Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de Cotepeyv-UÛVW

KurdiYazarlar

Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji  “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.

Rêzenivîs : 22                     

                                U

 

Ufîn û fişîn

                  Ufîn: 1. Kufîn, ofîn, kufînkirin, pifîn, pifînkirin,  hûhû.

                  Fişîn: 1. Dengê ajalên wakî mar, kaz û gayê ku kayê dixwe.

Mane: Ûf, pûf, pif kirin.

Kufekuf, fişefiş kirin.

Mînak: Wake gayê ser kayê ufîn û fişîn pê ket.

 

Urf û adet

Urf: 1. Irf.

  1. Adet, çand, kultûr.
  2. Rabûn û rûniştina kes û kesan. 
  3. Adeta raborî.
  4. Şêweya revebirina karûbarê civakê.      

 Adet: 1. Urf, çand, kultûr, edet.

  1. Rabûn û rûniştina kes û kesan. 
  2. Hemî urf û toreyê civakê.

Mane: Dab û nêrîtê bav û kalan.

Mînak: Meriv li gora zeman û teknolojîyê pêwîste ku urf û adetê xwe jî di ber çavan re derbas bike.

                                

                        Û

 Ûrt û ocax

 Ûrt: 1. Ocax.

  1. Binemal, malbat, ezbet.
  2. Dol, silale, binyat.

Ocax: 1. Amûre ku tê de agir tê vêxistin û li ser yan jî tê da xwarin tê pêjandin û kelandin.                         

  1. Kuçik, argûn, pîxêrk, pixêrî, bixêrî.
  2. Binemal, Malbat, ziriyet. Zarok û nevî.

Mane: Warê bav û kalan. Mala bav û bavan.

Mînak: Meriv here kuderê jî germahîya ûrt û ocaxê xwe ji bîrnake.

 

Ût û umûd

                 Ût: 1. Umûd, hêvî.

                 Umûd: 1. Hêvî, daxwaz, armanc.

  1. Mirad, xwazî, bang, tika.

Mane: Hêvî, hêvîdarî.

 Tiştên ku mirov di dilê xwe da dixwaze, hêvî dike.

Mînak: Em, bi ût û umûd ketin sala nû.

                                          

                                             V  

Vik û vala

               Vik: 1. Peyvek muhmel, bi serê xwe bê wate.

               Vala: 1. Xalî, bênaverok, ne tijî, ne dagirtî, ne mişt, tal.

  1. Ne mijûl, betal.
  2. Pûç, bêbinî.

Mane: Tip û tal, tiptal. Tê de qet tiştek tune. 

Bêkar, bêmijûl.

Mînak: Pêtaga mêşhingivan îsal jî vik û vala ye.

Vip û vala = Vik û vala

Virt û vala= Vik û vala          

Vik û vala = Vik û vala      

Vit û vala = Vik û vala  

Viç û vala= Vik û vala

 

Vir û viç

 Vir: 1. Vê derê, vî cîh, ev cîh.

  1. Derew, gotinên ne rast.

Viç: 1. Vala, tal.

Mane: Derew. Derewa bi qoç û boç. Derewa bireveçûyî.

Mînak: Li hember vir û viçê wî, meriv matmayî dimîne.

Vir û viz= Vir û viç.

 

       W

Wax û şîvan

 Wax: 1. Ax.

  1. Wey, eywax.
  2. Eman.

 Şîvan: 1. Şîn, şîwan, şînî.

  1. Matem, xem.

Mane: Reşgirêdan, ax û wax.

Mînak: Wax û şîvana jinikê kezeba min şewitand. 

 

Wext û zeman

 Wext: 1. Dem, zeman.

Zeman: 1. Wext, çax, serdem, heyam.

Mane: Pergala rojan, heftan, mehan, salan yan jî sanîyeyan, deqeyan û saetan.

Mînak: Her tişt di wext û zemanê xweda xwaş e.

İlginizi Çekebilir

Halil Dalkılıç: Krîza Tirkiyê, firsendê Kurdan, hêviya Seyîd Riza
Halil Dalkılıç: ‘Genco tu bîstûçar salî…‘

Öne Çıkanlar