Îro cardin helwesta kurdan û pêşketinên li Kurdistanê wekî mijareke zindî ya dîplomasiya navnetewî û navdewletî ye. Lê mixabin ji siyasetên kurdî gorî pêwîstiyê helwesteke kurdistanî nayê dîtin. Dema meriv pêşketinan bi giştî bîne ber çavan; dîmeneke wer derdikeve pêş, ku her siyaseta kurdî bi pirsgirêkên xwe mijûl ê û tenê mesajan didin piştevanên xwe.
Rastiyek heye; ku mirov xwe neçar dibîne tim balê dikişîne ser wê yekê: Li her çar parçeyên Kurdistanê her çiqas aktor û dînamîkên derveyî bandoreke berçav li rewşê û li pêşketinan bikin jî, çareserî û avabûna jiyaneke aram, azad û kurdewar di destê kurdan de ye û ew bi helwesta kurdan ve girêdayî ye!..
Îro pêşketinên li rojava û rojhilatê Kurdistanê wekî ji mijarên sereke yê siyaset û dîplomasiya navdewletî ne. Îran hewldide pûçbûn û hilweşîna rejîma mollayên zordest û raperîna gel a li hemberî wê rejîmê bi êrîşbirina ser kurdan re bide jibîrkirin û vemirîne. Ne tenê beşa Rojhilat, herwiha başûrê Kurdistanê jî di bin tehdîda dagirkirina rejîma îslamî ya mollayan de ye. Her du parçeyên Kurdistanê bi rojane bi êrîşên kujer ên Îranê ve rû bi rû ne. Dewleta tirk jî tunekirina hebûna kurdan û nirxên kurdewariyê ji xwe re kiriye wekî armanca sereke, li sê parçeyên Kurdistanê jiyanê ji kurdan re dike wekî dojeh. Ne tenê li Kurdistanê, herwiha kurdên dîyasporayê jî di bin tehdîda hikûmeta tirk de ne. Pirsgirêk ne bitenêhiştina kurdan e. Dewletên ewropî yên ku xwe wekî keleha demokrasiyê û wargeha mafên mirovan didin nasandin jî di êrîşên rejîma tirk de alîkarî û piştgiriya xwe venaşêrin. Ji bo ku dilê hikûmeta tirk a dijkurd a îslamî-nijadperest bikin, li ser daxwaziya wan qanûnên xwe yên ‘demokratîk’ diguherin. Swêdê ji bo bi bihaneya tevlîbûna NATOyê dilê rejîma tirk bike, kurdê bi navê Mahmût Tat teslimî Tirkiyê kir. Rûreşîya dewletên ‘demokratîk’ û mirovahiya ‘pêşketî’!..
Mixabin helwesta navdewletî wisa ye. Lê em vegerin ser helwesta kurdan û bi taybetî jî ya siyasetên kurdî. Helbet pir lewaz û parçe parçeyî be jî çalakiyên kurdên diyasporayê heta radeyekê mijarê di rojevê de dihêle. Lê helwesta siyasetên kurdî mixabin ji rastiyê û ji pêwîstiyê dûr e.
Meriv dikane vê tespîtê bike; ku di serdemeke wisa de li hinda berxwedana kurdên Rojava û Rojhilatê di qadê siyaset û dîplomasiyê de bi navê kurdan tenê dengê General Mazlûm Kobanî derdikeve. Karê wî yê esasî li hemberî êrîşên Tirkiyê û komên cîhadîst ên girêdayî arteşa tirk, DAÎŞ û El Qaîdeyê (El Nûsra) parastina gel û birêvebirina berxwedana leşkerî ye. Lê mixabin tevahiya barê siyaset û dîplomasiya kurdî jî li ser milê wî re maye. Rewşa kurdan û ya siyaseta kurdî wî neçar dihêle ku ew vî barî jî hilgire ser milê xwe. Ev li hêlekê rastî û lewazî û li hêla din jî şerma siyasetên kurdî ye!
General Mazlûm Kobanî ji bo çareseriyekê ji raya giştî ya cîhanî re bang dike. Banga wî ne tenê ji bo pêşîgirtina êrîşên Tirkiyê ye; herwiha ji bo çareseriyeke mayînde ya li herêmê ye jî. Ew ligel banga li hêzên siyasî û dîplomatîk, mijarê dike wekî rojeveke sereke ya medya cîhanî û ya saziyên sivîl ên navnetewî.
General Mazlûm di rojnameya amerîkî Washington Postê de ev mesajên ku herkes ê pê îkna bibe nivîsîye: “Li herêma me bingeha problemên ku xelkan diêşînin tev siyasî ne. Lîderên tirk hebûna kurdan ji xwe re wek tehdîdekê dibînin û mafên me yên bingehîn ên demokratîk red dikin. Erdogan ji bo bidawîanîna şerê çekdarî bi Partiya Karkerên Kurdistanê re dest bi diyalogê kiribû. Wê çaxê di nava me û cîranên me yên tirk de aştî hebû û eger diyalog dîsa bê destpêkirin, em ê dîsa di aştiyê de bijîn… Em naxwazin kesek were bo me şer bike. Lê em alîkariyê tenê ji bo karekî hê zehmettir dixwazin, ku ew jî aştî ye!..”
Mazlûm Kobanî aktorekî nû yê xwedî profîleke netewî ya kurdî ye: Hem parêzkar û him jî dîplomatekî serketî!..