Him li Tirkiyê û him jî li Iraq û Sûriyê tansiyona siyasî her ku diçe, hê bilindtir dibe. Li Tirkiyê desthilatdariya îslamî-nijadperest li her qadê jiyana xelkê xistiye bin tundiyê. Li Iraqê parçeyên mekanîzmaya dewletê hevdu nagirin. Li Sûriyê ne vîneke siyasî û ne jî perspektîfeke zelal heye. Li herêmê dengê şer û pevçûnan ji yê siyasetê bilindtir e. Pêşketinên li van welatan bandorê bi giştî li kurdan dikin û di nava vê hengameyê de çarenûsa kurdan tim şêlû ye…
Li Tirkiyê wekî amûreke demokrasiyê hilbijartinê êdî wateya xwe wenda kiribe jî, ji bo xelkê, bi taybetî ji bo kurdan hê jî wekî pêvajoyekî ku hêvî pê ve tê girêdan, tên pêşwazîkirin. Li welatên demokratîk di pêvajoya hilbijartinan de partiyên siyasî ji bo aramîkirina jiyanê û berfirehtirkirina azadiyê sozan didin û programan pêşkêş dikin. Lê li Tirkiyê soz û pratîkên şer û pevçûnê wekî tekane argumentên siyasî tên bikaranîn û xelk bi wan ve tê motîvekirin. Ji daxuyanî û helwestên partiyên desthilatdar (AKP-MHP) û ji ên opozîsyonê (CHP, ÎYÎP û ên din) wer tê famkirin; ku pêvajoya hilbijartina sala têyî (2023) jî ê bi tehdît û êrîşên li dijî kurdan derbas bibe.
Li derve jî tekane mijara dîplomasiya Tirkiyê êrîşên li dijî kurdan e. Çi li welatên Afrîkayê, çi li ên ereb; di civînên NATOyê de an jî li Rûsyayê bi kê re û ji bo çi hevdîtinan pêk bînin, rayedarên tirk tenê bahsa êrîşbirina ser kurdan dikin. Piştî hevdîtina dawî ya bi serokê Rûsyayê W.Pûtîn re jî (5.8.22), Erdogan heman tehdîdên xwe dubare kir: “Em di bin sînorên me de di avakirina kembereke ewlehiyê ya bi 30 kmyî de bi bîryar in û em ê di demeke nêz de xelekên vê kemberê bi hev ve girê bidin.”
Naveroka tehdîdên Erdoganî, Wezîra tirk Derya Yanik aşkere kir: “Dixwazin li bakurê Sûriyê dewletekî kurdan ava bikin. Him arteşa me û him jî Arteşa Sûriyê ya Azad (yanî cîhadîst û selefîstên girêdayî arteşa tirk) ji bo ku li wir dewletekî kurd ava nebe, şer dikin… Wekî ku serokkomarê me tim dibêje; piştî ku me li wir kembereke ewlehiyê ava kir, penaberên sûriyeyî ê vegerin wir. Niha li wir cihekî ku ew wegerin tune ye. Piştî ku me ew der paqij kir, ew ê vegerin wir…”
Yanî Tirkiye dixwaze him li Rojava û him jî Başûr qasî bi berfirehiya herî kêm 30 kmyî dagir bike; kurdan ji wan deran derêxe. Li şûna kurdan tirkmen, ereb û cîhadîstan bicîh bike. Demografiya Kurdistanê bi darê zorê biguherîne. Kurdan ji hev qut bike û bi methodekî wer nûjen û li pêş çavên mirovahiyê hebûn, vîn û dahatuya kurdan û kurdewariyê ji holê rake…
Ber bi hilbijartina 2023yan ve motîvasyona desthilatdar û siyaseta tirk mixabin hê jî tenê ‘kurdkuji’ ye. AKP û Erdogan di hilbijartinên di 10 salên vê dawiyê de bi êrîşên mezin ên li dijî kurdan bi ser ket. Beriya hilbijartinên 2015, 2017, û ê 2019an de arteşa tirk li Rojava û li Başûr dest bi êrîşên mezin ên dagirkeriyê kir.
Di konjunkturê îroyîn ê navnetewî de mixabin pêşiya êrîşeke wisa ne girtî ye. Êrîşeke mezin bibe, an nebe jî, ji xwe arteşa tirk bênavber di êrîşê de ye û her roj jin û zarok, sê-çar kurdan dikuje û aramiya herêmê ji holê radike. Divê pêvajoya hilbijartinê rewşa giştî nede jibîrkirin.
Hikûmeta tirk bi tehdîd û êrîşên bênavber kurdan bêhelwest dihêle û wan tim angajeyî rojeva siyaseta xwe dike. Wer bûye; ku raya giştî ya cîhanî jî navê kurdan êdî tenê bi tehdîd û êrîşên Tirkiyê re dibihîse. Ewqas potansîyela kurdî divê tenê di rojevên siyaseta hikûmeta tirk de neyê tunekirin.
Di her rewşê de rojeveki kurdî, kurdewarî û kurdistanî pêwîst e…