Halil Dalkılıç: Newroz tê…

KurdiYazarlar

Newroz tê…  Di bin rewşeke pir giran de bijîn jî, bi hatina biharê û nêzikbûna Newrozê re di civaka Kurd de heyecanek peyda dibe. Pîvana zordestiya tê kirin li hemberî vî heyecanî bandora xwe heta demekê wenda dike. Hestên şexsî şûna xwe ji hestên netewî re dihêlin. Hîsên zeîftiyê yên ji ber zilma giran a serdestan ji nişkava werdigere hîseke bihêz a Kurdî ya Kurdan giştan. Belkî ji ber vê yekê ye, ku hêvî û baweriya bi jiyaneke nûyê, jinûve bilind dibe…

Newroz tê… Ji îro ve li her çar parçeyên Kurdistanê agirê Newrozê tê dadan. Li gund û bajaran liv û tevgereke bi heyecan xwe dide der. Li Bakur piraniya çalakvanên ku ji çalakiyên gel re pêşengiyê dikirin hatibin zindanîkirin jî, heyecana Newrozê bi xwe xelk xistiye nava liv û tevgerê.

Li Rojhilat rejîma mollayan jiyanê ji Kurdan re bike zindan jî arê Newrozê coşa xelkê bi xwe re gurtir û geştir dike. Li Başûr û Rojava jî coş û germahiya arê Newrozê tirsa ji ber êrîşên DAÎŞê, çeteyên cîhadîst û yên arteşa Tirkiyê belav dike. Kurdên diyasporayê yên li seranserê cîhanê belav bûne jî hest û heyecanên xwe bi ên li welêt ve dikin yek û ew jî tevlî coş û heyecana Newroza li welêt dibin…

Di van rojên Newroza îsal de, li hinda dilaramî û dilhênikahiya Kurdan, nîşaneyên di qadê siyaset û dîplomasiyê de hên heyecanekî nexe dilê Kurdan jî, wer xuya ye, nîşaneyên diyar dibin neyarên Kurdan dixin bêdengiyê û nava xemê; bi taybetî jî rejîma Tirk a dijkurd…

Nîşaneyên bandora guherîna serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hêdî hêdî di siyaseta Rojhilata Naverast, nîvgirava Erebî, bakurê Afrîkayê, Tirkiye û ya Kurdistanê jî aşkere dibe. Qîreqîr û barebara di qadê dîplomatîk a di dema Donald Trumpî de van rojan şûna xwe ji fikar û gumanê re hiştiye. Di siyaset û dîplomasiyê de ji helwestê kesan (serok an serokwezîran) wêdetir bandora saziyên navnetewî û navdewletî jinûve pêş dikeve. Pêşiya siyaset, biryar û pratîkên ne gorî şexsan, lê ên gorî stratejiyekî demdirêj tê vekirin. 

Wer xuya ye, ku Tirkiye wekî serdema Trumpî her ku canê xwe xwest êdî bi hêsanî nema dikane li welateke cîran an jî li welateke din a heremê şerekî derêxe, çeteyên selefîst organîze bike û ji bo tevlîheviyê wan bixe tevgerê û jiyanê ji xelkên herêmê, bi taybetî jî ji Kurdan re bike wek dojeh. Jixwe Tirkiye, yanî hikûmeta AKPê ya Recep Tayyîp Erdogan di nava siyaseta dewletên rojavayî (Amerîka û Yekîtiya Ewropayê) û ya Rûsyayê de ase maye û neçar e ji wan yekî tercîh bike. Li hinda vê yekê, siyaseta hundirîn a Tirkiyê xitimî ye û rewş ji her cûre kaosî re vekirî ye. Li Lîbya, Sûriye, Rojava û li Derya Spî neçar e gavên paşve biavêje. 

Daxuyaniyên vê dawiyê yên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê nûnerên Tirk di bin xwêdanê de dihêlin. Serokê Amerîkayê Joe Biden hê silavek nedaye serokê Tirk Erdoganî. Amerîka û Yekîtiya Ewropayê bang li dewletên elaqedar kirin ku hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyê û Lîbyayê vekişînin. Yekîtiya Ewropayê di heman demê de siyaseta Tirkiyê ya li Sûriyê (Rojava) wek ‘dagirkerî’ binav kir û hevkariya xwe bi Kurdan û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re dûbare kir. 

Eger hikûmeta Tirk, bi taybetî jî ji rojavayê Kurdistanê li hemberî Kurdan gavekî paşve biavêje, wek mînak; ji Efrînê an jî ji Girê Spîyê vekişe, aşkere ye, ku siyaseta lewaz a hundirê Tirkiyê ya ku tenê bi darê zorê tê meşandin, ê hilweşe. Newroz tê û rewşa neyaran, bi taybetî jî  ya hikûmeta Tirk a dijkurd lewaz û bifikar e…

Newroz tê û guherîna siyaseta Tirkiyê ya li Rojava ê bandorê li hundirê Tirkiyê û Bakur bike. Guherîneke li Bakur jî ê bandorê li siyaset û pêşketinên Başûr bike. Newroz tê û qedera Kurdan bi hevdu re hên pirtir girêdayî ye û Kurd neçarî hevkariyeke Kurdî  û Kurdistanî ne. Newroz tê û hêvî, hîs û hestên Kurdan tevlî yên hevdu dibin. Pêşiya Kurdan vedibe û bo destkeftiyên mayînde şanîdana hiş û hunerê jî ji wan re dimîne…

İlginizi Çekebilir

Mela Mihyedîn: Newroz e, Newroz e
Halil Dalkılıç: Koçgîrî berdewam e, Zarîfe li pêş in…

Öne Çıkanlar