Halil Dalkılıç: Krîza Tirkiyê, firsendê Kurdan, hêviya Seyîd Riza

KurdiYazarlar

Li Rojhilata Naverast û li Kafkasyayê tansiyona siyasî ya ku li beriya hilbijartina Amerîkayê pir bilind bibû, ev çend roj in hinekî dahatiye. Di dahatine tansiyona siyasî de bandora encamên hilbijartina Amerîkayê faktorekî serkêş e.

Ev çend meh in, Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) bi hilbijartina serokatiyê ve mijûl e. Li Sûriye, Iraq û Kafkasyayê Rûsya û Tirkiye bi hev re hewldidin ku rewşa siyasî gorî berjewendiyên xwe bi rê ve bibin.

Rûsya jiber ku lewaziya Tirkiyê baş dixwîne, him li Sûriye û Lîbyayê û him jî li Kafkasyayê siftê pêşiya Tirkiyê vekir ku pirsgirêkan aloztir û kûrtir bike û paşê jî ew bi xwe wek birayê mezin înîsîyatîf hilanî destê xwe û Tirkiye li derveyî pêvajoyê hişt, aliyên ku şer dikin ên ji quwetê ketî anî cem hev û gorî berjewendiyên xwe bi wan peyman da îmzekirin. 

Tirkiye ji ber lîstika xwe ya ku bi xwe mehkûmî wê bûye; di navbera NATO (an jî DYA) û Rûsyayê de diçe û tê û bi hişmendiya xwe ya nerasyonel nikane bandorê li gavên Rûsyayê bike. Jiber vê yekê van rojan hikûmeta Tirk van mijaran wekî berê zêde nikane bike rojeva xwe ya siyasî û çapemeniya Tirk a ji hêla hikûmetê ve tê kontrolkirin jî, zêde qala wan nake. 

Wekî tê zanîn hikûmeta Tirk her pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi destavêtina aloziyên derveyî vedişêre û pirsgirêkên navdewletî yên ku destê xwe tevlî dike jî hê kûrtir dike. Raya giştî ya Tirk du mehên vê dawiyê bi şerê Qerebaxê yê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de pêk hatî hate mijûlkirin û bi çîrokên nijadperest-îslamîst hate motîvekirin.

Piştî ku Rûsyayê destê xwe avêt meseleyê û him Ermenîstan û him jî Azerbaycan bi agirbestekî re îkna kir û pirsgirêk xiste bin kontrola xwe, ev mijara siyasî ji nişkave ji rojeva Tirkiyê derket. 

Destjikarvekişîna Wezîrê Maliyeyê ku zavayê Serokkomar R.Tayyîp Erdogan e, jî ji ber tirsa ji Erdogan hate paşguhkirin; ne çapemeniyê wêriya bahsa krîza hikûmetê bike û ne jî berdevkekî hikûmetê heta ku Erdogan bi xwe bahs kir, dengê xwe nekirin… 

Bêdengiya dawî ya hikûmeta Tirk hinekî bi guhertina serokê Amerîkayê ve têkîldar e. Xuya ye ku ew ê wekî serdema Trumpî nikanin siyaseta êrîşkar û dagirker berdewam bikin.

Erdogan pişta xwe dabû Serokê Amerîkayê Donald Trump û bi têkîliyên şexsî ew ji bo siyaseta xwe ya dijkurd îkna dikir. Bi çûyîna Trumpî re hikûmeta Tirk bi krîzeke siyasî ya hê kûrtir re rû bi rû ye. Helbet Tirkiye ji bo Amerîkayê girîng e, lê wer xuya ye ku rêveberiya Joe Biden ê wekî Trumpî her êrîş û dagirkeriya Tirkiyê erê nake.

Bernama ziyareta Wezîrê Derve yê DYAyê Mike Pompea ya ku 23ê mijdarê pêk were hinekî nîşaneya vê yekê dide. Hat aşkerekirin ku Pompeo tu hevdîtina bi nûnerên hikûmetê re nexistiye bernameya xwe û ew ê tenê Patrîkê Dêra Fener Rûmê Bartholomeosî bibîne. 

Pêşketinên rûdayî nîşan didin ku Tirkiye ji hêla siyasî, aborî û dîplomasiyê ve xitimî ye. Rewşa Tirkiyê wisa ye, lê piştî hilbijartina Amerîkayê Kurd ji guherînên siyasî yên herêmê re çiqas amade ne?

Kurd van rojan darvekirina pêşengên berxwedana Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî (15ê mijdara 1937an) bibîrtînin. Belgeyên dîrokî nîşan didin ku hikûmeta Tirk wê çaxê jî alîkarî ji dewletên serdest girtiye û hêzên navdewletî li hemberî qirkirina Kurdên Dêrsimê bêdeng mane.

Dersa ku Kurd ji berxwedana Dêrsimê derêxin berî her tiştî bipêşxistina yekîtiya netewî û bi perspektîfeke netewî bi rêvebirina siyaset û dîplomasiyekî rasteqîn e.

Helbet krîza siyasî ya Tirkiyê firsendê radixe pêş Kurdan. Li Rojava, Başûr û Bakur jî Kurd ê tenê li benda helwestên Amerîkayê namînin. Lê ji bo ku wekî her carê di çemê şêlû yê dîplomasiya navdewletî de nefetisin, divê êdî pêwîstiya bi helwestekî netewî bibînin û bi gavên rasteqîn bandorê li pêşketinên herêmî bikin. Hêviya Seyîd Rizayan jî ê wê çaxê were cih…

İlginizi Çekebilir

Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de Cotepeyv-T
Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de Cotepeyv-UÛVW

Öne Çıkanlar