Pêşketinên îroyîn û li hemberî wan bertekên Kurdan bi giştî nîşan dide ku rewşeke nû li dar e û ev rewş ê neçar bihêle ku partî û organîzasyonên Kurd gişt siyasetên xwe gorî vê rewşê rast û dirûst bikin.
Dengê Kurdan ji bo pêşketinên Kurdistanî zêdetir derdikeve. Xelk meseleyên her çar parçeyên Kurdistanê wekî pirsgirêka xwe a sereke hiltîne dest û bertekê gorî wê nîşan dide. Rojekê pêşketinên li Rojava, rojekê ên li Bakur an ên li Başûr û rojekê jî pêşketinên li Rojhilat dibe rojeva sereke a Kurdan giştan…
Li hemberî vê rewşê, dewletên serdest ên Kurdistan dagir kirine Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye bi hevkarên xwe ên navdewletî ve dest bi lîstikan dikin ku Kurdan tim bêvîn û bêstatû bihêlin. Ji bo vê armancê pirsgirêkên navxweyî datînên hêlekê û hevkariya xwe xurttir dikin.
Êrîş, komkujî û dagirkirinên dewleta Tirk ên daîmî, jiyana wekî zindanê a li Rojhilat, li Iraqê lîstikên li ser Kerkûkê û hewildanên bi guhertana makeqanûnê jiholêrakirina statûya federalî a başûrê Kurdistanê û herwiha bi organîzasyoneke navdewletî dagirkirina Rojava ji hêla dewleta Tirk ve encama vê hevkariyê ye…
Ji 15ê mijdarê vir de li Îranê û rojhilatê Kurdistanê xelk li ser pê ye. Piştî ku hikûmetê sotemanî buhatir kir, serîhildan dest pê bûn û hê jî bi berfirehî li seranserê Îranê dewam dikin.
Ji ber ku navgînên wekî înternetê ji hêla hikûmetê ve hatine birrîn, di bidestxistina agahiyên rast de pirsgirêk tê jiyîn. Bahsa kuştina ji sedî zêdetir çalakvanan tê kirin û tê gotin ku piraniya qurbaniyan ji eyaletên rojhilatê Kurdistanê û ji Xuzistanê ne. Herwiha bi sedan bînayên bankayan û saziyên dewletê ji hêla protestovanan ve hatine şewitandin…
Gorî dîrokzan û pisporên siyaseta Îranê, ev serîhildan ji ‘şoreşa îslamî’ vir de a herî berfirehtir û girseyîtir e. Herwiha wer xuya ye ku mesele ne tenê buhakirina sotemaniyê ye. Kom û civakên ku ji rejîma îslamî a zordest nerazîne gişt rabûna ser pê û her kes ji hêla xwe ve nerazîbûna xwe tîne zimên. Di sloganên protestovanan de berteka li dijî desthilatdarên rejîmê û hilweşîn û guherîna rejîmê tê bilêvkirin.
Gorî dîmenên bi dizî hatine kişandin û bi rêya înternetê têne belavkirin de tê dîtin ku Kurdên Rojhilat rolekî wekî pêşengên serîhildanê dilîzin. Di sloganên wan de xwestekên siyasî derdikevin pêş; hilweşîn û demokratîkbûna rejîmê û xwedîbûna mafên netewî ên kurdî tê serziman. Slogana herî balkêş a ku di çalakîyên Kurdên Rojhilat giştan de tê qîrîn “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” e…
Li gel vê yekê wer xuya ye ku partî û organîzasyonên Kurd di polîtîkayên xwe ên rojane an jî ên pratîkî de qasî serdestan destê xwe zû nagirin û nikanin bersivê bidin rewşê. Helbet hewildan hene, lê rexne ji derengmayîn an jî ji derenghiştinê re ye.
Hat aşkerekirin ku di van rojên pêşiyê de nûnerên partî û organîzasyonên Kurd, 70 kes ê li başûrê Kurdistanê bi rojeva ‘yekîtiya netewî’ bêne cem hev. Yek ji wan nûneran, parlamenterê HDPê Îmam Taşçier derbarê vê yekê de dibêje, “Her kes ji yekîtiya netewî re dibêje ‘erê’. Lê ji bo avakirina organîzasyoneke ku vî rolî bilîze re zeman pêwîst e.”
Dema meriv yek bi yek li helwesta partî û organîzasyonên Kurd mêzeke, hinek bi kelecanî bin jî, ji bo siyaseta yekîtiyê heyecaneke wer bi giştî xuya nake. Tevgera Azadiyê bangên ji bo vê yekê tim dûbare dike, lê hêzên din piranî jê re bêdeng in.
Ew dem û zemanê yekîtiyê ê ku bahsa wê tê kirin ê kengê bê, nizanim; lê li pêş çavan e ku pêvajoyeke nû li dar e û motîvasyon û hestên giştî ên Kurdan jî gorî wê ye. Ji ber vê meriv dikane pirs ke; li hemberî hest, bang û berteka xelkê a ji bo yekîtiyê, bêdengiya siyasetê heta kengê?!..