Mêvanekî qiymetdar bûm. Jorî goşeyê odeyê ji bo min amade kiribûn. Li ser qenepeyê, balîfên bi pembû tijî, bi heft rengan gul û pel çînikî dabûn paş pişta min. Xwarin û vexwarinê ji ber min kêm nedikirin. Qehwe, çay, hişkefêki, bastêq û meşlûrên tû û tirî, kakilê gûz û dendikê behîv û hêrûgan li ser sîniya ber min de, di tasikên cê û cê de kom kiribûn.
Mîndera nerm û qalind, ew mislet û metelokên germ û kelecandayî nebûna zû ve min kaşî hembêza xewa kûr kiribû. Ziman şîrînî, qezî xwaşiya bavê hevalê min, di mêvandariyê de xayîntiya xewê, şermiya di xew ve çûyînê ji min dûr dixist. Bi Kurmancî û Zazakî qise dikir. Bi pêkenok û metelok, biwêj û gotinên mezinan, qiseyên xwe dixemiland.
Weke kesekî zanyarê xwezayê, zanîstê rênçberiyê, alimê olî û pîrê misletê xuya dikir. Hin caran dêya hevalê min bi dengekî nerm û germ bi kurmanci û zazakiyekî xwerû beşdarî axifandinan dibû, gotinên bavê lawikê xwe rast û sererast dikir û ramanên xwe vedigot. Di wê şeva meha zivistana pêşin de, em pênc kes di odeya nîvanan de bûn. Ez, hevalê min, dê û bavê havalê min û birayê wî yê biçûk bûn. Ji derve fîtika bayê, sar û seqem bi bîriya me dixist, di sobeyê de qirçîna êzingên çilo germiyek dialande canê me. Gotin, diherikiyan gotinekî din û deriyê mijarekî din vedikir. Dem, nêzikê nîvê şevê bûbû. Em di vê kêfxweşiyê de bûn, ji dûr û kûr ve dengekî lavayî, dengekî jandar û êşayî bi guhê min ket. ‘Yaadêê, yaabooo.’ Mûçê rengê laşê min kişiya. Min reng neda. Dibe ku min dengê bayê wer hesibandibe.
Cardin ew dengê lavayi û êşdar bi guhên min ket. Min bi awirên pirsî qayte rûyên gelê malbatê kir. Bi awayeke şermezar û xemgîn di ber xwe de dimeyzandin. Dêya hevalê min hêdika ji cihê xwe rabû, bi gavên nermik ber bi deriyê odeyê ve meşiya, deriyê odeyê vekir, derket der û derî da cî. Min jî serê xwe kir ber xwe û şermezarî û xemgîniya malbatê ji nedîtî ve hatim. Kî çi dizane di kîjan malê de çi şa û şabûn, çi derd û xem heye! Nexwe, nexweşê malbatê hebû ye! Nexweşî zor e. Bi nexweşan re mijûl bûn hê jî zortir e. Min famkir ku êdî ne hewceye zêde nerihetiyê bidim malbat û nexweşê jan giran, min got; ” Wext dereng bû. Dem bû devdevî nîvê şevê. Destûra wa ku heye em ê ber bi raketinê ve bikişin…” Li ser vê gotina min, bavê havalê min vegeriya ji lawikê xwe re got; “De lawê min, ji hevalê xwe re rêya avdestxaneyê nîşan bide, bila rihet raze.”
Min çer serê xwe danî ser balîfê, ji ber germbûna odeyê, westaniya rojê, nerm û bînxweşiya nivînê, wer bi xewa kûr ve çûm. Dibêjin xew nîvê mirinê ye. Rih, bedenê di xewê de dihêle û rewanê aleman dibe. Rihî rewan dibe. Di geşt û gera ew alemên nepenî û raz de serpêhatî û bûyerên ku rih dijî, dibe xemda mêjiyê bedena di xewê de bûyî. Dêma rihê min ji geşt û gera alemên nepenî têr û bêzar bûbû ku vegeriya bedana min. Ji xewê hişyar bûm. Di bin deriyê odeyê de tîrêjekî melûl dinisiliya odeyê û tariya odeyê tenik û sivik dikir.
Di nav nivînan de çend caran bi vî pî û wî pî ve liviyam, na, ji dewsa mîzê xilas nebûm. Hêdika ji nav nivînan rabûm, bi gavên newêrek ber bi deriyê odeyê ve meşiyam. Min rê û deriyê avrêjê dizaniya. Gurçik li min rihet, min deriyê avrêjê vekir, ji avrêjê vedigeriyam odeya razanê ku di deriyê avrêjê de behitî mam. Ji tirsan zirav li min qetiya. Min ji sarbûna dest û piyên xwe famkir ku xwîn ji min vekişiyaye lewra zer û zerpilî mame…
Li hember min, du çavên reş, di tarîtiya odeya deriyê niv vekirî de li ser min bûn. Di tîrtariya odeyê de, roniya zenûna elektrîka salonê, rûyê reng xulavî, serî porkurkirî, kincên spîyên ku lê bûn nîv ronî dikir. Siya pozê ketibû ser lêvê jorîn. Riyê çend rojan, gep lê hêj kortal û tarî, hinarik hêj qoq û pîj nîşan dida. Zend, bi bend hatibû girêdan. Serê bendikê zend, di ser zik dadihêliya jêr û di nav şeqan de dirêjî tarîtiya odeyê dibû. Sipîloçkên çavan, zer û xwînsorî bû. Şewqa tîrêja zenûnê di reşikê çavan de dibiriqiya. Di bîbîkan de tevgera dudiliyên pirs û tirs, êriş û lêdan hebûn. Xwe livand û lêv lê vebû, di nav didanên xwe yên jengirî de wek tiştekî bipirse, wek tiştekî bibêje fişiniyek rijiya. Bi wî dengî hatime ser xwe û reverev min xwe avêt odeya ku lê radiketim. Min deriyê odeyê bi awayeke hişk da cih. Gurmîniya dêrî di malê de olan da. Min kincên xwe li xwe kir û çûm li ser mîndera nerm û qalind rûniştim. Di hişê min de bi dehan pirsên bêbersiv li benda roniya şeveqê sekinîm.

Giran giran ronîya rojê, odeya ku ez tê de rûniştîbûm tijî dikir û nisilîna tîrêjên bin dêrî vedimirand, tirsa dilê min sivik dikir. Wextekî şûnve deri vebû, hevalê min bi rûyekî şên, di hemêzê de tevalek êzing kete odeyê. Dû re dê û bavê havalê min jî hatin odeyê. Piştî hal û rewş pirsînê di odeyê de tevgerekî neşedar dest pê kir. Vêxistina sobeyê, rakirina mitîl û lihêfê, dest û rûyê xwe şûştin, haziriya sifreyê, li ser xonçeyê nanê germ, mast, to, nivişk, hêkerûn, hingiv, çay rêz kirin, tirsa dilê min birin. Em pênc kes li dor sifrê rûniştin. Ez di dilê xwe de şa dibûm. Dêma gurmîniya derî kesî nebîhîstiye. Tirsa ku ez bi şevê jiyabûm kes pê nehesiyabû. Lê, bi qasî şabûna xwe jî di meraqê de bûm. Gelo ew kes kî bû? Kî bû…? Ji aliyekî ve min xwarina xwe dixwar, ji aliyekî ve jî bi pirsên bê bersiv re mijûl dibûm. Bi dengê bavê hevalê xwe re ji gujîna pirsan ez xilasbûm. Got; “Ew, lawê min Resûl e.” Stûyê xwe bi piyê rastê ve tewandî, bi çavên şermokî qayte min dikir.
Em rû bi rû bûn. Xemgîniyekî kûr ji çavan diherikiya. Parî di devê min de ma. Min çavê xwe jê girt û qayte ber xwe kir. “Kêm aqil e. Hiş ne li serî ye. Şêt e. Nexweşxane, dixtor, ziyaret, ewliya nema em lê geriyan. Me jê re dermanek, çareyek nedît.” Bi dengekî nermenerm diaxiviya. “Li gorî hin dixtoran nexweşiya Resûl bi sendroma travmakî ve girêdayî nexweşiya ‘amokê’ ye. Hin dixtoran jî ji me re gotin ‘şîzofren’ e. Bi piranî di zarokatiya xwe de, ji ber tiştek an jî bûyerekî nebaş derûnî lê xirabe bûye û nexweşiya kesayetiya piralî lê peyda bûye. Dem dem aram dibe, dem dem jî bi hêrs êrişker dibe û zirar û ziyanê dide xwe û derdora xwe. Dema kesên xerîb dibîne, çi mezin, çi biçûk be ferq nake wek dijmin dihesibîne, bi armanca kuştinê êrişe ser wan dike û zirarên mezin dide wan.” Bi baldarî guhên min li gotinên bavê havalê min bû.
Yên ku li ser sifreyê bûn dest ji xwarinê berda bûn. Bi awayeke bedbînî, bi ber Resûl ketibûn û di bêdengiyê de bûn. Wer jixweber ji devê min rijiya min got; “Seyda, Resûl di zarokatiya xwe de çi jiya? Çi hate serê wî?” Li ser vê pirsa min, janekî tûj, hestekî tal di rûyê bavê hevalê min re derbas bû. Got; ” Resûl gava di heft saliya xwe de bû, esker têne gund. Ka tu dizanî li herema me havînê ji ber germê herkes li ser banan, di hewşê xwe de li ser textên nivînan de radikevin. Resûl jî di hewşa me de, li ser textî radize. Em bi malbatî ne li mal bûn. Ji sibehê zû ve çûbûn zeviyê. Esker tên hewşê, bi pînan Resûl ji xewê hişyar dikin. Bi tirkî jê re dibêjin ‘baban nerede’ (bavê te li ku ye?) Resûl, nefam di wê xewxilmaşiyê de hewl dide dibêje ‘çiii ?’ Esker, şîlpaxekî xurt li rûyê Resûl dide û diçe. Ji wê rojê vir de hal û helwestên Resûl veguharîn. Tirs lê peyda bû. Tenê bi serê xwe li malê nedima. Di xewê de didanên xwe diqirçand, hildiciniqiya, carînan bi qîrînî ji xewê hişyar dibû. Ew lawikê şêr û pêt çû, zarokekî newêrak jê peyda bû. Me got ew ê ev tirsê ji ser rabe, lê bûyerên li pey hev tirs û fikarên Resûl kûrtir kir.
Dewsa eskeran li ser gund û herêmê hê zêdetir bû. Teqereqa çekan, gurmîna bombe û virevira jet û helîqopteran li çiya û deştan kêm nebû. Kuştî, kuştin, kujer ji sohpetên malan kêm nedibûn. Li ber çavên zarok, jin û mêran heqaretên mezin bi naaşên gerîlayan dihate kirin. Ji pîkî ve kar û xebatên mal û war, ji pîkî ve şer û şewat bi vî halî sal bihurîn çûn. Di van salan de gelek gundiyên me barkirin çûn cihên bi ewle û bajaran. Em pênc şeş mal li gund man. Rewşa Resûl her ku diçû xirabtir dibû. Me çendî caran wî bire dixtorên psîkiyatriyê, her caran ji me re gotin nexweşiya Resûl ‘depresîf trawmatîk’ e. İlaç dan, ewqas! Meriv carekê bextreş be, here ber behrê, behr di demê de ziwa dibe. Resûl, car caran ji bo firehiya diltengiya xwe diçû li bax û baxçe, kanî û golên gund digeriya. Wê rojê li ser rêya gund rastî tîmên taybet tê, di navbera wan de gengeşî derdikeve, wî bi zorê digirin û dibin qereqola navçeyê. Sê roj di nezeretxaneyê de ma. Min bi raporên nexweşiya Resûl, zor bela Resûl ji qereqolê girt. Resûl weke mirî bû. Heqeret lê kiribûn. Lêxistibûn. Ew binçav kirin, ji barûda nexweşiya Resûl re bû agir.
Birîna rihê Resûl ket rêya bêveger û bêderman. Ji vê dinyayê bizdiya, gildirê dinyaya rewrewkên xwe bû. Kî dît, an ji kesên malê yan jî biyanî êrişî wan kir. Serê te neêşînim, ji ber derdê Resûl, me mala xwe bar kir û ji bo ku em nêzî diktor û nexweşxanê bibin koçî taxa Xançepeka Sûra Amedê kir. Dixtorên Amedê, Rihayê, Xarpetê, Dîlok û Enqereyê jî ji nexweşiya Resûl re nebûn derman. Di wê apartmana teng de Resûl zeft nedibû. Li taxê, em her roj bi cîranên xwe re di nava pevçûnê de bûn. Digotin, ‘hay ji dînê xwe hebin’. Di vê navberê de dewletê biryara valakirina taxa Sûrê da. Me jî mala xwe barkir, dîsa em vegeriyan gundê xwe. Halê me va ye. Ezbenî, li qusûrên me û li qusûrên Resûl nenêre. Em lêborîna xwe ji te dixwazin. Resûl vê şevê te tirsandiye.
Te qenciyek li me kir û îlacên min, ên jina min û ên Resûl anî. Diviya bû ku lawê min, hevalê te qala rewşa nexweşiya Resûl ji te re bikirina. Ka me got kêmaqil e, ne li ser hişê xwe ye, tu jê re xerîbî, kengê dikeve krîza tirsê ne beliye, dibe ku te biêşîne, ji ber vê me zend bi bend kir, deriyê oda wî hişk girt. Derî çer vebûye, vekirî maye me fam nekir !?” Xemgîn, bêdeng demekî wisa ma. Dû re bi dengekî fermanî ji min re got; “Bixwe, bixwe xwarina xwe bixwe.” Pariyek nan di hingiv de kir û da min.
Keniya û got: “Eger mînîbusa gund xera nebûya, te û Resûl wa hev nasnedikir.” Ez keniyam min got: “Erê bi xwedê, min bi vê nasînê kêfxweşiyêkî bi tirs girt.” Malbata hevalê min, min bi çi dilgermiyê pêşwazî kiribûn bi wê dilgerimiyê jî oxir kirin. Rûyê Resûl li ber çavên min, gotinên ‘birîna rihê Resûl kete rêya bêveger ‘ di hişê min de li erebeyê siwar bûm û min erebeyê da şixulandin.









