Mesele mirin nîn e. Mesele mirin û çûyîn nîn e. Mesele bîrbûn, bîriya kesiyan neketin, ji aliyê kesiyan ve bi bîrnexistin, di bîra can û canan da helîn û tinebûn nîn e. Mesele bi nepikan berhevkirina ji ewqas mal, milk, heyîn û taman, bi têra dilê xwe jê tamnekirin û li pêy xwe hiştin jî nîn e. Mesele dawiya warîdata keda salan, li ser wî warîdatê qal û qir, qir û çirên mîratgirtiyan qet nîn e.
Helbet meriv ji bo jiyanekî baş û xweş li pey kar û xebat, ideal û armancakî dikeve, li gorî wî xebat û armancê ideolojiyekî, baweriyekî qahil dibe, yan jî diafirîne. Ji bo armanca xwe dixebite, propaganda û rêxistinan pêktîne. Bi tevî hezar kesan dimeşe, bi hezar kesan ra dikeve pêşbaziyê, yan jî bi hezar kesan li pey xwe dixîne, dibe pêşengê insanetiyê, dibe belayê serê insanetiyê. Dibe ku li ser mijarekî lêkolîn û vekolînekî zanîstî dixebite, bi ceribandinan daneyan seh û berhevdike li pey îcad û kişfan dikeve. Mesele; piştî mirînê, nivmayina ewqas xebat, şixul, afirandin, propaganda, rêxistin, pêşengtî, belatî, komkirina daneyan, îcad û kişfan jî nîn e. Ew kar û xebatên xêr û bêxêr hetanî roja îro li herdê nemane, iro şunve jî li herdê namîne. Kesek, yan jî komek, li cihe ku mijûlayî maye digire destê xwe û li herdê radike. Bi kesîyan qeyîm nîn e dinya, em bêjin ew kesê ku çû hal û ehwalê dinyayê sist dibe. Di kîmyayê însanetiyê da berdewamî heye. Wer ku nebûna însanetî digihîşte vê asta?
Mesele; bi mirinê, ji xweşiktiya dîmenên dinyayê mayîn e. Ew dîmenên ku ji me xweser, xweza bi destên xwe diafirîne, dijiyîne, dawî dike û di dewr û daîmiya xwe da cardin çêdike. Mesele; dîmenên hişmetiya çiyan, di lûtqaya çiyan da ewrên ku dikele û tê dadikeve zozan û deştan dibe baran, zîpik, berf, dibe tef û dûman, mij û moran, dibe lehî, robar û kanî, bi ebed çardin nedîtin e. Mesele; li ber bayê xwe pîvandina teyrê bazî, li ber tavê xwegermkirina maran, di zevî û mêrgan da, tûma koremişkan cardin bi ebed nedîtin e. Di demsala havînê da strana gosanan, dengê pîzengan, vîçe vîça çûçikan nebîhîstine mesele. Piştî barana payizê bêhna ax û gîyayan, di bihara rengîn da bêhna gul çîçekên heftê rengîn negirtin e. Li ser pişta xwe germiya tavê, di guhên xwe da sermaya hewayê, hênikiya siya bî û spîndaran hîsnekirin e mesele. Mesele, wek kevirê tatê hişk û hol, req û rûtbûyîn e. Kevirê tatê dîsan ji karekî ra dibe. Tiştê ecêp, meriv, çer di xweşiya xwe da bi tiştekî ra nedibû, ji bo berjewndiyên xwe yên biçûk zerar û ziyan dida xwe û xwezayê, piştî mirinê, miriyê meriv jî ji tiştekî ra nabe!
Dibêjin mirin paqijî ye. Rast e, mirina bi destê xwezayê paqijî ye. Mirin him jan e him jî paqijî ye ji bo yên çûyî û mayiyan. Mirin, edaletdare e jî. Bê guman, em jî kerîyekî xwezayê ne. Ne li jor, ne jî li jêrî candêrên dinyê ne. Li ser dinyayê çi heqê me heye, ewqas jî heqê mar û mişkan, gîya û daran jî heye. Edaleta mirinê vê rastiyê, dirastîne. Mirin ku nebûna, kalikên me yên cend milyon sal berê nika di bin pozê me da bûn. Bi hezaran kesên rûmeta însanetî û kesên rûreşên insanetiyê li cem hev û di nav hev da bûn.
Va dinya û wê dinya, ol û bawerî, pêxamber û afirinêr, xêr û guneh, çanda ku li ser van bûyeran çêbûye jî tinebû. Seba xwerin û vexwerinê û bi xwedî cihbûyînê dibe ku destê herkesî di qiriqa herkesî da bûbû. Di vê dirûvê da rewşa riwek û candêrên din jî derveyî hewsaleyên meriv e. Kurtegotin, li ser dinyayê “bêmirin”, bi hezaran fantasîyan dikarin bisêwirînin. Hema, dinyaya ku em li ser dijîn, bûyîn û jiyîna candêran bi rasthatî be jî, nika mirin heye û ew jî teqez rastiya dinyayê ye û qedera candêran e. Nika dibêjin; hetanî roja iro ji ber hêrs û meraqa însanan, ti tişt, çareserkirina ti pirsgirêkek ji destê insanan nefilitiye ku mirin ji destê insanan bifilit e!
Çi îdeal li mirinê tê barkirin bila bê barkirin, li gorî baweriyan li wî aliyê din li benda çi hêviyê tê sekinandin bila bê sekinandin, temenê mirî çi dibe bila bibe, ji bo kesên çûyî û mayî, mirin tahl û jan e. Ew tahlî ji tama dinya bûyînê, ew jan jî ji çûyîna neveger tê. Va kîmyaya mirinê ye… Mesele, kîmyaya jiyînê famkirin e. Ger famkirin tunebe, giraniya sîya mirinê li ser me çer sivik dibe?










