Halil Dalkılıç : Yekrengî  bêrengî ye!..

KurdiYazarlar

Dewleta Tirk wekî dewletekî bi nasnameyeke ji hêla etnîkî ve ‘Tirk’ û ji hêla olî yanî dînî ve jî ‘misilmanê sunî’ hatiye damezrandin. Heta îro rastgir an çepgir ji kîjan hişmendiyê partî desthilatdar bûne, ji bo pêkanîna vê yekê xebitîne û ji bo vê yekê çi lazim be; asîmîlasyon, komkujî, talan, tecawiz û sirgûn, her tişt pêk anîne. Îro jî ev polîtîka bi taybetî li dijî Kurdan li dar e…

Li ser mîrasa serdema Osmaniyan a pir etnîkî û pir dînî, hate xwestin ku neteweyeke bi yek rengî, yek dengî û yek nasnameyî bê afirandin. Siftê bi ‘tirkkirina Îzmîrê’ ji xirîstiyanan dest pê kirine (1914) û dû re bi qirkirina Ermenan dewam kirine (1915). Serdestên Tirk piştî jiholêrakirina nifûsa xirîstiyan (rûm û ermen), ji 1920an şûnde, bi taybetî jî bi Planê Sererastkirina Rojhilatê (1925) berê xwe dan Kurdên elewî û misilman û dest bi qirkirin, sirgûnkirin û asîmîlasyonê kirin û ev polîtîka hê jî berdewam e…

Siftê xirîstiyan û mûsewî û paşê jî Kurd…

Armanc; yek dewlet, yek netew, yek ziman, yek dîn. 

Wer xuya ye ku rayedarên dewletê ji encamên polîtîkayên xwe yên qirkirin û sirgûnkirina xirîstiyan (Ermen, Rûm) û mûsewîyan îkna nebûne ku rojên 6 û 7ê îlona 1955an ji bo darbeya mirinê lê bidin, bi hêzên resmî, kontra û kes û komên hatina organîzekirin cardin êrîşî wan kirin. Di êrîşan de li 12 navçeyên Stenbolê 15 kes hatine kuştin, nêzî 600 kesan hatine birîndarkirin, êrîşkaran tecawizî 200 jinan kirine û 4 hezarî zêdetir dikan, hezar xanî, 73 dêr, 3 sînago û manastir, 1 goristan û 21 febrîqa di nav de, bi tevahî 5 hezar 622 mekan hatine hilweşandin û talankirin. 

Nifûsa Stenbolê beriya 1914’an ji sedî 40, gorî hejmartina 1927an ji sedî 31 û gorî hejmartina 1955an ji sedî 12 xirîstiyan bûye. Lê ew îro qasî 50 hezarî nemane…

Li Tirkiyê di nava sed salan de Ermen, Rûm û mûsewî gişt hatin tunekirin.

Lê Kurd hê jî li ber xwe didin û dewlet hê jî bi heman hişmendiyê li dijî wan di nava êrîşê de ye; şer, êrîş, dagirkirina Bakur, Başûr, Rojava, hilweşandina Sûr, Cizîr, Gever, Gimgim, Şirnex, Nisêbîn û desteserkirin û talankirina şaredariyan…    

Îro hem li bakurê Kurdistanê û hem jî bi dagirkirina Rojava û Başûr demografî tê guhertin, Kurd tên sirgûnkirin û li şûna wan civakên Ereb û Tirk têne bicîkirin. Ji xwe li gel siyaseta şer, înkar û tunekirinê, bi her saziyên dewletê ve bi her şêwazê polîtîkayê asîmîlasyon jî bi tundî tê dewam kirin. Hebûn û vîna Kurdan tê lewazkirin, di jiyanê de dengê wan tê birrîn, rengê wan, bi giştî kurdewarî tê çilmisandin… 

Wer xuya ye ku dewlet ê di siyaseta ‘yek dewlet, yek netew û yek dîn’ê de destê xwe qet sist nake. Ji hêla siyasî, aborî û dîplomatî de pir xitimî be jî, hemû polîtîkayên xwe li hember pêşketinên çax û demê pûç û riziyayî mabin jî, wekî meseleya hebûn û nebûnê, înada xwe dewam dike. Tirkan jî ji vê polîtîkayê zirar dît; ew bi xwe jî nikanin xwe rast îfade bikin, ji hêla dîrokî, civakî û kulturî ve kî ne û xelkekî çawa ne!?..

Neteweke yekrengî armanc kirin,  lê civateke bêreng û bêreng afirandin. 

Di 6-7ê îlona 1955an de li dijî xirîstiyan û mûsewiyan hêzên aşkere û dizî ên dewletê bi girseyên organîzebûyî ew êrîşana pêk tanîn, îro li hinda arteş û polîsên dewletê çeteyên selefîst ên hov ên ji xelkên biyanî û girseyên organîzebûyî ên ku Kurdan wek dijmin dibînin li ser kar in. 

Heta ku ev feraset neguhere, tehdîda jiholêrakirina hebûn û vîna Kurdan ê her dewam bike. Ji ber vê yekê divê Kurd ningê xwe saxlem li erdê deynin û hem ji dîroka xwe û hem jî ji a xelkên cîran qut nebin ku nekevin rewşa wan…

İlginizi Çekebilir

Günay Aslan : Atatürk Kürtlerle Türkleri birleştirebilir mi?
Osman Aytar : Kürt ve Kürdistan’ın ‘demokrasi cazibesi’nin ağırlığı mı?

Öne Çıkanlar