Halil Dalkılıç: Kanal Stenbol, Montro û Rojava… Çi eleqe?

KurdiYazarlar

Li Tirkiyê yek ji mijarên ku hikûmet li dijî opozîzyonê tim di rojevê de dihêle û wekî mijareke rikeberiyê yanî înadê bikar tîne jî, li Stenbolê çêkirina kanalekî nû ê avê ye. Eger ev kanalê ku wekî ‘Kanal Stenbol’ tê binavkirin bê çêkirin, ew ê bibe avtenga duwemîn a ku Derya Reşê bigîhîne Derya Marmarayê… 

Ev demeke dirêj e ku Kanal Stenbol ji hêla hikûmeta AKPê, bi taybetî jî ji hêla Serokkomarê Tirkiyê R.T.Erdogan ve li dijî partiya opozîzyonê CHPê û Şaredarê Stenbolê ê CHPî Ekrem Îmamoglu wek mijareke tundiyê û êrîşkirina siyasî tê bikar anîn e. 

Li hinda vê yekê, gorî pêşbîniya raya giştî, armanceke çêkirina vî kanalî ev e; ku Erdogan dixwaze ji alîgirên xwe yên sermayedar û sermayedarên Qatarî ku wek hevkarên Erdogan êdî li Tirkiyê xwedî hêz û bandoreke ekonomîk in, rantê pêşkêş bike…

Ev mijar heta hefteyeke berê bi vî awayî, yanî wek meseleyeke siyaseta hundirîn dihate pêşwazîkirin û niqaşkirin. Lê bi daxuyaniyeke hin amîralên malnîşî yanî teqawitbûyî yên arteşa Tirk, ji nişkave cidîyeta meseleyê xwe da der, ku Kanal Stenbol xwedî potansiyelekî ku bi bibe pirsgirêkeke pir mezin a navdewletî. 

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop di bernameyeke televîzyonekê de got ku eger Erdogan bixwaze ew ê bi biryannameyekê Peymana Montroyê (Montreux) a ku rê û rêzanên çûnûhatina ji avtengên Çanakkale û Stenbolê destnîşan dike, betal bike. Li dû vê gotinê 103 amîralên malnîşî daxuyaniyek belavkirin û xwedî li Peymana Montroyê derketin. Berdevkên hikûmetê jî daxuyaniya wan wekî ‘banga darbeyê’ nirxandin, êrîşî opozîsyonê kirin û paşê çend ji wan amîralên ew daxuyanî dabûn, dane binçavkirin… 

Mesele bi qîreqîra hikûmet û opozîsyonê bisînor nema, piştî du-sê rojan bû wek nîqaşeke navdewletî. Rûsyayê demildest berteka xwe nîşan da. Serokê Rûsyayê Pûtin, Erdogan hişyar kir. Di daxuyaniya Rûsyayê de hate gotin, ku “Rûsya bi mijara çêkirina Kanal Stenbolê ve girêdayî, ji bo berdewamiya ahengî û ewlekariya herêmê di avtengên Derya Reşê de berdewamiya rejîma Peymana Montroyê ya sala 1936an girîng dibîne.” 

Û Kanal Stenbol niha wekî mijara sereke ya dîplomasiya di navbera Tirkiyê-Rûsya û Tirkiye-Amerîkayê tê gûftûgokirin. Û wekî pirgirêkeke bi hevdu re ne elaqedar bê dîtin jî, Kanal Stenbol û Peymana Montroyê bi pirsgirêka Kurdî ve girêdayî tê analîzkirin. 

Zanyarê zanina polîtîk, dîrok û têkîliyên navnetewî  Prof.Dr. Baskin Oran di derbarê hewildanên Erdogan û hikûmeta AKPê ên ji bo çêkirina Kanal Stenbolê û rojevkirina Peymana Montroyê de dibêje; “Erdogan ji bo kêyfxweşkirina Joe Bidenî Peymana Montroyê pêşkêş dike. Piştî dema Osmaniyan serdema herî ewle ya Tirkiyê bi Peymana Montroyê pêk hat û ev 85 sal e ku xeynî Amerîkayê herkes bi vê peymanê dilxweş e. Montro mijareke navdewletî ye û helbet Erdogan jî naxwaze Montroyê biguherîne. Lê hikûmet vê peymanê jî ji bo siyaseta hundirîn bikar tîne. Deshilata Tirkiyê wekî koalîsyoneke çarînî ye; AKP ya îslamîst, MHP ya nijadperest, Ergenekona ehîlbûyî û Perînçekîyan. Tekane jêpariya van jî dijminatiya Kurdan e. Tirkiye ji bo parastina vê koalisyonê Sûriyê dagir kir û dest dirêjî Lîbya û Karabagê kir û niha jî dor hatiye Montroyê…”

Êdî mirov bi vê yekê re ecêb namîne, ku Tirkiye tevahiya nakokî, pirsgirêk, dîplomasî û hewildanên hundirîn û ên navdewletî li dijî hebûn, statû û aramiya Kurdan bikar tîne. Û wer xuya ye, ku mijara Kanal Stenbolê jî ê serê Kurdan biêşîne…

Tirkiye ji Rûsyayê moşekên S400î kirrî û Rûsyayê jê re pêşiya dagirkirina axa rojavayê Kurdistanê vekir. Îro jî bi rêya niqaşên bi Kanal Stenbolê ve girêdayî guhertina Peymana Montroyê dixe rojevê ku hevkariya xwe bi Amerîkayê re xurttir bike ku dagirkeriya xwe li Rojava û li Başûr mayînde bike, destkeftinên Kurdan têk bibe û pêşiya xwedîstatûbûnekî bigire…

İlginizi Çekebilir

Halil Dalkılıç: Fîl û çîmen…
Halil Dalkılıç: Kî diêşe, ew ê têbikoşe…

Öne Çıkanlar