Halil Dalkılıç: Kurd dixwazin, lê nakin!..

KurdiYazarlar

Belkî di çend rojan de carekê em nûçeyekî li ser dagirkeriya Tirkiyê ya li rojavayê Kurdistanê dixwînin. Di nûçeyan de bahsa kiryarên arteşa Tirk û çeteyên cîhadîst ên girêdayî wan ên ji bo bêkurdkirina herêmê tê kirin. Bi kuştin, talan, hilweşandin û diziyê Kurd û kurdewarî tên tunekirin û li şûna wan bi hişmendiya Tirkî dibistan û saziyên Tirkî û Erebî tên avakirin.

Bi taybetî li Efrînê, li hinda derxistina Kurdan a ji bajêr, bi pratîkên siyaseta erebkirin û tirkkirinê roj bi roj rengê bajêr şêlû û nenas dibe û rengê herêmê ê Kurdî tê çilmisandin… 

Helbet ev hewildanên Tirkiyê her Kurdî bihêrs dike. 

Kurd piranî caran di mijarên wekî dagirkeriya Tirkiyê ya li Rojava û Başûr û rewşa zimanê Kurdî de bertekê nîşan didin. Ên li welat û ên li derveyî welat her roj ji ber êrîşên Tirkiyê hêrsê xwe diqîrin. 

Lê bi tenê di medya civakî de…

Kurdên li parçeyê din û ên li diyasporayê tiştên ku ji têkoşîna li Rojava dipên û dixwazin, li herêma xwe, hinek îmkan hebin jî bi xwe nakin û nakevin dû wan. Mirov dikane helwest û xwedîderketina zimên û perwerdeya bi zimanê Kurdî ji vê meseleyê re wekî mînakê nîşan bide.

Ger em meseleyên siyasî ên giran deynên hêlekê, bi taybetî di mijara jiyandina zimên de helwestekî ku meriv nikane maneyekê bide wê, li holê ye. Rastiyeke wer xwe li ber çavan e, ku daxwaziya Kurdan a ji bo parastin û perwerdeya zimanê dayikê jî tenê di medya civakî de nîgaşî (sanal) dimîne.  

Çend roj berê encama lêkolînekê hate weşandin (09.05.21). Careke din derket holê, ku Kurd ji bo jiyandin û bipêşxistina zimanê xwe xwestekeke pir mezin (!) diyar bikin jî, ji bo pêkhatina vê xwestekê serê xwe zêde naêşînin û wê ji xwe re nakin wek xemekê. 

Gorî nûçeyê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Kurdên ku perwerdeya bi zimanê zikmakî dixwazin pir in, lê ên ku ji bo vê yekê zend û bendan hildidin pir hindik in. 

Encama lêkolîna Navenda Lêkolînên Civakî ên Herêmî (Sosyo Politik Saha Araştirmalari Merkezi) a ku di rojên 16-28ê Nîsanê, beriya Cejna Zimanê Kurdî (15ê Gulanê) hatiye kirin, rastiyeke balkêş a civaka Kurdî cardin radixe pêş çavan.  

Lêkolîn bi onlîne, bi tevlîbûna 1047 kesên ji 17 bajaran (Semsûr, Agirî, Ankara, Antalya, Êlih, Bêdlîs, Dêrsim, Amed, Colemêrg, Stenbol, Îzmîr, Kocaelî, Mêrdîn, Mersîn, Riha, Şirnex û Wan) re hatiye kirin.

Gorî lêkolîna ku ji bo tespîtkirina bikaranîna zimanên zikmakî û cihê wê ê di perwerdeya bi zimanê fermî (bi Tirkî) de hatiye kirin, radeya kesên perwerdeya bi zimanê zikmakî dixwazin ji sedî 99,1 e û kesên ku dibêjin “divê zimanê zikmakî bê parastin û neyê jibîrkirin” ji sedî 99,2 ye. Lê radeya kesên ku ji bo vî talebî hewldidin nîvê vê yekê (ji sedî 49,4) ye…

Ji pirsa wekî “ji bo zarokên xwe, we serî li dersên hilbijartî yên zimanê zikmakî da?” re, ji sedî 55ê beşdaran dibêjin “Na”. Li Tirkiyeyê dersên zimanê zikmakî ên hilbijartî ji serdema perwerdeyê ya 2012-2013yan vir de hebe jî, ji sedî 28ê beşdaran hê jî ji wê bêxeber in. 

Gorî lêkolînê; kesên di nav malê de bi Kurdî (kurmancî û kirmanckî/zazakî) dipeyivin ji sedî 49 e, lê li derve, li kolanan ev rade dadikeve ji sedî 40î. Radeya axaftina bi Kurdî di zarok û ciwanan de hê hindiktir e. Yanî bi daketina salê re axaftina bi Kurdî jî bi awayekî aşkere kêmtir dibe. 

Rewş li diyasporayê hê xirabtir e. 

Kurd ji bo jiyandin û perwerdeya bi zimanê xwe îmkanên heyî jî bikarnaynin û meseleyê ji xwe re nakin xem. Wer xuya ye; ku jiyandina zimên û perwerdeya bi zimanê dayikê wekî mijareke hêsan tê dîtin. Lê divê neyê jibîrkirin, ku ew helwest di siyaset û dîplomasiyê de destê Kurdan hê zeîftir dike…

İlginizi Çekebilir

Sharo İ. Garip: Diskurs; Tahakküm`ün gizli tonu
Sidar Ali: Ahmet Altan, Atakürt ve Filiz Açan bir ‘Turp’

Öne Çıkanlar