Halil Dalkılıç : Kurdan kredî da CHPê, lê vîzyon çi ye?

KurdiYazarlar

Li Tirkiyê liberrabûn û dek û dolabên partiya desthilatdar AKPê ên ji bo bidestxistina şaredariya bajarê mezin ê Stenbolê dewam bikin jî, hejmartina dengan bi dawî bû û Ekrem Îmamoglû ê CHPî li kursiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê rûnişt.

Ev pêşketin li hêlekê ve qîrîna ‘êdî bes e!..‘ a xelkê a ji Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re ye, ji hêla din ve jî tê wê maneyê ku hêzên navdewletî yên li ser Tirkiyê xwedîbandor in li gel aşkerebûna ev vîna xelkê ji Erdogan re kredîyên nû venakin. Erdogan di nava hengameya li pir deran dûbarehejmartina encamên hilbijartinê de bi xwe çû Rûsyayê bi Serokdewlet Vîladîmîr Pûtîn re hevdîtin çêkir û paşê jî zavayê xwe Berat Albayrak û Vezîrê Parastinê Hulusî Akarî şande Amerîkayê. Wer xuya ye ku Erdogan bi taybetî jî ji Amerîkayê kredîyekî nû wernegirtiye. Ji xwe kesên pispor têkîliyên Erdogan û Pûtîn wek lîstikekê dinirxînin û zêde qîmeteka stratejîk nadin…

Erdogan him ji xelkê him jî ji hêzên navdewletî kredîyekî nû wernegirt, lê CHPê bi xêra Kurdan li gelek bajarên mezin AKPê têk bir û di heman demê de li Tirkiyê atmosferekî sîyasî yê nû peyda bû ku rejîma Erdogan jî kane ku bikeve…

Yanî kredîyê ku Kurdan ji CHPê re vekirî bandora herî berbiçav lê kir ku encamên hilbijartina 31ê Adarê hêvîya guhertina sîyaseta li Tirkiyê geş kir…

Şaredarê nû yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu di daxuyaniya xwe ya destpêkê de mesajeke ku herkesî rihettir bike da: „Em ji van însanên xweş û delal re aştî, hezkirin û hurmetê tînin. Tirk, Kurd û Lazên vî bajarî silav dikim. Ez kesên sûnne, elewî, xirîstîyan, Ermen û Rûmên vî bajarî silav dikim… Em ê nîmetên vî bajarî ji her însanên vî bajarî re parve bikin. Li vî bajarî kesên bindest ê nebin. Ev bajar ê bibe bajarekî dostê jinan…“

Belkî ji Pêvajoya Çareseriyê ya çar sal berê ji hêla hikûmeta Tirk ve hatibû bidawî kirin vir ve ev cara yekê ye, sîyasetmedarekî bi bandor mesajên wer zelal û xelkê rihettir bike, dide…

Vegotinên Îmamoglu dilê xelkê rihet dike lê rastiya Tirkiyê qasî bilêvkirina van gotinan ne zelal û sade ye.

CHP berî her tiştî partiya dewletê ye û hewildanên xwe ji aramiya xelkê zêdetir ji bo berdewamiya statûkoya dewletê ye. Her kes dizane ku rejîma Erdogan a otorîter heta îro bi piştgiriya CHPê pêk hat. Ji îro şûnde çi ê çawa bê guhertin an guhertina di CHPê de çi be, bersiva van pirsan ê di rojên têyî de aşkere bibe. Ji xwe beriya her tiştî nasnameya CHPê zede ne zelal e…

Kî ye CHP? Serokê Partî Kemal Kiliçdaroglu ê ku tim statûkoya paşverû a dewletê dişopîne CHP ye an Ekrem Îmamoglu ê ku bahsa aştiya Tirkan, Kurdan û nasnameyên din ên ku li Tirkiyê nikanin bi awayekî azad xwe îfade bikin dike, CHP ye?..

Ne tenê CHP, partiyên dewletê û dewlet bi xwe bi hemû saziyên xwe ve tevlîhev û bêvîzyon e. Di rewşeke wisa de kredîyê Kurdan ê ku dane CHPê ê kêrî çi were, ne zelal e. Di derbarê perspektîfeke nû de him di nava saziyên dewletê de him jî di hundirê partiyên ku berjewendiyên dewletê li pêş aramiya xelkê dibînin de kaos û tevlîhevî li dar e…

Wer xuya ye ku di hengameya sîyaseta Tirkiyê de aktorê ku serîyê wî herî zelal dîsa jî Kurd in. Lê ew jî tenê dikanin pêşîyê vekin, mixabin bi serê xwe tu guhertinên sîyasî ên bingehîn nikanin pêk bînin…

Eger bi bayê ku 31ê Adarê dest pê kir re hewayê tirsandinê ê rejîma Erdogan hinekî bişke û Kurd di qadê civakî de siyaseteke nû a dînamîk pêş bixin, wê çaxê mimkûne ku guhertinên sîyasî ên bingehîn pêk werin. Lê berî her tiştî divê vîzyona aktoran giştan zelal be…

/Nupel/

İlginizi Çekebilir

Osman Aytar: Geşkirina harmoniya Kurdan çawa mumkun e?
Osman Aytar: Çima dema ’Hêza tesîrê pinpinîkê’ a perwerdeya bi zimanê Kurdî ye?

Öne Çıkanlar