Em, weke niştecihên vê navçeyê gelo bigirîn an bikenin, nizanim! Em li benda çi bûn, çi hate serê me! Em di navbera hêrs û xweragirtinê da tên û terin. Em kî û kê sûçdar bikin û ji kî û kê ra derdê xwe bibêjîn!?
Encam ji doh ve belî bû, lê kesîyan bawer nedikir. Me got. Me digot. Ti kesiyan em li şûna tiştekî negirt û tiştek nehesiband. A nika jî stûyê xwe bixurînin û bisekinin. Mesele; hûn, ew, yê din nebû. Di çavên me da hûn hemû yek bûn. Mesele, di nav navçeyan da rezilbûn e. Bi me kenîn e.
Di vê pêşbazîyê da têkçûn e. Ma malneketino, navçeya me çiye ku sîyaseta navçeya me çî be? Ji aliyê çepê ve bijmêre sê dikan, pênç qehwexane, ji alîyê rastê ve bijmêre, penç qehwexane û sê dikan e. De were li gorî vê bazirganîyê, hêza aborîya navçeya me derxine rastê û ji xwe ra berjewendîyekî peyda bike. Sed sale, ji xeynî vê rê ya kert û kort û niv asfaltê; ti razanik an jî dezgeyek, me ji dewletê nedit ku em bêjin belkî di wir da berjewendîyek ji xwe ra peyda kirin e.
Bi rastî em baş dizanin, ne berjewendî, hezretî berjewendi be jî, hûn lê venagerin û li rûyên tiştên wer pîs nanêrin. Ka nika di navbera we da cudahîyên pir kûr hebûna, me digot li ser van xal û bendan lihevnakin. Armanç cuda ye, rê cuda ye, helbet ew ê rêxistin jî cuda be. Li ser armanc û kirinan da nêzikê hev bûn û îtifak çêkirin nemimkûne…
Lê em sed carî dizanin ku herî kêm li ser sed xal û bendan hûn yek difikirin. Armanc û daxwazên we yên paqêj, gelhezîya we yên ji dil hezar carê hatîye cêribandin û selmandin. Kêmasiya we çiye hûn dizanin? Na, nizanin. We ku bizanîyana nediketin va hal an! Binêrin, ez ji we ra bêjim. Hema bi min nekenin û aqilsivik nebînin. Bêhenek kêmasîya we matematik e. Navbera we û jimar û hasaban tine ye. Wer xuya dike hûn bi hisabê paşî û pêşî nizanin.
Gelo va çer bû, çito bû em nepirsin? Kî bû sedem, em nepirsin? Heqe em bipirsin. Sedem, heft parçebûna we bû. Partîya gelan, Partîya Hêza Gelan, Partîya Dengê Gelan, Partîya Rêya Gelan, Partîya Azadîya Gelan, Partîya Yekitîya Cotkar û Karkeran, Partîya Xweser û nizam çi û çi filan bêvan. We her yek serek ajot. Fikir û gotinên xwe rast hesiband. Qet goh neda hevdu. Serî da li ser redkirinê nêzikê hev bûn.
Nîqaşên we ti carî li ser bîrdozî û pratikî nebû. Hemû li ser sûcdarkirinê bû. We, hev wek sîxur dit û da nasîn. Di nav îdeolojîyan da we xwe fetisand. Îdeolojîyen we bûn astenga dîtin û nirxandina we. Bêguman, ji welatparêzîya we, ji netewperwerîya we, ji ax, çand û zimanhezîya we ti kes di şikê da nîn e. Kuşpenetî, şibilî, ferzanetî nekim, em jî zarokên vê axê û çand û neteweyê ne. Sîyaset bi gel ra tê kirin.
Erê partî pêşeng e, rêxînêr e, guherîner û veguherîner e. Nizanim çend caran barûdoxê dinyayê elimiyaye û xitim kirîye. Lê divê partî hin caran goh bide gel jî. Dilnizmî bike fikr û zikrê me jî bipirse. Bi me jî bi şêwîre. Ma em gelê wa yên leheng nebûn!? Dilê me diêşe li ser vê xewreşîyê. Di vê hilbijartinê da , hejmara hilbijêrên navçeya me 1132 kes bûn. 96 kes neçûn ser sandoqê. Ji 1036 rayan 7 ray nederbasdar, 1029 ray derbasdar hate pejirandin.
Partî û merivekî bîyanî, ne ji navenda navçeya me, ne ji gundê navçeya me, ne ji bajarê navçeya me, bi ser da jî ne ji herêma me; tax û kolan, gund û newalên me nenas, ji çanda me dûr, zimanê me nezan bê û bi dengên karmend, polês û eskeran 171 ray bigire û li navçeya me bibe sereke, bibe serokê şaredarîyê, bibe rêveberê me! Qey em mirine? Xwalî li serê me…
Ka min gotibû matematîka we tine ye. Hûn hesab kîsap nizanin. Herçiqas zimanê min venagere gotinên tûj jî ez ji we ra bibêjim, hema nebêjim jî dil aram nabe. Gelo ji ber hesûdîyê we got; “jî me ra nabe yar, bila ji kesîyan ra jî nebe yar.” Loma we di nav xwe da yekîtî çênekir. Hizîrînên dîn û har tên bîra min. Mekin… mekin… “Meke, meke ku mala Heq e” dibêjin.
Hişê xwe bigirin serê xwe. Gel, tek carekê ‘xeletî’yê xweşdibîne. Bexşandina duyem tine. Ti kes, ewqas ked û hêvîyên xwe nake qurbana hesûdî û pêşnedîtinên we.