Halil Dalkılıç : Îsmet Înonû ji Îngîlîzan re: Êzîdî Kurd in!..

KurdiYazarlar

Taybetmendiyên nasnameya Kurdî, bi taybetî yên civakî, olî û kulturî îro ji hêla hêzên serdest ve li dijî Kurdan û ji bo parçekirin, lawazkirin û bêîradehiştina wan tên bikaranîn.

Di ser komkujiya dawî a li dijî Kurdên Êzîdî re 5 sal derbas bû. Roja 3yê Gelawêja 2014an li derdora Şengalê DAÎŞê êrîş biribû ser gund û navçeyên Kurdên Êzîdî û bi awayekî hovane li pêş çavê cîhanê bi hezaran ji wan kuştin. DAÎŞê bi hezaran keç û jinên Kurd jî revandin û çi hatiye serê wan, îro jî hê ne diyar e…

Di serî de Konseya Mafên Mirovan a Yektîtiya Neteweyan û Yekîtiya Ewropayê him di sala 2015an û him jî di 2016an de ev qirkirina dawî a li dijî Kurdên Êzîdî wek sûcekî li dijî mirovahiyê qebûl kirin. Lê ev biryar û gotin li erdê ma. Kurd hê jî bi serê xwe ne û wek xelkekî bêstatû him şîna xwe digirin û him jî êdî çi ji destê wan tê hewldidin ku birinên xwe bipeçînin. Şengal jî ji hêla Haşdî Şabî yên Iraqî, arteşa Tirkiyê û DAÎŞîyên li derdorê mane ve bi qirkirineke din ve têne tehdîtkirin. 

Rewşa Kurdên Êzîdî îro jî rojeva siyasî a Kurdan e. Lê ez dixwazim di derbarê vê mijarê hinek tiştên din bînim zimên. A rastî mirov meseleyê wek tehdît binav bike çêtir e. Ev tehdît him li dijî Kurdên Êzîdî û him jî li dijî Kurdên Elewî di rojevê de ye û bi serê xwe tehdîdeke li dijî nasnameya Kurdî û hebûna Kurdan e.

Ev tehdît ji bo hê zêde parçekirin û lewazkirina hêz û vîna Kurdan tê bikaranîn. Taybetmendî û cûdahiya olî û baweriyê wek nasnameyên etnîkî ên cûda têne rêxistinîkirin û nasnameya Elewîtî û Êzdayetî li derveyî nasnameya Kurdî tên bicîhkirin. 

Çapemeniya Kurdî jî xizmetî vê yekê dike, dema bahsa van mijaran dikin, ziman û binavkirinên serdestan bikartînin. Di nûçe û analîzên di derbarê Kurdên Êzîdî û Elewî de Kurdbûna wan qet nayê îfadekirin, tenê nasnameya wan a baweriyê tê dûpatkirin an bi pêş tê derxistin.

Ji xwe li Tirkiyê û li Ewropayê di rêxistinên Elewî û Kurdên Êzîdî de hişmendiyeke bi vî rengî pir aşkereyî xwe dide der. Bi taybetî dewletên Ermenîstan, Iraq û Almanyayê jî ji bo ku Kurdên Êzîdî ji Kurdên din cûda bikin ji demeke pir dirêj ve polîtîkayên taybet bi rê ve dibin…

Dema mirov li dîrokê, li polîtîkayên ku sed sal berê ji bo parçekirina axa Kurdistanê û avakirina çend dewletên ku bingehê wan ê dîrokî, civakî û kulturî tune ye mêzeke, dewletên serdest wê çaxê jî heman dek û dolap li serê Kurdan anîne. Wê çaxê bi taybetî Îngîlîz pêşengiya vê siyasetê dikin. Îngîlîz him li Bakur û him jî li Başûr Kurdên ji hêla olî û baweriyê cûda ne an jî ne misilman in, wekî ku ew ne Kurd in derdixe pêş. 

Pir balkêş e, dema pirsgirêka Musilê tê guftûgokirin (1925-26), bi navê Tirkiyê Îsmet Înonû ji bo ku Kurdan giştan bi Tirkiyeyê ve girêdayî bihêlin li dijî vê derdikeve û wiha dibêje; “Êzîdî bi eslê xwe Kurd in, tenê mezheba wan cûda ye. Ji ber vê yekê cûdakirina wan ji Kurdan polîtîkayeke ne rast e. Çawa ku ji şexsên miletekî hinek Katolîk û hinek jî Protestan bin, meriv nikane wan wek miletên ji hev cûda qebûl bike, cûdakirina Kurdan û Êzîdîyan jî neheqî ye…” (Alevilik-Kürdoloji-Türkoloji, Mehmet Bayrak, Özge Yayinlari). 

Paşê di salên şûn de Îsmet Înonû bi xwe dibe yek ji pêşengên polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirina Kurdan; lê ev mijareke din e… 

Gotina min ev e ku her taybetmendiya Kurdan û nasnameya Kurdî ji hêla hêzên serdest ve li dijî Kurdan û ji bo parçekirin, lawazkirin û bêîradehiştina wan tên bikaranîn. Hinek rêxistin û kesayetên Kurd jî dibin pêlîstikên van lîstikên nexêr. Îro li gel pêşxistina xebat û hewldanên netewî, bi taybetî çapemenî û rêxistinên Kurdan jî bi hişmendiyeke netewî, di bikaranîna zimanê yekîtiyê de baldar bin… 

/Nupel/

İlginizi Çekebilir

Umur Hozatlı : Her ölümün içinde bir kırmızı var
Osman Özçelik : Li Welatê Xerebistanê

Öne Çıkanlar