Halil Dalkılıç : Öcalan; Bi xwe bikin, nepên!..

KurdiYazarlar

Li Tirkiyê ningê siyasetê û siyasetmedaran ji erdê qut bûye. Mijar û rojevên siyasî ji pirsgirêkên xelkê ê rastîn dûr in. Êdî wer bûye ku bi taybetî hêzên desthilatdar siyasetê li dora mijarên sexte û ji bo serîgirtina pirsgirêkên rastîn geş û gur dikin. Ji bona vê yekê jî hemû îmkan, sazî û enerjîyê dewletê bikar tînin.

Di nava hengameya dawî a hilbijartina şaredariya Stenbolê de wek awayekî balkêş ji nişkave Kurd hatin bîra herkesî. Ev demeke li gel êrîş û zordestiya li ser Kurdan a ku her berdewam e, ji bo di hilbijartinê de Kurdan bikişînin hêla xwe, berpirsiyarên zordestiya li ser Kurdan Serokkomarê Tirkiyê R.T.Erdogan û serokê partiya nijadperest MHPê Devlet Bahçelî jî di nav de, herkes bahsa Kurdan dike û pesna wan dide!..

Hinek bahsa serbestiya kursên zimanê Kurdî û hinek jî bahsa di dîrokê de hebûna parlamenterên Kurdistanê dikin. Her du hêl jî (AKP û CHP) sûcê zilm û zordestiya heta îro li Kurdan hatiye kirin û hên jî tê kirin hêla din tewanbar dikin.

Lê li hinda vê yekê, êrîş û zilma hêzên dewletê a li ser Kurdan him li bakur, him li başûr û him jî li rovavayê Kurdistanê berdewam dike.

Hikûmeta AKPê û rêveberiya dewletê ji bo mîlyonekî zêdetir dengên Kurdên HDPî ên li Stenbolê bi daxuyaniyên Serokkomar Recep T. Erdogan navê birêz Abdullah Ocalan jî xistin nava gengeşiya hilbijartina şaredariya Stenbolê. Erdogan wer îddia kir ku “Ocalan ji polîtîkayên HDPê, PKKê û kesayetên rêveber ên Tevgera Azadiyê ne razî ye û bang dike ku HDP piştgiriyê nede namzedê CHPê Ekrem îmamoglu.“

Wer bûye ku dengên Kurdan him ji bo şaredariya Stenbolê him jî ji bo rejîma Tirkiyê ya nû mîna kilîtê ye. Hêzên siyasî ên sereke ên rejîma Tirk him dijminatiya Kurdan û mafên wan dikin him jî gorî berjewendiyên xwe Kurdan û mafên wan dikin mijara rojevê. Ji ber ku Ocalan aktorê Kurd ê herî bi bandor ê siyasî ye, desthilatdarên Tirk dek û dolab, manîpûlasyon, derew û xapandinên xwe bi navê wî re dikin rojev.

Kurd jî tenê bersivê didin manûpûlasyon û derewên desthilatdaran. Yanî herkes daxuyaniyên Ocalan gorî feraseta xwe fam dike û gorî helwesta aliyê din dike mijara siyaseta xwe.

Halbûkî naveroka daxuyaniyên Ocalan ên derbarî mijarên sereke ên wekî çareseriya pirsgirêka Kurd, pêşeroja Kurd û Tirkan a bi hev re, meseleyên demokrasî û civakî mîna ên berê ne. Ocalan di daxuyaniya dawî de careke din rê û rêbazên çareseriya demokratîk û pêşxistina demokrasiyê nîşan dide. Li gel vê yekê a girîng, erk û peywira siyasetmedar û civakê vedibêje û bang dike ku her kes xwedî li kar û barê xwe yê siyasî û civakî derkeve.

Gorî fikra min ji gotinên Ocalan xalên herî girîng ên li berçav bêne girtin ev in: “Li gel bi hezaran kesên ku dilsoziya xwe bo min îfade dikin bêçareserî mayîna ewqas pirsgirêkên civakî nakokîyeke mezin e. Ev yek gereke neyê qebûlkirin û divê barê siyasî û civakî tenê li ser milê min neyê hiştin. Bi awayekî afirîner û aktîf li ser siyaseta çareserker mijûl bibin. Li rojên pêş mijara şaredariya demokratîk ê bibe rojevkirin… Divê kultura Kurdî rast were famkirin û jiyandin. Dê û bav çima zarokên xwe fêrî Kurdî nakin, ev rewşeke pir ecêb û erjeng e…“ Yanî Ocalan bang dike ku Kurd rojevên xwe bi xwe tayîn bikin û her kes li ser pirsgirêk û mijarên civakî ên rastîn serî biêşîne. Ji bo avakirina jiyana Kurdewarî û demokratik tu kes li bendê nemine û hêza xwe tevlî hewildanên avakirinê bike. Helbet ji bo vê yeke jî siyaseta Kurdî divê xelkê motive bike…

/Nupel/

İlginizi Çekebilir

Osman Özçelik : Ziman û Raman
Umur Hozatlı : Kürtler’in Öcalan fobisi ve HDP’nin üçüncü yolu

Öne Çıkanlar