Li gundê me (Gundê Yali ê Maxikan, Dîlok) li hinda tirbên gundiyên me tirbên cihê yên li ser wana nivîsên ku me jê fam nedikir hebûn. Çend xirabeyên bi kevirên gir nîşan dida, ku beriya ên me hatine wir û ew der ji xwe re kirine wekî warekî, kesên din li wir jiyane. Berê kî li wir jiyaye, kesekî nedizanî. Herwiha gundiyên me dizanîn ku ew ne Kurd bûne; lê ji ber ku ji xwe re pirr nêzik, mîna xism û meriv dîtine ku tirbên xwe li hinda yên wan, di nava hev de çêkirine…
Ew tirbên ku di zaroktiyê de em di nava wan de dilîstin û nivîsên pir ecêb li ser wan hebû heta îro ji bîra min neçûne. Îro em dizanin ku ew tirb ên Ermeniyan in. Lê zar û zêçê wan Ermeniyan kengê û çima ji wir barkirine û çi hatiye serê wan, kesek ji me nizane!..
Li Dîlokê mirateyên ji Ermeniyan mane tev ji hêla dewleta Tirk ve hatine talankirin. Dewletê hinek dêrên Ermeniyan kiriye zindan, hinek jî çayxane û hinek ji wana jî wekî mizgeftê bikartîne…
Di sala 1980yê de dema li Tirkiyeyê cûntaya leşgerî desthilatdarî bi darê zorê hilanî destê xwe, mîna bi dehhezaran kesên din, bavê min jî xistin zindanê. Wê çaxê di hefteyê de carekê me dikanî jê re xwarinê ji mal bibira zindanê. Her roja înê diya min sewa bavê min xwarin çê dikir. Min navê wî li ser kîsê xwarinê dinivîsand û li sûka bajêr datanî cihekî.
Paşê jî ji zindanê dihatin û ew dibirin. Mehê carekê jî em diçûn hevdîtinê. Di korîdoreke teng û tarî de bi dehan kes bi hev re li paş têlên bi tengî hatine rêsandin ji bo çend deqîqeyan li nava çavên hev mêze dikirin û halê hevdu dipirsîn. Ew der di çavê minî zaroktiyê de mîna ku cihekî tijî sir e bi min dihat.
Çend sal şûnde ew zindan restore kirin û du mînareyên bêeleqe pêve kirin. Dema ew wekî zindanê dihate bikaranîn, mirov pê nedihesiya ku ew avahî dêreke Xirîstiyanan e. Piştî restorasyonê dema min ew dît, xemgîniyekê bi min girt. Ew dêra St. Mary a Ermeniyan a ku di sala 1892yan de hatibû avakirin, kiribûn wek mizgeftekê û navekî wekî ‘Kurtuluş Camii‘ lê kirîbûn. Heyfa mirov lê dihat; qey ji bo çêkirina mizgeftekê tu cihê din nema bû!..
Li Dîlokê dêreke din a Ermeniyan a bi navê Dêra Kendîrlî a ku di sala 1860î de hatibû avakirin jî ji bo mamosteyan kiribûn çayxaneyekê. Di destpêka salên 1990î de, dema ez xwendekarê zanîngehê bûm, em diçûn lokaleke ku jê re digotin ‘Mala Mamosteyan’. Qatê jor wekî Midûrtiya Perwerdeyê û qatê jêr ê ku li havîne pirr hênik û li zivistanê ewqas germ bû jî wek çayxane dihate bikaranîn…
Tê gotin; di dawiya sedsala 19’an de li Dîlokê ji her çar kesan kesek Ermenî bûye. Lê îro tu kesî ku Ermenîtiya xwe bi aşkereyî bîne zimên êdî nemaye!..
106 sal berê li Stenbolê dora sê hezar rewşenbîr, nivîskar, hunermend, mamoste û parêzêrên Ermenî di berbanga roja 24ê Nîsana 1915an de ji malên xwe têne girtin û birin. Ew careke din nema vedigerin malê û tu kes wana li tu deran nabîne. Û di hundirê çend rojan de di nava sînorên dewleta Osmanî de bi destê nijadperestên Tirk ên Îttîhatperwer qirkirina Ermeniyan dest pê dike.
Ne tenê ew rewşenbîr, ne bi hezaran û sed hezaran kes; tam milyonekûnîv zar û zêç, kal û pîr, jin, mêr û ciwan tên qirkirin û yên mayî jî ber bi welatên xerîbiyê ve tên sirgûn kirin. Piraniya yên ku têne sirgûnkirin jî an di rê de têne kuştin an jî ji ber birçîtî û nexweşiyan jiyana xwe ji dest didin…
Ermeniyên ku ji wê qirkirinê saxmayî tev bi bîranîn û êşên xwe li seranserê cîhanê belav bûne. Serdestên Tirk jî bi talankerî dest danîn ser nirx, kultur, mal û milkên wan. Mîna jiyan û hebûna wan, herwiha nav û mîrateya wan jî ji holê rakirin û talankirin. Tirbên wan û êşên wan jî ji me Kurdan re mane!..
*
Jêrenot: Ev nivîs a ku di roja 24.04.2013yan de di rojnameya Yeni Ozgur Polîtîkayê de hatibû weşandin, hinek hat rojevîkirin…