Li Tirkiyê piştî hilbijartina serokkomariyê bi taybetî rewşa hilweşiyayî ya aboriyê, enflasyon û xizaniya xelkê gîhişt radeyeke ku êdî nema bê veşartin. Hikûmeta tirk hem bi darê zorê mafê xelkê yê xweîfadekirinê û yê protestoyê asteng dike û hem jî vê rojevê ji bo paşguhkirina pirsgirêkên din ên jiyanî, ên wekî mafê kurdan û azadiya civakî bikar tîne.
Li Tirkiyê ne tenê hilweşîna ekonomiyê, herwiha di siyasetê da hilweşîna opozîsyonê yanî muhalefetê jî tê jiyîn. Partiyên opozîsyonê bêmecal in û bi taybetî opozîsyona tirkî (CHP, ÎYÎP û yên din) bi awayekî objektîf xizmetî cîsaxlemkirina desthilatdarê dikin. Bi meseleyên xwe yên hundirîn ewqas mijûl in, ku di hilbijartinên herêmî yên ku bihara sala têyî (2024) bên lidarxistin da ew ê helwesteke çawa nîşan bidin, qet ne diyar e. Jixwe partiyên tirkî bi giştî xwe di siyaseteke nasyonalîst a bi rengê îslamî de ase kirine.
Lê derdê me hal û rewşa kurdan e…
Rewşa siyaseta demokratîk a kurdan tam wekî ya opozîsyona tirkî nebe jî; ew rewşeke wekî ji rasyonalîzmê dûr, razber û siyaseteke di siloganan de xwe asekirî nîşan dide. Bi çi sedemî pêk tê, ev mijara gengeşiyeke din e; lê siyaseta demokratîk a kurdî xwe bi giranî bi siyaseta opozîsyona ra angaje kiribû. Pir zêde Ankarayî bû û bi ruh û pratîkî ji Amedê dûr ket. Di nav siyaseta demogojîk a hikûmet û opozîsyona tirkî da çû û hat û ji rojevên xwe yên esasî dûr ket. Ev çend sal in xeynî êrîşên leşkerî yên arteşa tirk ên li Rojava û başûrê Kurdistanê rewş û mafê kurdan qet nabin rojeva siyaseta Tirkiyê û herwiha ya kurdan. Di pêvajoya hilbijartina serokkomariyê da jî siyaseta kurdî ya demokratîk nikanî mafên kurdan ên civakî, kulturî û demokratîk bîne rojevê û bike mijarên gengeşiyê…
Hem êrîşên dewletê hem jî xwe dûbarekirina siyaseta kurdî ya sereke û problemên navbera hêzên kurdî ên li her parçeyan sedemên sereke ên vê rewşê ne. Dewleta tirk li Rovava û li Başûr bi êrîşên leşkerî û li Bakur jî bi siyaseta qeyûman bi êrîşa ser jiyana civakî ya kurdî li seranserê Kurdistanê rengê kurdî û kurdistanî da çilmisandin.
Ji meseleyên giştî wêdetir, eger tenê li ser rewşa civakî ya Bakur bê deng kirin; pêwîstîya bi avakirina siyeseteke ku êrîşên bi destê qeyûman li ser civakê tên kirin bêbandor bihêle û nirx û mafên kurdan ên civakî, kulturî û demokratîk biparêze û bipêş bixe, heye. Siyaseta demokratîk a kurdî di hilbijartinên herêmî yên sala 2014an da rêveberiya 102 şaredariyan bi destxistibû. Sala 2019an da jî li hemberî ewqas êrîşên dewletê, namzetên kurd ji bo rêvebirina 65 şaredariyên li Kurdistanê hatibûn hilbijartin. Mixabin bi siyaseta qeyûman a di 7 salên vê dawiyê da qadê civakî hate hilweşandin û rengê û hişmendiya kurdî di jiyana rojane da hate lewazkirin.
Wekî ku şaredarê girtî yê Amedê Selçûk Mizrakli formûle dike: “Qeyûm, garnîzonên êrîşê yên li ser hişmendî, nasname û kultura civakî û pêşeroja civakê ne.“ Mizrakli yê ku 9 sal û nîv zêdetir ceza lê hatiye dayîn û 4 sal in di zindanê da ye, rewşa îro ya lewaz a siyaseta demokratîk bi bêhelwestmayîna li hemberî siyaseta qeyûman îfade dike û van pêşniyaran dike: “Siyaseta qeyûman ji bo dîzaynkirina siyaset û jiyana civakî êrîşa herî mezin a li ser sosyolojiya kurdî ye. Ev kolonyalîzmeke nû ye û êrîşeke sosyo-polîtîk, psîko-polîtîk, ekonomîk û eko-polîtîk e û li dijî civakê wekî laboratuwarekê tê bikar anîn. Lê ew wer nehate famkirin û heta îro nehate bêbandor hiştin. Li hemberî vê yekê sekneka saxlem a rêxistinî û xwedîbiryar pêwîst e…“ (Mûjdat Can/MA)
Helbet bo demokrasiyekî nûjen li seranserê Tirkiyê siyaseteke demokratîk pêwîst e û jixwe programa HDK û HDPê jî li ser vê yekê ye. Lê bi bêbandorhiştina DBP û DTKê û bi HDPê xwe asekirina bi siyaseta parlamenterîzmê ya li Ankarayê siyaseta demokratîk a kurdî hê lewaztir bû û li bakurê Kurdistanê jiyan bi tevahî ji êrîşên dewletê yên bi destê qeyûman tê kirin re vekirî hate hiştin. Siyaseteke kurdî divê cîgayîtir yanî hê zêdetir herêmî û lokal be. Ew li herêmê, li Bakur çiqas bi rêxistinî û bi hêz be, ew ê li Ankarayê jî ewqas bihêz û xwedî deng û bandor be. Ji ber vê yekê xwe jinûve rêxistinîkirina siyaseta demokratîk û xwe amadekirina ji bo hilbijartinên herêmî yên adara 2024an girîng in…