Hasbey Köksal: Heyva Çardeşevi

KurdiYazarlar

Li êzmîn, di nîvronîya şevê da heyva çardeşevî, bi tîrêjên xwe yên sorzerikî, bi şewqekî melûl giran giran dimeşîya. Hemû rûyê erdê; deşt û çîya, dar û daristan, nal û newal, û gol û çem, di zerîya heyvê da mabûn.Wek rojê bû. Zerîya zîvikî, zerîya zenûn di şevê da olan dida. Te digot qey destê sibehê ye, berbanga şeveqê ye. Te digot qey, agirê dojehê li pişta asîman e û di qulika êzmîn da ronîya bêgermî dide.

Sîya her tiştî, bilivandina heyvêra li dor sîdanan hêdî hêdî dizivirîyan û dirêj û kin, tîr û rîn dibûn û vedikişîyan ber daw û dalingên sîdanan. Di nîvtarîya şevê da eşkalên her tiştî vediguherîyan û dişibîyan şiklên tiştên xof û sawdar.

Ji dûr û dûr ve rûxalê çemekî, yan jî yê golekî diçirisiya…

Ji ku hat, ji ku ve hat, yan jî xwe li wêderê bû? Telpek ewrê gewregirtî xwe li heyva çardeşevî aland. Pê ra her der bi seranser di tîrtarîyê da ma. Bîstek şunve, goşeyê ewrê gewregirtî di cîhê tenik da zerhimî û rûyê heyvê serî da. Heyvê, bi hêdika xwe ji telpa ewr xilas kir û ewr li pey xwe hişt. 

Hemû tiştên li ser erdê, bi pêkhatina vê bûyerê hesîyan. Xuşînî bi dar û dehlan ket, bayê xwe di nav gulî û pelên daran da berda jêr. Gîya û qirş û qal hejand û gilêle bi gilêle ber bi êzmîn rahewa ket. Di heman demê da ji dûr û kûr ve deng bi pepûkek ket, çûçikek çend caran wîtwîtîya. Dû ra hemû tişt dîsan vegerîyan ser bêdengîya xwe.

Te wer zan dikir ku ewrê gewr, xwe di zerîya heyvê da şûşt! Kincên gewregirtî ji xwe derxist û kirasekî cilspî li xwe kir. 

Ewrê cilspî, bi rewşekî nazdar û nazenîn ji cihê xwe lîvîya û bi pey heyvê ket. Serê pêşî hêdîka, dû ra bi gavên lezbez xwe gîhande heyva çardeşevî. Mîna destmala hevrişîmî ya sîsik, bi goşeyê heyvê girt û xwe vekîşand nîvrûyê heyvê. Ji ber lezlivîna ewrê hevrişîm, ne dîyar bû ku heyv dimeşîya. Bi lez û bez heyvê rawirt û ket pêşîya heyvê. Heyv, êpê paş ve mabû. Ewr, çawa hat wisa jî ji navê hilhat û ji ber çavan winda bû. 

Strêkên ku diketin bin bandora ronîya heyva çardeşevî ya sîgiran;  heta ku heyva sîgiran dibihûrîya û diçû, bi rûmetgir tirêjên xwe melûl dikirin û vedimirandin. Piştra bisemtika çirayên xwe vêdixistin û di hîvronîyê da diçirisandin.

Êdî heyva çardeşevî ya sîgiran, berê xwe dabû asoyê. Di her gavê da girs dibû û zerîya rû lê kêm dibû, ber bi sortîyê ve diçû. Lacîwerdîya asîman, bi seranser vediguharîya tîrlacîwerdîyê.

Heyva çardeşevî ya sorzerî dîçû ava…

Di pêşîda berlêva xwe danî ser lêva asoyê. Dû ra, wek sênîya sip û sor xwe giran giran berda  hêmbêza alîyê rojavayî. Hêdî hêdî ronîya  xwe ya ber bi lêvê asoyê ve jî vekişand. Ezman û her tişt di şevereşê da man. Bi hezaran stêrk di sayiya asîman da diçirisiyan. Di tarîya şevê da tenê vîre vîre stêrkan olan didan…

 

 

İlginizi Çekebilir

Halil Dalkılıç: Fîl û çîmen…
Halil Dalkılıç: Kî diêşe, ew ê têbikoşe…

Öne Çıkanlar