Ji ber siyaseta li Tirkiyê moralê xelkê demdemokî ye. Pêşketinên di derbarê mijarekê, rojekê stresê belav dike, roja din civakê dixe bin stresekî kambax. Dema ku mijar pirsa Kurd be, wê çaxê di nava rojekê de jî psîkolojiya xelkê tevlîhev dibe. Ji ber vî tarzê siyasetê hem Kurd hem jî Tirk ne aram û tendurist in.
Hefteya berê Tirkiye bi Amerîkayê (DYA) re li ser ‘herêmeke ewle’ di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de li hev kirin û hinek gav jî hatin avêtin. Rayedarên Tirk ên ku wan rojan kêyfxweşiya desteserkirina sê şaredariyên Kurd jî dijiyan, ev pêşketin wekî serkeftinekê pêşkêş kiribûn.
Lê piştî bi pêşveçûna arteşa Sûriyê a li Idlibê û rû bi rû mayîna wan bi leşkerên Tirk ên li Idlîbê re hewa ji nişkeve guherî. Erdogan bi lez û bez çû Rûsyayê û ji Pûtin xwest ku tiştek li serê leşkerên wan ên li Sûriyê neyê. Di vê navberê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu rêya xwe bi Amedê re xist û şaredarên Kurd ên ji kar hatibûn dûrxistin, ziyaret kir. Ji xwe ev demek e hem ji hêla CHPê û hem jî ji hêla HDPê ve mesajên di derbarê demokrasî, hiqûq, aştî û çareseriya pirsa Kurd bi makeqanûneke nû tê dayîn.
Li ser van pêşketinan Serokê AKPê û serokkomarê Tirkiyê R.T. Erdogan dîsa tehdîd li ser Kurdan barandin û bahsa di nava 2-3 hefteyan de dagirkirina Rojava kir. Helbet armanca wî bi van tehdîdan, tundî û tirsandina Kurdan, pêşîgirtina nermbûna hewayê siyasî û nêzikbûna di navbera partiyên muhalefetê de û sergirtina pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî ên hundirîn ji ber çavên xelkê ye.
Helwesta Erdogan û rayedarên dewletê têne famkirin. Lê ‘piştgirî’ û ‘xwenêzikkirin’a CHPê a, di kesayetiya HDPê de, bi Kurdan re tê çi maneyê: Ji dil e an konetî, xapandin, an jî lîstikên kilasîk in?!.
Ziyareta Ekrem Îmamoglu a Amedê û mesajên wî hewayekî erênî afirand. Belkî diyarîkirina wêneya Mustafa Kemal bi şeredarê Kayapinarê Kezîban Yilmaz re bû sebebê polemîk û rexneyan, lê pê hewayê erênî belav nebû.
Ji hilbijartina Stenbolê vir ve di medyayê de di derbarê rolê Ekrem Îmamoglû de nîqaş têne kirin; gelo bi rastî aktorekî demokrat e, an ji bo hêvîdanê û daxistina stresa xelkê peywirdarekî dewletê ye?!. Demokratekî jidil e an mîna Kemal Kiliçdaroglu memûrekî dewleta nijadperest e? Kî piştgiriya wî dike û gelo ê bikane bibe pêşengekî demokrasiyê û çareserkerekî pirgirêkên civakî, di serî de pirsa Kurdî!?..
Helbet siyaseta Kurdî, bi giştî, xwedî tecrûbeyekî mezin e û hêviya xwe tenê bi hinek aktoran ve girê nade. Kurd belkî dilê xwe ji her kesekî ku li rûyê wan dikene re vedikin, lê di pêvajoyên biryardayînê de helwestê rast ê xweser jî dikanin diyar bikin.
Ziyareta Îmamoglu ji hêlekê ve hewayekî erênî afirand, lê ji hêleke din ve meriv dixe nav fikaran. Di hevdîtina sê şaredarên Kurd û Ekrem Îmamoglû ê CHPî de tabloyekî wisa hate pêşkeşkirin; ku ‘mexdûr Kurd in, lê qey çareserker Îmamoglu an jî partiya wî CHP ye!..’ Lê hê jî raya giştî siyaseta CHPê a ji bo çareserkirina pirsa Kurdî çi ye, nizane. Xweşkirina dilê Kurdan a ji hêla CHPiyan an jî ji hêla kes an komeke din a Tirk ve bi serê xwe tu pêşketinan bi xwe re nayine. Tenê hêvîgirêdana bi wan re ê Kurdan bêgav û bêtevger bihêle. Ji xwe xwenêzikkirina CHPê a bi HDPê re, ji daxwaziya CHPê wêdetir, hêza Kurdan û bandora têkoşîna Kurdan nîşan dide. Di hilbijartina Îmamoglû a wek şaredarê Stenbolê de jî herkesî ev rastî pir aşkere dît.
Ji ber vê yekê, di hevdîtin, guftûgo û dîplomasiya bi kes, partî, kom û hêzên derve re divê daxwazên Kurdan ên siyasî bi zelalî û aşkereyê bibin rojev. Divê tenê mexdûriyet nebe mijara hevdîtinan û siyasetê. Heta çareseriyê divê daxwaz û projeyên Kurdan ji rojeva Tirkiyê û Tirkan jî nekeve…