Halil Dalkılıç: Diyalog û hiqukeke Kurdistanî hebe, birakujî nabe…

KurdiYazarlar

Mixabin piştî salan Kurd dîsa bahsa ‘birakujî’yê dikin. Berdevkên partiyên siyasî yên Kurdî gişt bahsa dijderketina vê yekê bikin jî, ev demek e birakujî cardin rojeva sereke ya Kurdan e. 

Wekî tê zanîn; ev demek e dirêj e, ku arteş, îstîxbarat û dîplomasiya Tirkiyê li başûrê Kurdistanê lez daye xwebicîkirinê û qadekî mezin ê Başûr bi 40 baregehên xwe yên askerî ve kontrol dike.  Ne tenê bi baregehên leşkerî , herwiha bicîkirina îstîxbarata xwe li bajar û bajarokên Başûr hewldide ku bandorê li her refleksê siyasî yê hikûmeta Başûrê Kurdistanê bike û siyaseta Başûr gorî berjewendiyên xwe kontrol bike.

Tirkiye ne tenê li biniya sînora siyasî ya Tirkiye-Iraqê, herwiha dest avêtiye Şengal, Mexmur û bi destê partiyên Tirkmen ên ji hêla îstîxbarata xwe ve damezrandiye, li Kerkûkê jî ji bo lewazkirina hêza Kurdî û hilweşandina destkeftiyên Kurdan di nava dek û dolabên bênavber de ye.

Problema herî mezin a li başûrê Kurdistanê jî dagirkeriya Tirkiyê ye û pirsgirêkên siyasî yên li Başûr gişt jiber siyaseta wê ya dijkurd têne jiyîn. Herwiha sebebê sereke yê lewazmayîna hikûmeta herêmî ya Kurdistanê û rojevbûna birakujiyê jî jiber siyaset, êrîş û dîplomasiya Tirkiyê ye. 

Û mixabin hinek hêzen Kurdî jî xwe mehkûmî vê siyaseta dagirkeriyê û ya dijkurd ya Tirkiyê dikin û gorî berjewendiyên wê tevdigerin.  

Her du partiyên mezin û bibandor ên Kurdistanê; Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP-PDK) opozîsyonên hevdu ne. Nêrîn, hişmendî û uslibê siyaseta wan li dijî hevdu ye û ew tu caran li hev nakin. Kurdistana mezin azad bibe jî têkoşîna hişmendî û siyasî ya di navbera PKK û KDPê ê de ê her berdewam bike. 

Lê lidijîhevbûna siyasetên PKK û KDPê neyê wê maneyê ku Kurdên sempatîzan û alîgirên PKK û KDPê jî bibin dijminê hevdu. Hinek kes bi nivîs û daxuyaniyên provakatîf her du hêlan ji bo şerekî birakujiyê sor bikin jî bertekên xelkê û daxuyaniyên piraniya partiyên siyasî, berdevkên sazî û rewşenbîran ên piştî provakasyona 4ê mijdarê bi aşkereyî nîşan dide ku Kurd ji provakatorên birakujîxwaz hişyartir in û şerekî di navbera hêzên Kurdî de naxwazin… 

Her Kurd dixwaze başûrê Kurdistanê aramtir bibe û destkeftiyên Kurdan ên li wir hê saxlemtir, mayînde û bibandortir bin. Herwiha her Kurd dixwaze dagirkerî û êrîşên Tirkiyê yên li sê parçeyên Kurdistanê têk biçin, Kurd ji şer û belaya Tirkiyê rizgar bin.

Divê meseleya li Başûr neyê şêlûkirin. 

Raya giştî ya Kurdî pir aşkereyî dibîne, ku Tirkiye him Başûr dagir dike û him jî şerekî di navabera PKK û KDPê de sor dike. Eger mirov guh bide daxuyaniyên berdevkên partiyên Başûrî; Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK), Tevgera Goranê û Zehmetkeşanan, wer tê famkirin, ku xeynî KDPê partiyên siyasî meseleyê bi dagirkeriya Tirkiyê û siyaseta KDPê ya xwemehkûmkirina bi vê wê ve girê didin.

Berdevkên KDPê di daxuyaniyên xwe de li ser dagirkeriya Tirkiyê ya li seranserê başûrê Kurdistanê, êrîşên wê, zirardayîna wê ya destkeftiyên Kurdan û jiholêrakirina aramiya başûrê Kurdistanê tu gotinekê nakin. 

Mafê Kurdekî tune ye ku êrîşbirina hêzeke Kurdî, bi hevkariya hêzeke dijminê Kurdan li dijî hêzeke din a Kurdî rewa bibîne. 

Li Başûrê Kurdistanê pêşîvekirin an jî xwemehkûmkirina dagirkeriya Tirkiyê an jî ya Îran, Iraq û Sûriyê ne siyaset û helwesteke Kurdî ye. Eger bi êrîş û provakasyonên Tirkiyê di navbera PKK û KDPê de şer derkeve, ku ez hê jî bawer nakim û wekî her Kurdekî qet naxwazim pêk were, ew ê nabe şerekî birakujiyê, berovajî ê bibe berdewamiya êrîşên Tirkiyê li dijî hebûn û destkeftiyên Kurdan…

Endamê Lijneya Rêveberiya KDPê Elî Ewnî daxuyandiye, ku “eger PKK bixwaze li Herêma Kurdistanê bimîne, gereke ew xwedî statûyekî gorî qanûnên herêmê bibe.” Helbet divê PKK xwedî statûyekî gorî qanûnên Herêma Kurdistanê bibe û gorî wê tevbigere. Lê ji bo vê yekê divê diyalogeke daîmî di navbera PKK, KDPê û hemû partî û saziyên Herêma Kurdistanê de hebe. 

Heta ku mekanîzmeyeke diyalogê ya Kurdistanî, hiqûkeke Kurdistanî û demokrasiyekî Kurdistanî neyê avakirin, Kurd nikanin xwe ji êrîş û lîstikên Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê rizgar bikin, ew ê tim bibin mehkûmî siyasetên dagirkeran û ê enerjiyê xwe li dijî hevdu xerc bikin. Birakujî an xwekujî jî ji rojeva Kurdan dernakeve!..

İlginizi Çekebilir

Halil Dalkılıç: ‘Genco tu bîstûçar salî…‘
Mela Mihyedîn: Muzîk, Çîrokbêjî û Devrîm Demîr

Öne Çıkanlar