Halil Dalkılıç: Şerê Ûkraynayê, ewlehiya Amerîkayê, F16, mirina kurdan…

Yazarlar

Tê gotin ku, “di demê şer da berî her tiştî ‘rastî’ tê kuştin!” Wekî bûyereke nû, hikûmetên rojavayî çavê tevahiya mirovahiyê vegerandine ser vî şerî û ev mehûnîvek e ku çapemeniya cîhanê tenê bahsa vê mijarê dike… 

Wekî her şerî, ev şer jî jiyana bi mîlyonan însanî hildiweşîne û dibe sedemê trajediyeke mezin a mirovî. Dagirkeriya Rûsyayê ya li Ûkraynayê dibe sebebê mirina bi hezaran û bê cihûwarmayîna bi mîlyonan însanan. Zirara ji ber pêkhateyên navnetewî yên bi vî şerî ve girêdayî bi giştî helbet hê nema tê hesabkirin û pîvandin. Ji niha ve li seranserê Asya û Ewropayê jiyana xelkê ya aborî ketiye bin bandora neyînî ya vî şerî.

Wer xuya ye; ku sîstem û pergala cîhanê û tekilî û tifaqên navdevletî ji bo serdemeke nû xwe jinû ve organîze dikin. Bi taybetî dewletên rojavayî û raqîbên wan Rûsya û Çîn teknîk û taktîkên xwe yên şer nû dikin û ji bo vê yekê di nava hewldanên berfirehkirina hevkaran da ne. 

Helbet di nava vê tevlîheviyê da rastiya mirovî di erdê ra tê kaşkirin. Her roj têgih û gotinên wijdanî ji zimanê berdevkên dewletên mezin dirije. Ew bi xwe sedemê her nexêrê û şeran bin jî, wekî her carê îro jî di şerê di navbera Rûsya û NATOyê da bi gotinên însanî trajediya ûkraîniyan difiroşin û hewldidin xwe bi xwîna ûkraînîyên mazlûm pak bikin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden di derbarê Serokê Rûsyayê Wladimir Pûtînî da gotiye ku “ew sûcdarekî şer e û jiber sûcên ku leşkerên rûs li Ûkraynayê dikin, divê bê darizandin.” Joe Biden herwiha Pûtîn wekî “komkujerekî” binav kir.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî gotiye, ku êrîşên arteşa rûsî ya li Ûkraynayê wekî “sûcên şer ên kirêt” binav kiriye û gotiye ew ê “ji bo cezakirina faîlên vî şerî û darizandina wan a li dadgeha navnetewî bi tifaqên navnetewî çi ji destê wan tê, ê bikin.” Wekî tê zanîn; heman Olaf Scholz ji bo navbeynkariya di şerê li Ûkraynayê da alîkarî ji serokê rejîma destpot a Tirkiyê R.T.Erdogan xwestibû û ji bo vê yekê çûyîbû Ankarayê.

Amerîka û Yekîtiya Ewropayê li hemberî dagirkeriya Rûsyayê êş û trajediya ûkraînîyan bifiroşin jî, di heman demê de pişta Erdoganî ku hilweşandina jiyana kurdan ji xwe re kiriye huner, germ dikin…

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bang li Kongreyê kiriye, ku “ji Tirkiyê ra firotina teyareyên şer ên F16an bê qebûl kirin; ku ji bo berjewendiyên ewlehiya Amerîkayê û yekîtiya NATOyê ya demdirêj firotina van teyareyan karekî pêwîst e.”

Bi dehan salan e, ku Tirkiye teyareyên şer F16an tenê li dijî kurdan bikar tîne û bi wan li sê parçeyên Kurdistanê tenê kurdan dikuje. Di heman dema ku rejîma Erdoganî bi teyareyên amerîkî û tankên almanî êrîşî kurdan dike, Amerîka û Yekîtiya Ewropa ji bo ku ew di şerê Ûkraynayê da bi Rûsyayê ra hevkariyê neke, bi dilê Erdoganî dikin, diherin ber lingên wî û ambargoyên ser rejîma tirk radikin.

Di van rojên ku pişta Erdoganî ji hêla dewletên rojavayî ve tê germ kirin, zindanên Tirkiyê ji bo kurdan dîsa bûye wek dojeh û her roj kurdek bi êşkenceyê tê kuştin.

Helbet Tirkiye F16ên ku Amerîka dixwaze bifiroşe wan ê li dijî Rûsyayê bikar neyîne û herkes jî dizane ku ew ê tenê ji bo kuştina kurdan bên bikananîn…

Li hemberî van pêşketinan meriv ji xwe da dibêje; gelo ji bo ewlehiya Amerîka û Ewropayê û demdirêjiya emrê NATOyê pêwîstî bi jiholêrakirina kurdan heye; ku ên jiber kuştina ûkraîniyan Pûtîn wek “komkujer” binav dikin, pişta Erdogan ê ku di bin rêveberiya wî de her roj kurd têne kuştin wer germ dikin?!. 

Gelo ji helwestê Amerîka û dewletên ewropî gereke mirov çi fam bike?!.

İlginizi Çekebilir

Kemal Okutan: Yerel Demokrasi Örnekleri
Hakan Tahmaz: Ukrayna Savaşı Büyüyor

Öne Çıkanlar