Halil Dalkılıç: Peker û psîkolojî; hêvî çi ye û ji kê ye?

KurdiYazarlar

Ev demek e; li Tirkiyê îtîrafên lîderekî mafyaya Tirk Sedat Pekerî ên derbarê kesên erkdar ên dewlet û hikûmetê de kirî, tên niqaşkirin. Peker, gelek dekûdolab, karên mafyatîk û dijqanûnî yên erkdarên dewletê û kesên di rêvebirina dewletê de xwedî bandor, aşkere kir.

Li hinda karên mafyatîk, kuştina hinek kesên muhalîf ên ji hêla dewletê ve hatine kirin jî vê carê ji hêla dewletperestekî ve hatin îtîrafkirin.

Bi van mikurhatinan careke din aşkere bû; ku ew kesên saziyên dewletê dagir kirine û hêz û otorîta dewletê bi awayekî dijînsanî, bêwijdanî û bêtirs bikartînin, ji hêla exlaqê ve pir ketî, xwedî hişmendiya mafyatîk û kujer di her karê xwe de tim têkoşîna Kurdan ji xwe re dikin rûpişt. 

Yanî sa, sayekî din nadire. Bi hevdu re biewtin û hevdu bidirin jî, gişt bi hev re li dijî Kurdan dibin wek gur …

Belkî bandora îtîrafên Sedat Peker ê nakokî û lewaziya rêveberiya hikûmet û dewletê hê zêdetir bike û pevçûna wan  ên navxweyî kûrtir bike. Belkî jî tîfaqa Tirk a AKP-MHP-Mafya-Kontrgerîlla a ku dewletê birêve dibe, ê dîsa li hev bê û mîna ku heta îro çawa bi hev re meşiyane, ê her wer dewam bikin…

Sedat Peker çi dibêje; ku bi mîlyonan kes bi baldarî û bi heyecaneke mezin vîdeoyên wî temaşe dikin? 

 

Gelo di îtîrafên wî de xeynî hinek nav û detayan, tiştekî nû heye? Wî di derbarê rastiya dewletê de heta niha tiştekî nû vegotiye? Ma kesên muhalîf, bi taybetî jî Kurdan ji mikurên wî tiştekî nû bihîstine? 

Gelo hê kî nizane, ku Suleyman Soylû û Mehmet Agar kesên mafyatîk û endamên kontrgerîlaya Tirk in? Heta îro kê nedizanî; ku serokê Tirkiyê Recep T. Erdogan, wezîrên hikûmeta wî û kesên derdorê gişt dewletê dişêlînin, ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî her tiştî dikin, xezineya dewletê wekî malê bavê xwe bikartînin, wê li kesên derdora xwe belav dikin?

Hê haya kê ji vê yekê tuneye; ku Erdogan û hikûmeta wî li Sûriyê, Kurdistan, Lîbya û Qerebaxê sponsoriyê ji cîhadîstên selefîst ên bermayiyên DAÎŞ û El Nûsrayê re dikin, Kurdan û xelkên herêmî didin kuştin û didin koçberkirin?!..

Ma heta îro ewqas tişt hate aşkerekirin; vîdeo û dengên wan ên ku ew bi xwe sûcên xwe îtîraf dikin, hatin weşandin; ewqas belge hatin deşîfrekirin. Jixwe Erdogan bi xwe jî tu bersivê tewanên derbarê wî de hatine kirin, nedaye û negotiye ‘na‘!..

Siyaseta Tirkiyê; CHP, ÎYÎP û hemû partiyên opozîsyonê heta îro ji bo guherandina rastiya vî dewletî û pêşîgirtina rejîma AKP-MHPê ya mafyatîk tiştekî bibandor negotine û nekirine. Berovajî vê yekê; di her biryarên stratejîk ên ku pê rejîm hê dijdemokrasî û despottir bû de, piştgirî dan hikûmetê…

Li derve jî; Yekîtiya Neteweyan, Rêxistina Mafên Mirovan a Navnetewî, Berdevkên Yekîtiya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, çapemeniya cîhanî û saziyên din gelek tişt vegotin, nivîsandin, gelek biryar standin, gelek rapor weşandin; lê ji bo guherandina helwesta hikûmeta Tirk tiştek nekirin, tu tedbîr nestandin, li dijî hikûmeta Erdogan tu kirdarî û ambargo nespandin. Herkesî têkîliyên xwe yên bi rejîma Tirk re, mîna ku rewşeke asayî li dar e, her dewam kir û hê jî dewam dikin…

Helwesteke psîkolojîk li dar e…

Peker bahsa pratîka dewletê ya ku bi salane ji hêla Kurdan û kes û komên muhalîf ve bi rojane tê rexnekirin, dike. Tiştekî nû li holê nîn e…

Tiştên ku Peker îtîraf dike; Kurd dizanin, Tirk dizanin. Amerîka, Yekîtiya Ewropayê, Rûsya û Ereb dizanin. Raya giştî ya cîhanî tev her sûcên Erdogan, ên rejîma wî û kesên derdora wî kirine, dizane. Herkes, her tiştî dizane, lê…

Mesele ne tenê deşîfrekirina rastiya dewlet û hikûmeta Tirk a mafyatîk e! Her tişt li ber çavan e. Mesele ev e; ku ev rewş ê çawa û ji hêla kê ve bê guhertin? Çare çi ye, çare kî ye? Xelk, kes û komên muhalîf û bi taybetî jî Kurd ê çawa ji vê şebekeya mafyatîk xilas bibin?! 

Li hundir û li derve herkes temaşevan e! Ne dozger, ne dadgeh, ne jî hêz û siyaseteke muhalîf heye! Li hemberî rejîma mafyatîk û kujer Kurd bi serê xwe tenê ne. Lê rastî jî li ber çavan e; rejîma Tirk diheje! Hinekî din sebir, hêvî, berxwedan… 

İlginizi Çekebilir

Yado Ciwan: Bir ‘Murad’ımız vardı..!
Yado Ciwan: Sedat Peker ve kırık ayna

Öne Çıkanlar