Av, çavkanîya jiyanê ye. Tenê çavkanîya jiyîna zindîyan nîne, di heman demê da jî, di însanbûyîna însan da rolekî bêhempa lîstiye. Wek alîkarek, kar û barên însanan sivik, wek amûrekî li ber destê insanan, jiyîna însanan hêsan kiriye, pêşve biriye û pêşî li pêşveçûnê vekiriye. Av, bi destê însanan girtiye, ji çandin û çininê, ji zanistên fen, mîmarî û endezyariyê, heta çand û hûner, avabûn, beralîbûn, veguharîn û sosyolojiya însanan, însan perwerde kiriye. Raman, îlham û sêwirîn da ye. Bûye dînamîzma afirandina insanan. Ji ber jiyîndayinê, di zîhnê însanan da wek ax, agir, hewa di çêbûn- çêkirin, afirîn-afirandin, heyîbûn-heyîkirina dinyayê da elementekî esasî hatiye dîtin. Bi vê boneyê, av, rênîşandera fama çerxa kaînatê, kirde ya bûyîna felsefeyê ye jî.
Diyalektîka avê, çawa di felsefeya pozîtîf da qada çavdêrî û cêribandinê ye, ewqas jî di felsefeya skolasîzmê da qada pergala sabîte û Xwedayî ye jî. Di vî alî de bi bandordarekî girîng, felsefeyên ol û baweriyan mijandî ye.
Xwedayî, tê maneya “bi xwe” di xwe da ” heyî, heyîkirin,” û di xwe da derxistin, “zayîn” e. Yanê, Xwedayî “peyda û dayende, mak û dayik” e. Wê demê, di xwe da afirandin bûyerekî derasayî, ew afirandî jî di xwe da pûxteyên afirînde dihewîn e. Afirînde û afirîndî, di wicûda heyî da bi cih û yek in, yanê wehdet in. Di keriyê pergala mezin da yek in. Ji yek puxteyê ne û puxteyên hev in.
Di çerxa pergala mezin a kaînatê da, her bûyîna kainatî di çerxa jêrpergala xwe da diçerixe. Di wê dewr- û daime da , bûyîn, her carê qafik, reng, kîsik, şikl û hwd. winda bike jî, rih, her dayîm di pergala xwe da kiras veguhartî ne, winda û bê tinebûn di dewr-û daîma xwe da ye. Rih, dişîbe halê avê yê buxî û hilmî. Av, di navbera erd û ezman da dewr-û daîm e. Av di dewr-û daîmîya xwe ya sê halî da kiras vediguharîne. Afirînde û afirîndî ye. Di wicûda pergala mezin da afirindî, di jêrpergala xwe da afirînde ye.
Ew pergala donadon, dewr-û daîm, kirasveguhatin di ezelê da heyî ne, heta ebedê jî heyî ye.
Eger pirsa wa ji me hewe em kî ne
Navkî me erd yek ezman û yek av bû
Nêçe hezar salan em li hev çerx bûn hu hu
Wê wextê jî navekî me melek bû hu hu
*
Heftê hezar carî me hal beyan kir hu hu
Wê waxtê jî navekî me tûfan bû hu hu
*
Wê waxtê jî navekî me çelan bû hu hu
Yekî me çel, çelî me yek hate dîn hu hu
Sira Elî sulba me da hat zimên hu hu
Wê waxtê jî navê me qizilbaş bû (1)
*
Şirove:
Eger hûn ji me dipirsin em kî ne?
(Taa ji duh ve) Navê me erd, ezman û av (e) bû. (Yanê navê me Xwe-za, Xwe-dê, Xwe-da ye.)
Nêçe hezar salan em (erd, ezman, av) li hev çerx (dewr-û daîm) bûn. (Rih da hev.) Hu Hu (Xuda, Xuda).
(Di) Wê waxtê (çerx bûn û rihdayînê da) jî navekî me melek (afirînêr, rih û can dayende) bû.
Heftê hezar carî me hal (û ehwalên xwe, guharîn û veguharînên xwe, bi zimanê xweza û beşer, di kîjan şikl, reng, dirûv, can û rihê da aşkere, ayan û) beyan (li ber çavan xweyî) kir.
Wê wextê (di wê demê da) jî navekî me tofan bû (me hilweşand û ji nû ve çêkir, afirand) Hu Hu (Xuda, Xuda)
(Di vê guharîn û veguharînê da) Demekî jî navê me çelan (çel pak-î dil) bû. (Li qata berz, li cem afirînêr ), Hu Hu ( Xuda, Xuda).
Yekî me (di xwe da) çel ( çel pak-î dil), çelî me (çel pakî-î dil pak) yek hate dîn (dîtin. Me xwe, di hev da hewand, kerî û bitûn, bitûn û kerî, xwe wekhevî), Hu Hu (Xuda, Xuda).
Sira Elî, (sira gewre, raza berz, raza bilind, sira hebûn û tinebûnê, guharîn û veguharînê, dewr-û daîm bûyînê, sira Wahdetê Wicûd) di sulba me (beşer, meriv, merdim, mordem, ademîzad) da hat ziman, Hu Hu (Xuda, Xuda).
Wê waxtê (zemanî) jî navê me Qizilbaş (Ehl-î Heq, Kumsor, Elewî) bû, Hu Hu ( Xuda, Xuda).
Temara ol û bewrîya Kurdan di du şaxan da gihîştîye roja îro. Şaxek, bi şiroveya zîhnîyeta mêr bi bandordar, ji Mazdeîzmê, li ser Zerdeştîyê ve Mîtraîzm û ji wir ve dîn -î Brahîm Îslamîzm e. Şaxa din jî, dîsa ji temara Mazdeîzm û Zerdeştîyê ve dijberî bandora zîhnîyeta mêr, bi perestîşa Xwe-dê (Mother Earth) Herda Dewrêş (2) ve rê ya Êzdanîzm, di serî da Rêya Heqîyê (Qizilbaş-Kumsor), Yarsan û Êzdayîtî ye.
Her çiqas bi darazorê be jî, Kurdên ku ji xwe re bi rêya Brahîm ola Îslamîzmê pejirandine, bituna felsefeya Îslamîyeta ku bi çanda Ereban bi bandordar e, nepejirandine. Di felsefeya Îslamiyetiyê da, felsefeyên baweriyên xwe yên berê jî bênder kirin e. Em rêça Donadon, Dewr û Daîm û Kiras Vedguhartin ê di Qesîdeya Feqiyê Teyran “Ey Av û Av!” da, Wehdet ê jî bi zelalî di qesîdeyên “Şêxê Sen’anî da dibînin.
Lazim bi îşqê hal tu yî
Bê dev î pir ji sirra qudretê (3)
Şirove:
(Av!) Lazime bi zimanê hal (Kiras guharîn û dewr û daîm) eşqê xwe bînî ziman.
(Lê) bê dev (ziman,) bibî jî, bi sirrên qudretê tijî yî.
*
(1) Ji duwaz a Qizilbaş. (Alî Sîzer)
(2) Denîz Dilşa Yol/Rê, (Dersim Înanç Sembolîzmî Antropolojîk Bîr Yaklaşim) Bi Antropolojîyê nezikbûnek Remzê Baweriya Dersîm.
(3) Ji Qesîdeya “Ey Av û Av” Dîwan a Feqiyê Teyran