Hasbey Köksal: Di zimanê kurdî, zaravayê Kurmancîyê de Cotepeyv- N-

KurdiYazarlar

Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji  “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.

 Rêzenivîs: 15                                                                                 

                       Di zimanê kurdî, zaravayê Kurmancîyê de COTEPEYV                

                       N

Nal û bizmar

Nal:1. Newal, nihal, robara piçûk, gelî.

  1. Hesinê ku dixin bin lingên hesp, qatir, bergîr û dewarên din.
  2. Nalîn, axîn.

Bizmar:1. Mîx, mix.

Mane: Di demekî kin da bi hev û du ra têkildarbûn.

             Ji hev û dû nebûn.

             Canêcanêtî, xweşûbaşî

Mînak: Ji hev venediqetîyan; wakî  nal û bizmar bûn(1). 

Nal û efxan

Nal:1. Newal, nihal, robara piçûk, gelî.

  1. Hesinê ku dixin bin lingên hesp, qatir, bergîr û dewarên din.
  2. Nalîn, axîn.

                      Efxan:1. Fîxan, hewar, qîrin.

Mane: Ahuzar.

Mînak: Bi nal û efxan xwe bi zorê avêt nexweşxaneyê.

Nal û neqeb

Nal:1. Newal, nihal, robara piçûk, gelî.

  1. Hesinê ku dixin bin lingên hesp, qatir, bergîr û dewarên din.
  2. Nalîn, axîn.

                     Neqeb:1. Newal, nihal. Newala ku tê da av ziwa bûye.

Mane: Newal, nihal, darbend û gelî. 

Mînak: Ji çeman xelas bû di nal û neqeban da xendiqîya.

Nal û nependî

Nal:1. Newal, neqeb, robara kiçik. 

  1. Hesinê ku dixin bin lingên  hesp, katir, bergîr û dewarên din.
  2. Nalîn, axîn.

                      Nependî:1. Nepenî.

  1. Nehînî, veşartî, raz, sir, dizîkî.
  2. Ne dîyar, ne xuya, ne aşkere, ne berçav.
  3. Razber, sirrî, nehînî, surrî.

Mane: Kaş, kendal, newal, çal û mit.

Mînak: Aqilê kê dîgîje nal û nependîyê çîyayê  Silbûs û Tarî yê? 

Nan û av

Nan:1. Hevîrê ku li ser sêlê an di tenûrê da yan jî di firinê da hatîye patin.

  1. Xwarin, xwerok, xwaremenî. Tişta/ tiştê tê xwarin.

              Av:1. Vexwarineke bêreng (zelal) û bêtam.

  1. Kîmyayî H2O.

Mane: Xwarin û vexwarin.

Xurik û vexurik.

Mînak: Şêr gotîye: “Ger girêdana min bi destê rovîyê be, berdana min jî bi destê mişkê heram be, bila nan û ava vî welatî li min heram be.” (2)

Nanxur û avxur

                          Nanxur:1. Kelbextî, xûlam, penahende.

                          Avxur:1. Pêgirtî, nanxur, xulem, xûlam, tabî.

Mane: Kelbextî, penahende.

Şelaq, şelaf, şalûş. Berjewendkar.

Mînak: Pêwîste meriv ji bo berjewendîyên xwe qet ji kesekî re nanxur û avxurîyê neke.

Nas û dost

Nas:1. Kesa/kesê yan tişta/tiştê kê ye tê zanîn, ka kî yan çi ye. Nasik, naskirî, nasyar, aşîna.

  1. Kesa/kesê hevala/hevalê yan awayîkî din pir nêzî wê/wî.

Dost:1.Kesên ku hev dinasin. Kesên ku ji hev hezdikin û têkilîya wan baş e.    

  1. Yar.

Mane: Kesên nas û ji dil.

Heval û hogir.

Mînak:Ji bav û kalikan vir da ew nas û dostê me ne.

Nav û deng

Nav:1. Peyva ku kesek pê tê nasîn.

  1. Navdar, navûdeng.
  2. Navdêr (rêziman).
  3. Hindir, di nav de.

                   Deng:1. Pejn, bang, sewt, seda, awaz, gazî, hewar.

  1. Ray, rey.

Mane: Şan, şuret, navdar, navdeng.

Mînak: Di wêjaya nûjen a Kurdî da nivîskarê herî bi nav û deng  Mehmet Uzun e.

Nav û niç

Nav:1. Peyva ku kesek pê tê nasîn.

  1. Navdar, navûdeng.
  2. Navdêr (rêziman).
  3. Hindir, di nav de.

              Niç:1. Na, na be.

  1. Tifû, tifî.
  2. Pûrtê li ser serî têyran. (Cîhê ku nerm û bi goşt e.)
  3. Niçik, pozik, poqîn.(mîn: Niça darê, pozikê tûmê.)
  4. Qimkirin, qurtandin.
  5. Nalîn, nalîna sivik.

 7.Ricimandin, hîcv, nalet, nifirandin.

Mane: Ji bo heqeretkirinê navê ku li yekî danîne.

             Navxirab  

Mînak: Nav û niçê wer lê kirin ku ez mat û metel mam. 

Nav û nûçik

 Nav:1. Peyva ku kesek pê tê nasîn.

  1. Navdar, navûdeng.
  2. Navdêr (rêziman).
  3. Hindir, di nav de.

                  Nûçik:1.Bernavk, leqab.

Mane: Navê ku kes pê dinase. Sifet.

             Ji bo heqeretkirinê navê ku li yekî danîne. Bernav, bernavk.    

Mînak: Nav û nûçikê wî camêrê hanê  “lêvşelte” ye!

Nav û nûç = Nav û nûçik.

Nav û nîşan

Nav:1. Peyva ku kesek pê tê nasîn.

  1. Navdar, navûdeng.
  2. Navdêr (rêziman).
  3. Hindir, di nav de.

 Nîşan:1. Îşaret, hêma, remz.

  1. Destnîgar.
  2. Hedef (ji bo çekberdanê).

Mane. Nav û inwan, nav û şan.

Navûdeng.

Mînak: Nav û nîşana xwe ji kar û kirinên xwe girtin e.

Nav û dil

Nav:1. Peyva ku kesek pê tê nasîn.

  1. Navdar, navûdeng.
  2. Navdêr (rêziman).
  3. Hindir, di nav de.

              Dil:1Parçeyê laş ê ku li çepê sing da cîh digire û xwînê pompeyê laş dike..

  1. Cîhê hestan, cîhê evînê. (mecazî)
  2. Yar, berdil. (mecazî)

Mane: Hundir.

 Hundirê xwe, hundirê kesekî.

Mînak: Li ser vê gotinê nav û dil lê rehet bû.

Naz û tîz

              Naz:1. Îşve, celwe, nazdarî. Tiştek kirin daku bala kesekî bikêşîne ser xwe.

              Tîz:1. Dengê bilind û tûj.

  1. Naz, xwe civçivandin. Ji kar revîn.
  2. Gûzan. dûzan. Amûrê traş bûnê.
  3. Fîtkirin, fîtandin, kişkişandin.
  4. Tûj.
  5. Zîtik, çîtme, pîncik, tirçik. ( pîncikê heywanan.)

Mane: Nazdarîn, nazîkirin, xwe giranbuha û rûmetbilind nîşandin.

Mînak: Êdî ez nikarim ji vê saetê şûnve naz û tîzê kesekê bikişînim.

Naz û nûz

               Naz:1. Îşve, celwe, nazdarî. Tiştek kirin daku bala kesekî bikêşîne ser xwe.

               Nûz:1. Meyxweş, tirşeşîrîn.

  1. Serê poz ( ji bo têkiliyan. Mîn: Eh, tekilîya min bi wan re bi serê pozê ye.) 

Mane: Naz piyaz, nazdarîn, xwe giranbuha û rûmetbilin nîşandin.

Mînak: Naz û nûza dildayê tama evînê ye.

Nemir û nejî 

Nemir:1. Hersax, herxweş, herheyî, herzindî.

Nejî :1. Ne sax, ne xweş, ne heyî, ne zindî.

Mane: Di ber mirinê da.

             Di navbera mirin û jiyînê da.     

Mînak: Nemir û nejî ye, bi salane li ber mirinê ye.

Nemir û nejîn = Nemir û nejî.

Nexş û nîgar

Nexş:1.Nîgar, wêne, zînet, çînik, neqş, dekorasyon.

  1. Xeml, zîwer, ziber, şikil, tablo.

                     Nîgar:1. Nexş, wêne, tablo.

  1. Dîmen, dekor, dîdar, zînet, şikil, dirûv, foto.

Mane: Xeml, motîf, çînik, çîn.

Mînak: Nexş û nîgarên li ser dîwarên Medreseyê Sor, hunera kurdan nîşan dide.

Nexş û nimûş = Nexş û nîgar.

Nêm û elem

Nêm:1. Cerehat, zoxav, avnêm, avxwîn, lêm. Birîn an jî di kula laş da ava zer û xwînî.

                    Elem:1. Êş, kul, keder, azar, nexwaşî, nesaxî.

  1. Nêm.

Mane: Kerba giran, kul û derd.

Avxwin, êş, nexweşî.

Mînak:Ji ber nexwaşîya sorikê laşê zarokan di nêm û elemê da man.

Nifir û afir

Nifir:1. Nalet, nifrîn, dijûn. Dûayên xirab. Belaya ku dixwaze bi serê kesekî de bê.

  1. Nefret, recimandin. Gotin û daxwazê ziyan.

Afir:1. Ji “nifir”ê afir.

  1. Di axurê da cihê ku heywan alif dixwin.(Ga, gamêş, hesp, hêstir…hwd.)

Mane: Lanet, nalet, duayên xirab.

Ji vê ra bela xwestin.

Mînak: Ji ber  neheqîyê nifir û afirên dinê lê kir.

Nifş û nû

Nifş:1.Nesil, cêl, cîl.

  1. Nijad, binyat, ziyet, binemal.

              Nû:1. Ne kevn, nuh. 

Mane: Nesil û neslê a niha.

Mînak: Nifş û nûyê vê demê di mijara teknolojîyê da gelek zana ne.

Nîv û nîvçe

Nîv:1. Nîvî, nîvçe. Pişkek ji du pişkan, parek ji du paran, beşek ji du beşan.

1/2. Nîvçe:1. Nîv, nîvî.

  1. Ne bi temamî.

Mane: Ne bi temam û  bi niv mayi

Mînak: Karê wan hevalan tim nîv û nîvçe ye!

Nîv û nor

             Nîv:1. Nîvî, nîvçe. Pişkek ji du pişkan, parek ji du paran, beşek ji du beşan. 1/2.

             Nor:1. Ne temam, ne kamil, nîvço.

Mane: Netemam, neqedandî, nexilasbûyî, nexilaskirî.

Bikêmasî, biqisûr, binuqsan, xilan nekirî.

Mînak: Dibêjin wî kesî xwendina dibistanê di nîv û nor de hiştîye. 

Nîq û rîp

Nîq:1. Îftira, buxtan, hîle.

 Rîp:1. Bela. Bûyerên xirab, tiştên nebaş.

                    2.Îp û rîp.

                    3.Hîle, xap, dekûdolab.

                    4.Tîk (tîk bûyîn) .

                    5.Avger, girdav.

Mane: Hîle, desîse, îlawe, lêbarkirin, îftira.

Mînak:Bi yek devkî nîq û rîp kirin encamê veguhartin gora berjewendîyên xwe.

**

1- Biwêj.

2-  Biwêj.

İlginizi Çekebilir

Nivîskarekî mezin, dêwekî neşad: Honoré de Balzac
Halil Dalkılıç: Cardin 15ê Tebaxê: Bo siyaset, dîplomasî û kulturê…

Öne Çıkanlar