Çend roj berê li Wêranşar a Rihayê 8 hunermendên ku di dawetan de stranên Kurdî distrên hatine girtin. Sûcê ku rayedarên dewletê avêtine ser wan ‘propagandaya rêxistina terorî’ ye. Wer xuya ye ku bi êrîşên bi vî rengî ve, dewleta Tirk aşkere dike ku ew êdî naxwaze li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê bi Kurdî were dengkirin.
Eger êrîş û hewildanên dewletê bi vî rengî tund û hişk bin û bertekên Kurdan a li hemberî wan wekî a îro nermik û sist bin, mimkûne ku di nava demeke kurt de Kurdî jî bi giştî were qedexekirin…
Îro li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê çi ji bo Kurdî, Kurdayetî, Kurdewarî û mafê Kurdan tê kirin, demildest wekî çalakiyên ‘terorî’ têne binav kirin û çi siyasetmedar, çi hunermend, çi nivîskar be hemû çalakvan têne binçavkirin û girtin.
Ji xwe ev çend sal in, bi destdanîna ser şaredariyên Kurd ve her çalakiya ji bo pêşxistina ziman û kultura Kurdî tê qedexekirin û li bakurê Kurdistanê hemû nîşaneyên Kurdewar ji holê têne rakirin. Bi siyaseta qayiman ve vîna Kurdan wekî ku tune ye, tê hesibandin.
Yanî siyaseta dewleta Tirk a ji 1925an vir ve bi Planê Sererastkirina Rojhilatê (Şark Islahat Plani) ji bo tunekirina hebûn û şopên Kurdan, Kurdayetiyê û Kurdewariyê tê bi rê ve birin, her bi israr tê berdewamkirin. Planê Sererastkirina Rojhilatê wekî binavkirina lêkolîner Mehmet Bayrak ‘lîstika mirinî a dewleta Tirk a bi Kurdan re’ ye û armanca wê dagirkirina Kurdistanê û tunekirina nasnameya Kurdî ye. Şêwazê pêkanîna vî planî jî bi singû yanî şer e û siyaseta kulturî jî asîmîlasyona bi darê zorê ye…
Dewleta Tirk belkî ji salên 1990iyan vir ve bi dagirkirina hinek herêmên başûrê Kurdistanê ve Planê Sererastkirina Rojhiltê hê berfirehtir kiriye û nahêle ku Kurd li parçeyên din ên Kurdistanê jî bi aramî jiyana xwe bi pêş ve bibin. Bi taybetî piştî şerê li Sûriyê, siyaseta dewleta Tirk a dijkurd wergeriye wekî siyaseta li seranserê cîhanê tunekirina Kurdan û Kurdewariyê!..
Belkî bi Planê Sererastkirina Rojhilatê ve Bakur û Kurdên Bakurî hatibû hedefkirin, lê îro ji bo tunekirina hebûn û şopên Kurdan planên hê berfirehtir li dar in. Rayedarên Tirk daxwaziyên xwe yên bi vî rengî qet venaşêrin jî. Amadekariyên dagirkirina rojavayê Kurdistanê, tunekirina hebûna Kurdan û bicîhkirina Erebên penaber ên li Tirkiyê ne, tê kirin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep T. Erdogan vê daxwaziyê û vî planî pir bi aşkereyî li kursiya Yekîtiya Neteweyan (YN) li pêş çavên nûnerên hemû dewletan tîne zimên. Her wiha Erdogan ji bo pêkanîna vê paqijiya etnîkî a Kurdan alîkarî ji hemû dewletan, bi taybetî jî ji dewletên rojavayî dixwaze û a balkêş ew e, ku tu kes tu bertek nîşanî vê yekê nade.
Tirkiye bi piştgiriya Rûsya û bêdengiya dewletên rojavayî Efrîn a rojavayê Kurdistanê dagir kir, Kurd jê derxistin û şûna wan çeteyên selefîst-cîhadîst bicîh kir. Rêveber tayîn kirin. Nasnameyan belav dike. Saziya postayê ava kir. Di dibistanan de Erebî û Tirkî dide fêrkirin. Ji çeteyan qaşo arteşek ava kiriye û niha jî fakulteyên girêdayî zanîngehên xwe saz dike!…
Amadekariyên dagirkirineke bêdawî li dar in..
Yanî di sala 2019an de, yanî di vî çax û demî de dewleta Tirk bahsa tunekirina Kurdan dike û ji bo vê yekê alîkarî ji cîhanê dixwaze û tu kes jî li hemberî vê hişmendiya jenosîdxwaz tiştekî nabêje!..
Ev tê wê maneyê ku îro an sibê li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê Kurdîaxaftin jî ê bê qedexekirin û dîsa deng ji tu kesî dernakeve!..
Rewş qasî dema Şêx Saîd, Agirî û Dersimê cidî ye…
Çare tenê di destê Kurdan bi xwe de ye: Li hemberî hêzên serdest û derveyî yekîtî û dîplomasiyekî giştî û hevpar û ji bo Kurd û Kurdistaniyan jî siyasetên ku jiyanê aramtir, xweşhalî, rengînî û dengînî bike… Potansiyela Kurdan bi xwe têrî vê yekê ye. Lê?!..