurdan bi şîrketên derve îmze kirine wekî binpêkirina yasayên navdewletî binav kir û pesna hevkariya Rûsyayê ya bi Tirkiyê û Îranê ya di formata Astanayê de da…

Di rojên vê dawiyê de livûtevgera Amerîkayê ya li Sûriyê-Rojava jî ji ya Rûsyayê ne kêmtir e.  Dema ev nivîs dihate nivîsîn, nûçeya çûyîna Rojava ya Nûnerê Taybet ê DYAyê yê li Sûriyê James Jeffrey dihate belavkirin.

Jeffrey çûye Rojava ku bi nûnerên Partiyên Yekîtiya Netewî yên Kurd (PYNK) û Konseya Netewî ya Kurd a Sûriyê (ENKS) re ‘yekîtiya Kurdî’ biaxive. Wekî tê zanîn, sicîla Jeffrey a li gel Kurdan ne baş û pak e û ew jiber rolê wî yê di ji hêla Tirkiyê ve dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de wekî xizmetkarê dewleta Tirk tê naskirin. 

Ji xeynî vê, Amerîka û Rûsya li hinda hewldanên xwe yên siyasî-dîplomatîk, li Rojava hêzên xwe yên leşkerî jî zêde dikin. 

Di encama vê livûtevgerê de çî ê were serê Kurdan, çî ê bibe para wan hê ne diyar e. Pratîka siyasî, leşkerî û ya dîplomatîk a çend salên vê dawiyê nîşan dide, ku Kurd nikanin bi her tiştê xwe ve bi siyaset-dîplomasiya Rûsyayê an jî bi ya Amerîkayê ve piştê girê bidin, bi giştî vîna xwe teslîmî wan bikin.

Helbet dîplomasî karekî pragmatîst e û ji bo berjewendiyan tê kirin û Kurd jî li ser sifra guran divê hestên xwe li hêlekê deynin û hostatiya xwe di vî qadî de jî îspat bikin… 

Gelo helwesta siyasetên Kurdî dikane van hewldanên hêzên navdewletî bi awayekî zexim pêşwazî bikin û ew di demeke wisa de bi çi ve mijûl in? 

Helbet li Rojava ji hêlekê ve xebata yekîtiya netewî tê bi pêşve birin, li hêla din jî Rêveberiya Xweser him hewldide li hemberî her gavên DYA û Rûsyayê destkeftiyên netewî û civakî biparêze û him jî xwe ji êrîşên gengaz ên rejîma Sûriyê û Tirkiyê re amade dike. 

Lê hinek xeber hişê meriv tevlîhev dikin. Mixabin, wer xuya ye, ku bayê gavên yekîtiya netewî yên li Rojava tên avêtin, hê nagîhije Başûr û Bakur. Mînak; wateya gavên Hikûmeta Başûr ên dorpêçkrina Rojava, li ser sînorê kolandina çeperan, avakirina baregehan û zêdekirina livûtevgera leşkerî zêde nayê famkirin. 

Wer xuya ye ku dîplomasiya ji bo parastina destkeftiyên Kurdan jî ê qasî berxwedana çekdarî ya ku heta niha tê kirin, pir dijwar be.

Hewceye ku Kurd hostatiya xwe ya di qadê şer de, di qadê siyaset û dîplomasiyê de jî nîşanî cîhanê bidin ku him destkeftiyan biparêzin him jî statûyekî siyasî bi dest bixin. Ma ev bêyî yekîtiyê pêkan e?!..

İlginizi Çekebilir

Osman Şahin: Armanca Erdoğan ya qirkirina gelê Kurd û stratejiya Tirkiyê! 
Halil Dalkılıç: Kurdbûn; karkerbûn, Mêrdînî, Dêrsimî an Mereşîbûn…

Öne Çıkanlar