Hasbey Köksal: Asûman Vê Carê Min Dikuje

KurdiYazarlar

Min du caran li pey hev li bişkoja zengilê derî xist. Li benda vebûna dêrî, wer li ber derî sekiniyam. Hevalê min Mistefa kesekî piçek guh giran bû. Guh giraniya wî ji ber nexweşiyek an jî ji pitiktî û zaroktiya wî de nedihat. Dema ku em di zanîngehê de xwendevan bûn, di çalakiya şermezarkirina êrişa Devleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Konabaniyê de, bombeya bideng a ku ji aliyê polîsan ve hatibû avêtin, di bin guhê Mistefa de teqiyabû. Ji wê rojê pê de guhên Mistefa piçekî kêm bihîstî bû.

Mistefa, ew guh giranbûyîn ji xwe re qet nedikir xem. Tew! gotinek yan jî meseleyet ku nedihate hesabê Mistefa, guhên xwe hêj bêtir dida ber kerriyê. Kesekî  jîr, rewanbêj û nuktedan bû. Ji henekan henek derdixist. Demekî dirêj hes û bes bi derî neket. Vê carê min dûr û dirêj li bişkoja zengilê derî xist. Bêsebir, çavên min li derî, guhên min li dengekî sekiniyam. Her ku diçû bêntengiya min zêde dibû. Doh ji min re telefon kiribû. Li benda min bû. Got, ‘Were, karekî min bi te heye”. Min kir nekir qala kar nekir. Tenê got, ‘Tu were û were, di vê saetê de li benda te me’. Endîşedar bûm. Ka Mistefa guhgiran e, lê Asûman jî guhgiran e!? Di xewa kûr de bi dengê vizikê hişyar dibe Asûman…! Vêga, min him li zengilê derî da, him jî li derî xist. Na, derî kerr û lal bûbû.  Gelo tiştek hate serê van? Bi dehan tiştên neyînî di hişê min de derbaz bûn. Xwedê neke, ya vana ocaxa gazê vekirî ma… ji ber xwerinekî bi jehrê ketin… Diz miz kete malê tiştek bi wan kir…

Dem, dema xewê jî nîne! Ew e dem vedigere danê êvarê, heta nîvroyê xew dibe…!?  Hevşabûnê de bûn, ez di ser de hatim çi bû… Di ber xwe de bişirîm. Tobe tobe,  Tiştê ku tê aqilê min.. Nizam di rewşa wiha de çima tiştên herî neyînî û xirab guje guje aqilê meriv dike… Hema Mistefa bi xwe bang li min kiribû! ‘Saet li derdorê nivroyê’ gotibû. Belkî jî  karekî lezgînî derket ew û Asûman ji ber wî karê derketine der… Xaftila telefon hate bîra min. Min di bêrika pantorê xwe de têlefonê derxist, ekrana telefonê vekir, di lîsteya navan de li navê Mistefa digeriyam ku, tiqinî bi derî ket. Di destê min de telefon, çavê min li derî wer mam. Derî bi qasê bostekî vebû, di navbera wî bostekî de rûyek xuya kir. Rû di nav xwinê de bû. Enî, hinarik, gep, çenik, gewrî te digot qey xwînê pixe serî û çav kirine.

Li rû de rengê zer û sor li hev qelibî bû. Di bîbikê çavan de birqîna bişirînekî sûçdar û şermok li ber çavê min ket. Xwîn ji temarên min vekişiya, mêjû li min sar û germ bû. Pir nema ku bikevim herdê. Min xwe bi zorê ragirt. Li rûyên xwinî, lêvên xwîn pekî ji hev vebû, bi dengekî nizm û germ got; “Birako tu hatî?” Bi dengê rûyê xwinî, ji xwe ve hatim. Bê hemd û amad di devê min de çekuya ” herê” rijiya. Di heman demê de jî min mil li derî da, derî heta dawî vebû. Mistefa ji paş derî heta nîvê antreyê pekiya. Destika kêrê ya bi xwîn ji destê wî de kete ser xalîçeyê. Qey çavê min li kêrê neket…!? Gavekî min li aliyekî şêmûgê, gavekî min jî li aliyekî din ê şêmûgê, di dêrî de qîrewîr bi min ket.

“Mistefa te çi kir Mistefa…? Ew çi xwîn û xirar e tu têdayî…? Lawo çi bû…? Ka Asûman li ku ye…? We pevçûya…? We îşek anî serê hev…? Ew kêra bi xiwîn çiye Mistefa? Lawo çima bersiv nadî? Xwedê neke te Asûman…?” Devê min negeriya ku bibêjim ‘te Asûmanê kuşt?’ Bêhn li min kêm bû. Çavên Mistefa li ser min, bi gotin û halê min dikeniya. Herdu baskên xwe wer tiştekî hembêz bike vekir, ji min re got; “Çi qîreqîra teye yawo. Piçekî aram be birê.” Xwarî erdê bû, kêrê ji ser xalîçeyê girt, ber bi serşokê ve meşiya çû.

Li ber deriyê serşokê bi ser min de vegeriya û got; “De wî derî bike cih û were hindir. Were tiştê ku hate serê min bibîne.” Ew rehetiya wî, gumaniya min zêde dikir. Min di pirtûkekê de xwendibû, heger çerxa feleka yekî çep geriya, dikeve rewşa hestên bêbertek, ji xwe û bûyerên derdora xwe dibizde, bi hestên zelûlî û lerzokî, mîna kevirê mit û metal dibe. Min derî nekir cih. Bi gavên newêrek di korîdora dirêj de liviyam çûm ber deriyê serşokê sekiniyam. Dîwarê hember, eynik û dolabên dor eynik ên li dîwar, di bin eynikê de kasika destşokê di çilkên xwinê de mabûn. Min serê xwe bi mereq û tirs dirêjî hindirê serşokê kir û çav lê gerand.

Giraniyek hat li ser sîngê min rûnişt. Dev li min ziwa bû. Hemû dîwar, esraq, cama qabînê, makîneya cilşûştê, klozet, herd, paspasa herdê, hasilî çi di wir de hebû di xwinê de bûn. Parçeyên caman, firceyên diranan, şe û hin amûratên din axme û taxme ketibûn herdê. Di deriyê serşokê de wisa mam. Taqet li min nemabû ku pirsan ji Mistefa bikim. Mistefa di nav vî dîmenê ecêp de kêr di dest de, wer bi awayekî guhnedêr, bê liv demekî dirêj li dîwarên bixwîn sêr kir, yekcar vegerya min, em hatin çav hev. Di bîbikên çavan de birqîna bişirînê tinebû. 

Min di dilê xwe de got; ‘Heywax û heywax viya aqilê xwe winda kir.’ Bi dengekî neçar got; “Asûman… Asûman vê carê min dikuje. Teqez min dikuje…” Deng li xwe biriya, bêumût stûyê xwe tewand. Min fam kir ku Asûman di nav ev bûyerên xwîniyê de nîn e. Bêhn li min fireh bû. Bi dengekî fermanî min ji Mistefa pirsiya; “Lawo heyran, di serî de wê kêra bi nalet bide min. Nika ji min re bêje Asuman li ku ye? Ev çi xwîn e? Ev xwîna çi ye? Te çi anî serê xwe?” Bêdeng kêrê dirêjî min kir. Min kêrê ji deste wî girt û da aliyê xwe. “Yawo” got, “yawo Asûman çû bazara şemiyê. Ji bo zerzewat û merzewatan.” Min got; “Êêêê.” Keniya got; “Êêê û êê, 

                       min solê xwe kire pêê, 

                       çûm pê, 

                       ew ê bê, 

                       ew ê ney, 

                       ew ê ney,

                       ew ê bê, 

                       ew bibînê vê ehwalê, 

                       way lê û lêlêê way lê û lêlêê…”

Êdî sebir li min nema, qîriyam ser û min got; “Lawo dev ji mostretiyê berde. Çi bûû çii..?” Ken li rû sar bû, wek zarokekî sûçdar di ber xwe de qayt kir, di cihê xwe de çend caran liviya û got; “Min di banyoyê de mirîşk şerjêkir. Yawo çer bû çawa bû nizanim. Min çawa kêr li stûyê mirîşkê xist, di bin lingê min da perên xwe xilas kir û rahewa ket. Mîna perperoka dor tirîjê di banyoyê de bû seyare. Li pey ketim, hema çi feyde…” Dev li min ji hev çûyî min got; “Haa, li pêy jî ketî yanê..!? Tu li herdê, mirîşk seyare..! Bi dengekî cidî got; “Herê… Mirîşka gerok bû. Heywana feqîr, bi jana canê xwe, perên xwe ji bin lingê min filitand û firikiya, der û ber di xwînê de hişt, çû li paş deriyê banyoyê ket.” Min lezelez li paş deriyê serşokê mêze kir, cendekê mirîşkê stû nîv birrî, serî ber bi piştê ve badayî di nav gola xwînê de bû. Gelek xemgîn bûm.

Bi dengê Asûmanê em veciniqiyan. “Min got, ev deriyê der çima li ser pişte ye? Deriyê apartmanê vekirî dimîne pisîkên kûçeyan dikevin malê, diz miz dikevin malê.” Di navbera deriyê serşokê  û derîyê derve de korîdorekî dirêj hebû. Herdu derî li hember hev bûn. Asûman, li ber deriyê der, di herdu destan de poşetên tijî di mijilûya derxistina solên pêyên xwe de bû. Min û Mistefa bi telaş li rûyên hev meze kir. Asûman derbazî antreyê bû, serê xwe ra kir, li me nêriya. Weke tiştekî ecêp bidîne, yan jî bi tiştekî hesiyabe çardin bi baldarî li me nêriya, çavên wê yên gir û kesk lê girtir bûn. Reng û rû lê zerzepalî, di destan de poşetên tijî, li ser pêyan, çav li ser me ha wer ma. Di destê min de kêr, ser û çavên Mistefa di xwînê de, me nedizaniya ku çî bikin, bigirîn an jî bikenin.

 

İlginizi Çekebilir

Bahçeli’nin elini öpen Özel Harekat Başkanı Muğla’ya Emniyet Müdürü atandı
Köln’de 6. Dayanışma Festivali: Basın Özgürlüğü, İnsan Hakları ve Sanatsal etkinlikler

Öne Çıkanlar