Beş: 1
Enqere, paytexta zilm û zordestîyê. Mala te bişewite. Tu xêr ji xwe nebînî Enqere. Av li agirê te nebe. Te serê Çeto jî xwer. Çetoyê Zilfîyê mala Hemedî. Lawikê Xaltîya Elîfê.
Çeto, piştî dibistana seretayî, salekî navber da û neçû dibistana navîn. Di heft salan da zor bela pêsîra xwe ji destê dibistana seretayî xelas kiribû. Nedixwest ku careka din têkeve ew teşxeleya bêwate. Bavê Çeto, pir dixwest ku Çeto bixwîne, di dibistanan da xwe helak bike û bibe merivekî mezin. Di derîyê dewletê da bibe karmendekî maqambilind û bi rûmet. Zilfîyê Hemed, wê salê pêsîra kurê xwe berneda. Lê rawer û rasî gerîya, lê gef û gur kir, bi gotinên xweşik dil lê xweş kir, lê hate xezebê, pevçiya, çavtirsand, rişwet da, sozên kincên rindik da, qala pere û pûl kir û dilê Çeto sist kir. Sala din, li dibistana navîn a navçeyê, Çeto qeyd kir. Li navçeyê xanîyek jê ra kirê kir û ji bona nan û av, xizmet û azeda Çeto, Xaltîya Elîf jî şand cem Çetîn efendî. Kêfa Zilfîyê Hemed li cih bû. Ji kar û xebatên gund, çer firsend didît, diçû dibistana navçeyê, ji mamosteyan rewşa dersên Çetîn dipirsîya. Her çiqas mamosteyan, di derheqê dersên Çeto da agahîyên xweş nedigotin û jê nerazîbûna xwe ji Zilfî ra digotin jî, lê dîsan Zilfîyê Hemed hêvîyê xwe nedişikand. Di ber xwe da digot; “Ew ê baş û xweş bibe.
Salekî navber da, ewqas jî dibe. Dibe ku pir tişt ji bîr kirîye…” Navbera Çeto û di serî da dersê matematîk û dersên din qet baş nebû. Tirkîya Çetîn jixwe qîm nedikir, di ser da jî zexelî û cangiranîya Çeto, dilsarîya Çeto zêde dikir. Roj li rojan , meh li mehan bar bû; Zilfîyê Hemed, rê ya navçeyê kire rêya kanîyê, Xaltîya Elîf li dor lawê xwe yê Çeto bû perwane, zeman bihûrî, dawîya sala perwerde û hînkarîyê hat. Çeto, wê salê di sinifê da ma. Sala duyem, piştî navberdayîna nîv sala perwerde û hînkarîyê, Çeto, ling da erdê û neçû dibistanê. Bavê wî kir nekir Çeto ji biryara xwe venegerîya. Êdî teselîya bavê jê ket, dev ji lawê xwe berda. Lê Zilfî jî dizanîya ku ji vê darê tîr û kevan dernakeve, hema ûd û umûd. Hêvî ji xwedê nayê birîn… Zilfîyê feqîr, demekê dirêj kî didît, bi dengekî xemgînî digot; “Rebê Alemê lawek da min, lê bext jî jê girt. Rewa nedî, nedî! Ku rewa bidîyana, şûr li piştê bû li piştê nebû te didît!.. Qeder qeder. Hey gidî feleka xayîn..!” Serê xwe giran giran dihêjand û bi dilkeserkêş dûr û dûrahî mêze dikir.
Li gund, herkes di kar û barê xwe da, li pêy hazirîya biharê da bûn. Tenê Çeto di hazirîya tiştekî din da bû. Gund ji Çeto ra teng dihat. Destê Çeto qet nediçû karekê. Bavê tiştek yan jî xebatek jê bixwesta, bi mirûz, bi qal û qir pêk dianîya. Telebeyên sîyasî, sawa propaxandayê rêxistin û komeleyê xwe dihatine gund. Di civînan da, li ser sîyaseta cîhanê, li ser hal û ehwalên proleter û cotkaran nikaşên pir kûr dikirin. Hin ciwanan jî qala Kurd û Kurdistanê dikirin. Qala çar parçe kirina axa Kurdan, mêtingerîyê û li gorî rewşê hewcedarîya rêxistinê dikirin. Pirî caran lihevnedikirin, dibezîyan hev, lihev jî dixistin. Çeto bi wan ra qet têkîldar nedibû.
Di aqilê Çeto da ‘çûyîn’ hebû, tenê çûyîn… Ne tenê Çeto, hema hema hemû xortên gund, li rêyên ‘çûyîn’ê digerîyan. Ji vî gundî dûr, di xeyal û hêvîyên Stenbol û bajarên din da bûn. Çeto, difikirîya, dihizirîya, di berhev û serhev ra dikir, li rêya çûyînê digerîya. Şev û roj lê bûbû wak hev. Dû ra rêyek dît. Pismamê wî, Alî Cemal li Enkerê nebû! ha Stenbol ha Enkere çi ferq heye? Alî Cemal ji vê ra karekî jî dibîne. Nebû, dîçe cem ew wekîlê ku wê salê ji bo hilbijartina xwe hatibû gund ray xwestibû. Qey negotibû; “Hûnê raya xwe bidine min, çi pirsgirêkê wa heye, hûn baş bizanin ew pirsgirêk ya min e û çareserkirin jî erka min e. Adresa min dîyare û derîyê min heta dawî jî wa re vekirîye.” Çeto, bi safîtîya xwe yê hevdeh salinî, plan çêdikir û disêwirand.
Rojekî meha havîna pêşin, Çeto di bêrika bavê xwe da kilîda dolava odeya mezin dizîka girt û di dolavê da bi qasî têra xwe pereyên bavê xwe diziya, hîna tarî li erdê bû, ji mal derket.
Li tax, qad, kolan û kûçeyên Enkereyê mirin dewriye digeriya. Wek bajarên din, serbajarê Tirkîyeyê jî di navbera rastgir û çepgiran da gav bi gav hatibû pervekirin. Her roj pêşandin, grev, boykot, meş, çalekîyên bi çekî pêk dihatin. Her roj, herî kêm sê çar kes, ji herdu alîyan dihatin kuştin. Çeto, li kada Kizilayê, ji otobusa şaredarîyê peya bû. Westiyayî û ji pertavketi, bi xêtokî, gêj, devjihev, dûvdirêj li derdorê xwe mêzekir. Lezebeza ewqas insanan, lehîya arebeyan, avahîyên rêz bi rêz û bilind, hing û dengên bajarê, aqilê mayî jî, ji serê Çeto girt. Nedizaniya ku bi kîja alîyî ve here. Bergehê xwe şaşkiribû. Hewaya Enkereyê gewr û bê tam, behn lê dibirîya, tengezar dikir. Xwe wek kesekî bêxwedî û li derve mayî hîskir. Qirik lê şewitîya, kelegirî bû. Livîya, çend gav ber bi jor ve meşîya, dîsan vegerîya cihê xwe yê berê.
Derehişî kûr û kûr bêhna xwe girt û da. Xwe da hev. Di ber xwe da “adres” got, “adres…” Di bêrika hundirê sakoyê xwe da cizdana xwe derxist, vekir, tê da kaxizê navnîşan lê nivîsî bû girt û cizdana xwe bi baldarî dîsa kire bêrika hundirê sakoyê xwe. Di dest da kaxizê navnîşanê, newêrekane nêzikê mêrikekî bû ku navnîşanê jê bipirse, mêrik bi tirs xwe şûnve kişand, gav li xwe fereh kir. Çeto , awer di cihê xwe da ma. Li alîyê çepê xwe, li paş arebeya simîtê, simîtfiroşkarek dît. Bi lez çû li kêleka arebeya simîtê sekinîya, bi dengekî nizm jê ra bi tirkî got; “Abê bu adres nerede?” (Kekê ev navnîşan li ku ye?) Simîtfiroşkar li rû yê Çeto mêze kir, bi dengek dûz jê ra; “Parasiynan parasiynan” (bi pereye bi pereye) got û bi çenika xwe kaxizê li ser pêşrûya camekanê nîşanî da. Çeto, li kaxizê ku bi tîpên hûrdek û girdek ” AdRes sormak ve tariF EtmEk Bir (1) tl. Dir” ( Navnîşan pirsîn û danasîn yek (1) Tl ye) lê nivîsiya bû nêrîya û xwend. Şaşwaz di bêrika pantorê xwe da panotek derxist û danî ser camê arebeyê. Sîmîtfiroşkar, kaxizê navnîşanê ji destê Çeto girt, bi cidiyet xwend û vegerîya ji Çeto ra got; “Bağ hemşerim, şo soldakı galdırımı gorüyon mu? Aha o galdırımdan düz gene yörü. Beşyüz metre neyim sorna, Divan Gundura Mağazasının goşesinden solda kı zoğağa sap, Gunduracılar Hanı di da orada… Bağ hele, Divan Gundurayı unutma, anadın mı?.” (Binêre hemşerîyê min, tu vî peyerêya çepê dibînî? Di wê peyarêyê da dimdûz bimeş, qase pênçsed metre şûnve, di goşeyê Mıxazeya Dîvan Kûndirayê da bizivire kuçeya çepê, Xana Goşkaran li wir e. Ka binêre, Divan Kûndirayê ji bîr meke ha, te famkir?) Simîtfiroşkar, haqê panotê dabû. Çeto bi hêsanî Xana Goşkaran dît. Çayxaneya Alî Cemal, li qata zemîna xanê bû. Bi şadî û kelecan di derîyê çayxaneyê da kete hundir. Alî Cemal, li paş dezgehê, bardaxên şûştî li îskandankê rêz dikir. Çeto, qase deh sal berê li gund çend caran Alî Cemal dîtî bû. Demildest naskir. Rûyê Alî Cemal, dişibîya rûyê bavê xwe. Alî Cemal, pê hesîya ku yek lê sêr dike, serê xwe rakir, bi awirên meraktar qayt rûyê Çeto kir. Dişibande yekî, hema kî!? Li ser lêvên Çeto kaneka şalûsî, bi dengekî xwe pê xweş kirin got; ” Ez im pismam, ez. Çetîn. Lawê Zilfî. Ma te ez nasnakirim mal şênoo!?”
Ali Cemal, li hember vî şibilîyê şaşwaz, ji paş dezgehê derket, bi kenekî gunekar got; ” qayte qisûre min neke Çetîn. Zarok zû girdibin û vediguharin. Çend sal bû…?”Bi dilgermî Çeto hembêz kır.
Li ser tabûreyê rûniştî, bê hes û bes, seri di berda, guhê xwe li gotinên Alî Cemal, bêhemd, di dest xweda kaxizê navnîşanê lihev dipêça û vedikir. “…. ne ku ji te ra çavreşîyê dikim Çetin. Careke din dibêjim, bî xêr hatî, li ser serê min cihê te heye. Lê te tiştekî xirab kirîye. Ji dê û bavê xwe bêhayî, bê bawul, li pey xeyalekê hatî bajêr. Tu tek tayek dê û bave xwe yî pismam. Nika ew di çi halî da ne tu dizanî? Bêjim vegere gund, te carê kirîye serê xwe, ez dizanim venagerî. Li bajêr jiyîn pir zore Çetîn. Gav avetin pere ye, bê pere kesek gavekê jî navêje. Ew ku tu hatî, heta ku me ji te ra karek, cihê mayîn û razanê dît, li cem min bixebite. Rojmezaxa te didim. Di hustîyê min da jî pênc gewrî hene Çetîn. Debara xwe zor dikim. Tu nizanî, emrê min di vî mezelê du metreyê da çilmisîya çû. Wak ku gundî dibêjin nîn e. Heta cih dîtinê, tu nîvanê min î. Ew soza dayîna millet wekilî jî vit û vala ye. Li pêy nekeve… ”
Xana goşkaran sê kat bû. Li her qatê; biçûk, mezin dikanên destegehên goşkarî hebûn. Xan, sibehê saet di heft û nîvan da vedibû, êvarê saet di heft û nîvan de derî lê dihate girtin. Donzdeh saet, bê navber, ji zarokên heft salinî bigire, heta kalên heftê salinî, her destgehê da herî kêm sê çar xebatkar, mîna makîneyekî haft cot bask li ser çermên rengoreng dixebitîyan û her cûre û her şêwe sol, çantik, sako û hwd çêdikirin. Heylemeyên xebatkaran û kirîdaran, dengên muzîka arabesk û klaman, teq û reqên çakûç û makîneyên dirûnê diqelibîya bêhna çerm, xuh û solventê. Jiyan, di bêhna solventê da dihelîya. Çeto, nivgêj, di dest da sînîya çayê, di vê hengameyê da servîsa çayê dikir. Çend caran ji Alî Cemal bi dizîka çûbû meclîsê jî. Her car, dest vala, hêvî lê şikestî, dîsa vegerîya çayxaneya pismamê xwe.
Piştî dû mehan, Alî Cemal, li taxa Maltepeyê, li kêleka pavyona Manolyayê di xweringeha Arzûmê da, ji Çeto ra wek arîkara garson, kara komîtiyê dît. Jê ra nêzikî şevnişîna xwe, xanîyek jî kirê kir. Êdî Alî Cemal ji Çeto xelas bûbû, lê Çeto ji Alî Cemal xelas bûbû yan nebû ew zelal nebû…