Gundekî xweşik bû. Li ser rêzeçîyayên Canîkê, di nav daristanan da, ji navenda parêzgeh û navceyê gelek dûr, gundekî bê rê, elektîrîk û têlefon bû. Li gorî gundên derdorê, gundekî mezin, qerebelix û ji alîyê bazirganîyê ve gundekî wek navend dihat nasîn. Rojên înê bazar vedibû. Çerçîyan, kel û pelên xwe, gundîyan heywanên xwe dianîn vê bazarê, difirotin û dikirîyan. Li gund bostek erazîya raste tinebû ku mistek genim bajonin. Di kaş û kendalan da, bi qed û xebat zevîyên ku vekiribûn, di wan gûrtan da sî çil kok bindeq çandibûn û piçek garis dajotin. Di her malan da mangeyek, du mange, herî zêde noginek xwedî dikirin û şîr û mastên xwe wer peyda dikirin. Yên ku ji bo şuxulê diçûn xurbetê, careka din venedigerîyan nav vê xizanîyê. Hasilî, feqîrîya gundiyan li ber çavan bû. Lê, xelkê gund gelek xwîngerm û mislethez bûn.
Mehekî qediya bû ku tayîna min derketibû wî gund î. Ji alîyekî ve di derheqê gund da di çavdêrîyê da bûm, ji alîyekê din ve jî bi kêm û kemasîyên mala xwe û dibistanê ra mijûl dibûm. Xwarin, vexwarin, cil û cor, boyax, cam û çarçove, qirtasîye û filan bêvan… Di navbera gûnd û navçeyê da tenê roja înê cîpek dişixulîya. Sibehê di saet şeş û şeş û nîvan da dihate gund, saet li derdora heftan bi rê diket û êvarê jî saet di pencan da ji navçeyê vedigerîya gund. Min dixwest ku hê berf û baranê rêya gund negirtîye; di mehekê da zor û zahmetîya kar û barên xwe siviktir bikim. Ji ber vê yekê, ji bona amûret, kel û pelan her roja înê diçûm navçeyê.
Di vê navberê da pêwendîya min û gundîyan jî gelek kûr û zêde bû. Qet ez bi tenê nedihiştim. Ez li mal bibim, yan jî nebim, biwext an jî bêwext, herî kêm du sê kesên camêr tim di mala min da bûn. Çaydanka min tim li ser ocaxê di asta kelandinê da bû. Çay û şekir û cixare ji kîsê min, min û gundîyan, me hevdû nasdikir! Êdî qala xwarin û vexwarinê jî nekim!
Dibistan, lojmana dibistanê û mizgefta ku bi texteyan hatibû çekirin, di yek hewşa dor bi têl da, li lêvrêya gund bûn. Ew komavahî û hewş wak navenda gund dihate qebûlkirin û bazar li vê derê dihate vekirin. Wê roja înê neçûm navçeyê. Min, zehmetîya rê nekanîya bidim ber çavê xwe. Li gund mam. Ji xwe min kar û barên xwe jî gelek sivik kiribû. Piştî dersên sibehê, me navbera nîvro dabû. Ez, hinek xwendevan û sê çar kesên ji gundê me, li ser pîyan, li ser pêlikê ber derîyê dibistanê sekinîyabûn û me qerebelixa bazarê sêr dikir. Hin kes kom bûbûn bi coşdar li ser tiştekî diaxiviyan û nîqaş dikirin. Hin kes di kirîn û firotinê da bûn. Hin kes jî wak ewareyan di nav bazargeha biçûk da digerîyan û li derdorên xwe temaşe dikirin. Kokimên gund, ji ber hewaya qerisok, li ber dîwarên mizgeftê, li ser pîyan û rûniştî, pişta xwe dabûn textedîwarên mizgeftê, di destên xwe da tizbîyên nod û neh lib dikişandin û di berojkê da bûn. Tenê pênç şeş jin li dor çerçîyê caw û kinc firoş kom bûbûn û di bazarîyê da bûn. Zarokên gundê me û yên ku ji derdora gundan hatibûn pazara înê, bi kêf û mendexoşî di nav qerebelixa mêran da dibezîyan vir û wir ji xwe ra lîstik peyda dikirin. Herkes di mijûliya xwe û karên xwe da bûn. Rûyê demsala payîzê, hêdî hêdî vedigahrîya rûyê zivistanê.
Wer xuya dikir ku di wê meha dawîya demsala Payîzê da, tidareka xwe tam bikin û zivistanê nekevine telaşekî. Di wê hengameya deng û bang, hirehîq û qîrewîrê da, kî ji kê ra çi digot nedihate famkirin. Hin caran te wer dizanîya qey di dan û standinê da nînin, di pevçûnê da ne. Em, hemû yên kû li ser pêlika ber derîyê dibistanê bûn, wer kûr ketibûn temaşekirina dîmenên bazarê. Serê pêşî xişînîyek bi guhên min ket, dû ra dengê meleyê mizgeftê di hoparlorê da bilind bû. Bi heyîrî min qayte mizgefta bê minare kir. Heta wê demê bala min nekişandibû, du hoperlor li pişthev, li serbana mizgeftê bûn. Min di ber xwe da got; ‘Bi xwedê tiştekî aqilane ye, li gund elektirîk tine, bi akûyê hoperlorê dîşîxulînin!’ Bi xwendina azanê ra, liv û tevgera bazargehê gelek zêde bû. Bi gûmana şûnvemayînê, herkesî dest ji karên xwe berda û bi lez ber bi derîyê mizgeftê ve qesidî. Ew sê çar gundîyên ku li cem min, li ser pêlika ber derîyê dibistanê bûn, bi lezî di pêlikêda bazdan jêr û ber bi mizgeftê ve meşîyan. Sê çar gav çûn neçûn, ji wana yek vegerîya, ji min ra got; “De xoce haydê, qey tu nay?” Bi rastî, li benda daweta wiha nebûm! Nimêja roja înê qet di bîra min da nebû. Qet bi bîra min neketibû! Zûzûka fikirîm, ez çi derewekî bikim û pêsîra xwe ji vê tengasîyê xelas bikim.
Min got; “Bi Xwedê, avdêsta min (destnimêj) tine.” Di wê demê da ji ku hat, ji ku ve hat nizanim, yek li goşeyê dibistanê peyda bû, bi dengekî bilind ji min ra got; “Ha xoce ji te ra îbrik, av jî tê da heye, ha li vî goşeyî destnimêja xwe bigir.” Dûman li min negire, ez li ku, destnimêj li ku…! Ka heta roja îro di derîyê mizgeftê da ketime hindir!? Ez bêjim min avdêst girt, lê nimêjê çawa bikim? Avdêst çer tê girtin? Li gorî ku ez dizanim tenê dest, rû û ling şûştin nîn e. Por û guh şilkirin jî tê da heye. Him jî li ber çavên vana…! Duayên dest û rû şûştinê jî hene..! Wer ji devê min derket, min got; “Na na ez destnimêja xwe li malê bigirim. Goreyên xwe jî vebiguharînim, du roje di lingên min da ne. Dibe ku jê bêhn bê, eyb e…” Bi qurf, min derew li ser derawan dikir. Ez ji xwe bawer nebûm, min wer dizanîya ew jî, ji min baver nîn in. Bi lez û bez ber bi lojmanê ve bezîyam. Min xwe bi zorê avite lojmanê. Çûm di pencereya odeyê da li wan mêzekir, min dît ku dev ji çûyîna mizgeftê berdane, ber bi lojmanê ve tên. Min di ber xwe da got; ‘Na na, ez çi derewê bikim jî, ji destê van gundîyan xelas nabim.’ Min êskireya xwe tijî av kir û çûm serşokê…
Li ber derîyê mizgeftê kî ez didîtim, bi rûyekî ken ber bi min ve dihatin, destên min digirtin nav destên xwe, radihêjandin û bêdeng duayek dixwendin. Piştra bi kefa destê xwe pişta min mistdidan û ‘can xweşî’ ji min ra dixwestin. Ji ber ev dilgermiya wan, ji ber nezanîn, pêşbiryar û pêşdarazên xwe, ez gelek şermîn û hestîyar bûm… Hêdika, newêrek di derîyê mizgeftê da ketime hundir. Plansazîya min ew bû ku; herî dawîya mizgeftê,li nêzikî dêrî, ji ber çavan dûr cihekî bigirim û kî çawa bike ez jî wisa bikim. Çer di dêrî da ketime hindirê mizgeftê, “keremke xoce” gotin û min bi pêşve tehndan. Safek, du saf, sê saf, çar saf…. Jê hayî bûm ku sê saf maye ku bigihîjim safa paş mele. Bi tirs di cihê xwe da mam. Kirin nekirin min gavek pêş ve neavit. Jinûyên xwe şikand û li ser çokên xwe rûniştim. Plana min têk çûbû. Êdî ez ji xwe bizdîyam. Min dev ji xwe berda. ‘Di ku da zirave, bila di wir ve biqete’ got. Wak kesekî pir zana, min li derdora xwe mêze kir, silav girt û silav da, tizbî ya ku li bêşberî min li ser kilîmê bu, girt dest xwe û dest bi kişandina nod û neh liban kir.
Car caran min stuyê xwe yê alîyê milê rastê ve tewandî serarast dikir, serê xwe ra dikir û derdora xwe mêzedikir. Ka kî çi dike? Çavên kesekî li ser min e, yan na? Hin kes wek min li ser herdu junîyên xwe, hin kes çarmêrkî, hin kes jî li ser yek junîyên xwe runiştibûn û juniyê xwe yê din kişandibûn ber sîngê xwe. Xuminîyekî melûl di mizgeftê da hebû. Hin caran bi dengê exik û kuxikê ew melûlî xirabe dibû, carînan jî bi dengê bilind bang li xwedê kirin, xuminîya mizgeftê didewisand. Her kes di halê xwe da bû. Di lêvan da ji xwedê ra lavayî, di destan da tizbî, di mala xwedê da, di teşqeleya sûd wergirtinê da bûn. Wek ku min dît, dibe ku şaş jî binirxînim! cemaet li gorî protokolekî di mizgeftê da cih girtibû. Di safên pêşî da kokimên kal, di safên navîn da yên navsere, di safên dawî da jî xort û zarokên şûnd girtibû.
Çiqas dem derbas bû nizanim, xaftilan cemaet livdar bû. Yên ku çarmêrkî runiştîbûn, runiştina xwe sererast kirin, dev ji tizbî kişandinê berdan, bala xwe dan mînberê. Min jî tizbîya destê xwe hêdika danî ser kilîmê, di cihê xwe da pêş û paş ve livîyam, destên xwe danî ser jinûyên xwe û bala xwe da mînberê. Mele, pişt li ba me, giran giran, pêlik û pêlik heldikişîya ser mîmberê. Her pêlikekê da disekiniya, duayek dixwend, pişt ra gav diavite pêlika jor. Bi şêweyekî wer xwe gîhande pêlika heftan. Li ser pêlika heftan vegerîya me, li ser pîyan, herdû kefa destên xwe ber bi ruyê xwe ve vekir, bideng duayekî dirêj xwend. Çavên me giştîyan li ser mele bû. Piştî duayê, destên xwe bir ser rûyê xwe û bi kefa destan, ji enîya xwe heta dawîyê rîyê xwe serbijêr mis da. Pêsîra cibeyê xwe da hev. Bi rûyekî giran, dûr û dirêj çav li ser me gerand. Cemaet, belkî jî tenê ez, di bin ew awirê giran da melisîyan. Mele, gewrîya xwe paqij kir, du caran li serhev kuxiya û bi dengekî berzî dest bi weaza xwe kir û got; “Ey cemaetê muslimîn, di nav me da hin kes hene, xwe wak me nîşan didin, lê wak me nîn in.
Tu wan misliman dihesibînî, lê di dilê wan da exlaqa mislimantîyê qet cih negirtîye û nagire jî… Ew kesana durû ne, dudev û riyakar in. Bêguman, destnimêja wan jî gumanbar e.” Ku got ‘destnimêj, gumanbar’ rû li min sor û mor bû. Di xwe da şermezarî bûm. Çeqelerzîk kete zikê min. Min nedizanîya çi bikim!? Dengê mele di guhê min da olan dida. “… ew kesana, bi dirûven xwe yên qefçil, bila vî cemeata me yê paqij qilêr nekin. Em, wan gelek baş jî nas dikin. Bila ew jî, vaya baş bizanibin. Hal û tevgerên xwe sererast bikin…” Xuh di pişta min da diherikîya. Ji ber fedîya giran, mêjî li min dikelîya. “…di mislimantîyê da, rûreşî li rû xistin tine. Lê ew nayê vê maneyê, derew û îftira û fesadker çi bikin û çi bibêjin kesekî misliman dengê xwe dernexine… Va mîmbera ji bo çi li vê derêye? Ez ji bo çi ji wa re weaz didim? Meydan vala nîn e. Dibe ku me bixapîne, lê Xwedê Teala dikare bixapîne? Ey gidî qijikê Xwedê… Ey gidî reben…” Bi meraq û şermîn, di bin çav ra min li derdorê xwe mêze kir; ka çavên kî li ser min e, kî bi çavên lome qayte min dike!? Herkesî çav û guhên xwe dabû mele, bênefes weaza mele guhdar dikirin. Piçekî dilê min rihet bû. Min di ber xwe da got; ‘çi kesên ezîz in. Bi çavan jî şerma min li rûyê min naxînin. Ewqas dilpak in. Xelk in vana xelk. Xelk tim dilpak e. Wak te xaponek nîn in. Rûreş.’ Gotin nema min ji xwe ra digot. Nediwêrîyam ku li rûyê mele binêrim.
Dibe ku bi mele ra bêm çav çavan. Mele digot û hêrs diket, hêrs diket û digot; ” Em li ser dîn û îmana xwe ne. Yên ku bawerîya xwe bi derew û îlaweyan kîp dikin, ji kerema xwe bila di nav me da negerin û nesekinin.” Serê min di ber min da, guhê min li mele, tengasîyê ku vekiribû serê xwe dihizirîyam. Di dilê xwe da digot; ‘Tu maftarî mele. Çi heqê min heye, ez cemaeta we bixapînim. Xweşdîtina we bedkarî bikim. Hûn bi dilpakî hatine îbadetgeha xwe û li gorî bîr û bawerîya xwe, ji xwedeyê xwe ra nîyaz dikin. Qeda li min bikeve, topa xwedê li min bikeve… Çi heqê min heye çiii…Çi karê min li vêderê heye..’ Dinya li ser serê min bû tara bêjingê. Ji ber vê şermê êdî min mele jî nedibihîst. Ketibûm ramanên kûr. ‘Erê mele, ez sûçdarim, lê qasî min hûn jî sûçdar in. Wa, war û welat û miletê min ji min pirsîya, dê û bavê min, bira û xwengê min ji min pirsîya, dibistanên ku jê mezûn bûme, bajarên ku lê gerîyame, hetanî zewac û wazewtîya min ji min pirsîya. Min jî, bi zelalî bersiva we da. Lê qe kesî bawerîya min, ji min nepirsîya mele!…
Bêsedem ez çawa bibêjim bawerîya min Rêya Heq e. Diyare ku te di derheqê min da gelek agahî kom kirîye…’ Min serê xwe rakir û qayte mele kir. Mele, bêliv û tamijî, bi veaza xwe qayil, çavê xwe dabûhev û digot; “… di Sûre ya Al-î Îmran, Ayet a heftê û heşt da, Quran a pîroz ji me ra çi dibêje? ‘Ve inne minhum le ferîkan yelvûne elsinetehum bil kitabi li tahsebûhu minel kitabi ve ma huve minel kîtab, ve yekûlûne huve min indillahi ve ma huve indillah, ve yekûlûne alallahil kezibe ve hum ya’lemûn’…” Mele piştî xwendina ayetê, çavên xwe vekir. Bi çavan, li ser cemaetê bandora ayetê pîva, xweşhal dest bi şiroveyê ayetê kir; “Yanê jî me ra dibêje ku: ‘Ji wan hin kes, yên ku di kitêbê da nîn e, kitêbê, zimanê xwe ditewînin û dixwînin, wek di kitêbê da heye bihesibînîn, bi rastî di kitêbê da nîn e. Di qata xwedê da heye, dibêjin. Bi rastî di qata xwedê da jî nîn e. Bi navê xweda bîle derawan dikin.’ Cemaetê muslîmîn, ew kesana jî wîsa ne. Jê haj bibin…Ji wan dûr bisekinîn, sinet nîn e, farz e farz…” Êdî aqil li serê min çû. Min got ewqas jî zêdeye. Çi dibe bila bibe, kî çi dibêje bila bibêje. Ez ê rabim, ji mele û cemeatê lêborîna xwe bixwazim û ji mizgeftê derbikevim. Ma min çi kir, mele ewqas gotinên hişkbar ji min ra dibêje? Va dera mala xweda ye, derî jî ji herkesî ra vekirî ye. Raste, sûçdar im, lê ewqas jî ne… Na na, ez ê rabim, teqez ez ê rabim, bexşandina xwe bixwazim û ji vir derkevim.
Tam min dilkiribû ku rabim, di safa herî pêşî da, dengê yekî bilind bû û got; “Ellah u Ekber Ellah u Ekber …” Girminî û xirminî rûzemîna mizgefta bi texte ket. Hemû cemaet rabû ser pîyan. Bi şaşwaz, lezelez ez jî rabûm ser pîyan. Bi vî awayî derfeta îtiraz û lêborîn xwestin ji dest min çûbû. Xemgîn û bêzar, di safê da rêz bûm. Mele, çawa ji mîmberê dakete jêr, kengî li pêşberî cemaetê cihê xwe girt min nedît. Piştî demekî kin, dengê mele yê berzî, li guhê me ket; “Cemaetê hêja û qedirbilind, ji kerema xwe safan kîp bigirin, di yek rêzêda bibin… Ellaah u Ekber.” got. Aqlê min da gotinên mele, çavê min li ser kesên ku li çep û rastê min nimêj dikirin, me hemûyan destên xwe bire ber guhên xwe û dest bi nimêjê kir. Rêberê min ên çep û rastê çi dikirin min jî wer dikir. Çendî caran tewîn û rast bûn, çendî caran çûn secdeyê rabûn û rûniştin nizanim. Dawîya dawîn, pêşengê min rûniştin û ranebûn. Demekî dirêj wer sekenîyan, dû ra pêşî da silav dan alîyê rastê, piştra silav dane alîyê çepê, destên xwe li ser rûyên xwe gerandin û tizbîya nod û neh lib li ser kilîmê girtin û lib û lib bi duayan dest bi kişandinê kirin. Di pêy da, tizbîya nod û neh lib di nava herdu destên xwe da top kirin, di nava destên xwe da sê çar çaran mistdan û avêtin pêşberî xwe, bi lez rabûn çûn.
Rêberên min çi kirin, min jî eynî wusa kir. Ez jî bi lez rabûm ji mizgeftê derketim der. Hewayê paqij li rûyê min xist, piçekî hiş hate serê min. A haa dîsan ew seremonî… Dîsan xatir pirsîn… Rûyen ken, ji dilî, xweşdîtin… Him jî piştî wî weazê! Vana tinazan bi min dikin çîye..!? Min biryar da, ez ê sebebê weazê ji mele bipirsim. Nebû, rewşa xwe jê ra zelal bikim. Çûm li ber deyî mizgeftê li benda mele sekinîyam.
Piştî demekî dirêj mele di derîyê mizgeftê da xuya kir. Çawa ez dîtim, hembêza xwe vekir got; “Ooo Xoceyê min tu jî li vêderê yî…” Şaş mam! Ew weaz û ev dilgermî..!? Min di ber xwe da got; ‘Merivê kamil, şerma min jî li ruyê min naxine. Têgihiştî ye, têgihiştî…’ Mele ber bi min ve hat, destê min girte nav destên xwe, duayekî dirêj xwend, pişta min mistda, xêr û xweşî ji min ra xwest. Hêdîka ketime pîlê mele û em giran giran meşîyan. Bi dengekî nizm û newêrek, min ji mele pirsîya; “Xoceyê minê hêja, çî bû, çima waeza te ew qas hişkbar bû? Te tiştek bîhist, ji te ra tiştek gotin?” Mele got zinq û di cihê xwe da sekinîya. Bi hêrs ji pîlê min derket, çavên xwe zîqê çavên min kir. Dengê pite pita dilê min dihate guhên min. Di kûrahîya çavên min da wak li tiştekî digere li bîbikên min nihêrî. Mizicî. Serê xwe hejand û got; “Hê Xoce, va ye qase mehekî bû tu li gundê me yî. Me te naskir, te jî me nakir. Xwîna me li hev kelîya. Hatim mala te, min nanê te xwar û çaya te vexwar. Tu min nasdikî. Ji bo dîn û îmana xwe, ji bo bîr û bawerîya xwe ji min ra rast bibêje; ez qet dizîyê dikim? Ji min diz derdikeve? Ji gundê me ew Salîhê Pêqçewt heye, gotîye ‘Îmamê gundê me, bindeqê min dizîya ye’ Yawo derew û buxtanên wiha dibe..! Îlawe û îftirayên wiha dibe..! Yawo….” Li ber çavên min tenê livîna lêvên mele xuyadikir. Ji ber çinginîya guhên xwe, mele çi digot min nedibîhîst. Di hindirê min da hêrs bilind dibû û dadiket. Pir nemabû ku bi qiriqa mele bigirim.
Min hêrsa xwe xwar. Bi nîvdevî du sê tişt ji mele ra got, bi hêrsoyî xatir jê xwest û jê veqetîyam. Li pey min got; “ware çay, oralet filan bêvan…” Min guh neda. Ber bi mala xwe ve meşîyam. Kenekî ez girtim. Bi halê xwe ra dikenîyam. Halê ku ketibûmê!.. Bi weaza mele dikenîyam. Meleyê ku li ser mîmberê qîreqîr qala rastîyê dikir. Însan, çi ecêb in? Ji bo berjewendîyên xwe yên piçûk; çawa Quran, sûre û ayetan, hadîs û şîretan dikin amurê kiryarên xwe. Sûcên xwe bi wan amûran dişon û xwe derdîxinin paqijîyê… Hey gidî menfaet… Min di dilê xwe da ji xwe ra got ‘ Tu jî ewqas li rê nin î. Rêya mizgeftê bi te ketîye!? Hey gidî, avdêsta ku te li xwe dît jî ew nebû..!’