Carînan meriv li hember hin bûyerên wer rûbirû dimîne ku, dîn û har dibe. Dixwaze xwe li gaz û quran bixine, kevir û kuçan bide ber pîhnan, heta ku jê tê biqîre, bi çêrên pêsîrvenekirî gewriya xwe qîş bike û hêrsa xwe dabixine.
Eynî di wê rewşê da bû. Nedizaniya çi bike. Bawer nedikir. Rûpelên rojnameyê hercarî bi hêrs vedikir, di nav ewqas xeberan da bi xeberên ku del û dîn bûbû demildest didît, ji nû ve û nû ve dixwend; bi destên hêrsok rûpelên qurmiçbûyî bi tevgerekî asabî dida hev û lanet li ser lanetê dianî. Di ber xwe da digot; ‘Na na, xeber şaş maş nîne. Nav, navê wan e, agahî jî rast e. Li alîyê çepê, li kêleka derîyê qehwê, li ser kursiyê rûniştî, ji derdora xwe bêhayj, xwe dabû ser xebera rojnameyê. Li ser maseya biçûk, di şûşeya binik sor û sîs da çaya wî ya nîv mayî ji zû ve sar bûbû.
Li gorî xeberê rojnameyê; “Li herêma Egeyê, di çalakîya şermezarkirina dijberî temelavitina bendava santrala hîdroelektrîkê da, hêzên ewlehiyên dewleta Tirk, êrişê çalakvanan kiriye û di vê lêkdanê da nêzikî sî kes birîndar bûne, sêzdeh kes jî hatine binçav kirin. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, kesên ku hatine binçavkirin endamên (HBYP) Halkların Birlikte Yolkardeşliği Partisi [(PYRG) Partiya Yekîtiya Rêbiratiya Gelan] e. Ji bo nîşandana nerazîbûna xwe, ji Amed, Wan û Dersîmê çûne çalakiyê. Dîsan li gorî agahiyên ku hatine girtin, navê hinek xwepêşandanan wiha ye; Azad Taş, Rozerîn Eryapli, Alî Ekber Mavîtaş, Fatme Arîn Mavîtaş, Rênas Cûmaoglû, Vahap Çiloglû, Senem Sîsê Koşkar. Piştî çalakiyê, birîndarên ku biribûn nexweşxaneyê, bi siloganên ‘terörstleri hastanemizde istemiyoruz’ (em terorîstan di nexweşxaneya xwe da naxwazin) rastî êrişê gelê heremê bûne.Di bin parastina hêzên ewlekariyê da tedawiya çalakvanan berdevam e. Bêguman, piştî tedawiyê ew ê jî bên girtin…”
Dev ji rojnameya kurdî berda, bi lez li ser maseya biçûk rojnameyeke tirkî girt û bi merak çav li rûpelên rojnameyê gerand. Dû ra, xebera ku li pê bû di du rojnameyên tirkî da seh kir, her duyan jî bi pesn qala temelavitina bendavê kiribûn, lê cih nedabûn çalakiya dijberî temelavitina bendavê. Bideng, wek dînekî xwe bi xwe axivî û di ber xwe da got; “Tabî cih nadin. Xema wan e? Ji bo protestoyê, ji xeynî aqildarên me kesekî Egeyî çû ye meydana temelavitinê? Na, sed carî na. Nebêje çi karê wa li wê derê heye? Bêaqilno. Bi wa ketiye, hûn li pêy ramanên vit û vala dikevin ji bo çandin û çinîngehên êlê derdorparêziyê dikin û xwe davêjin hembêza polês û cendermeyan. Me boçika xwe xelaskir, boçika xelkê ma? Bomik û hişsivikino.” Dîsan rojnameya kurdî girt dest xwe, rûpela ku xebera çalakiyê tê da bû vekir û ji ser nû ve xwend.
Di wê rûpelê da bêhemdî, hema wer çav li ser xeberên din gerand. Li gorî giringîya xeberan, sernivîsa xeberan bi pûntoyên gir û hûr hatibû nivîsîn. Bi donzdeh pûntoyan xebera “Qapaxa bendava Heskîfê mehekê şûnve tê girtin” ket ber çavên wî. Di binê vê nûçeyê da dîsan bi donzdeh pûntoyan xebera “Li Dersîmê ji ber bombebarana Dewleta Tirk şewata daristanan” hebû. Li kêleka vê nivîsê, xeberên “Li Mêrdînê di bin navê Etî Bakir da wêrankirina xwezaya herêmê û talana dewlemendiyên binerdê, li Çewlîgê qedexeya derketina zozanan, li Şirnexê ji aliyê qoricî û hêzên ewlehîyê ve şêlandina dar û daristanên gundên valakirî, li Amedê dizîya kevir û qûçên dirokî, qilêrîya behra Wanê, ereziyên çandin û çinînê ji rantê ra vekirin” û nivîsê xeberên bi vê nolayê hebûn.
Ji alîkî ve sernivîsên xeberan dixwend, ji alîkî ve jî bi dengekî hêrsok weke kesekî li cem be di ber xwe da digot û digot; “Di Kurmancîya me da gotinek heye, dibêje ‘ker pirr in, li cem hev nîn in.’ Kerê kî li ku ne nizanim, hema kerên me tim li cem hev in. Ez vaya baş dizanim. Heger ker nebin bi ber bayê ideolojî, gotinên tal, ajan û provakatoran dikevin, didin pey hev û terin Ege yê!? Her roj li vêderê, li Kurdistanê bi sedan qetliyamên xwezayê têne kirin. Rojekî, tek rojekî ji wana dengek derket? Êdî ez ê qet qala hatin, çûyîn, çalakî, şermezarkirinê jî nekim. Lê yên me wisa ne? Çirt li vir in, çirt li wir in, çirt li paş derî ne. Bêsebeb serê xwe dikin geremol û belayê. Lawo Elî Ekbero! Law hişkêmo tu bi xwe çû yî, te çima xwenga xwe bi pey xwe xist? Ez ê nika ji ap û amojina xwe ra çi bibêjim? Teqez, haya wan xalîxaseran, ji wan hişkêman tine. Kî dizane, malbatên xwe ji bona çûyînê bi çi derewan xapandine.
Belkî jî bêdestûr, bi dizîka çûne. Teqez, yanê teqez wisa ye! Sersemîno, meriv li pey tiştekî ket, hewceye sed carî bifikire, bipîve, bicêribîne, hilîne û dayne. Ew siyaseta li gorî hizirîna te, malbata te, neteweya te ye? Bifikir, binirxîn, kar û zirar çi ye hesab bike. Erê, rast e, hemû teyr û tûr, mar û mûr, ajal û kûvî di daristanêkî da dijîn. Parastina daristanê erka wan hemûyan e. Ji ber vê yekê, her yek di hêlîn, kovik û qulên xwe da bextewar in. Li pey ked û kespên xwe ne. Serîgêjno, heger we hêlin, kovik û qulên xwe neparast, hûn lê xwedî derneketin, hûn hemû daristanê warê xwe, mal û jîngehên xwe bihesibînin jî hûn bê hêlîn, bê kovik bê qul in. Di daristanê da rûmeta we ti carî nabe. Bê mal in bê mal..! Yek jî dinya alem dizane ku zagona daristanê wer li ser humanizmayê çênebiye.
Di serî da li ser xwenasîn, xweparastin û xwedî warbûnê çêbûye. Mecbûr in refên xwe bizanibin û ji pepûkan dûr bisekinin. Yên kû çîroka jiyana pepûkê kurtêlxur nizanin, ji wan ra rêhevaltiyê dikin, arê ocaxa xwe bi destên xwe vedimirînin. Ez nabêjim rêhevaltî, piştgirî, dijneheqî tiştekî nebaş e. Helbet gel, rêhevalê gel e. Helbet em birînên hev derman bikin, cejna hev, roşana hev pîroz bikin. Alîgir û piştgirên hev in. Di vî alî da mesele tine.
Lê ku xelkek, ketiye tora xapîn û îxvaya dewleta xwe ya dagir, di zeviyê te da, te wek girnûg dibîne, tu yê çer, bi kîjan armancê bi wî xelkê ra hevkariyê bikî?” Bi zîhnekî betilî rûpelên rojnameyê dahev, rojnameyê qat kir, danî ser maseya biçûk. Demeke bi nêrînên vala li derdora xwe bi sêrkir. Bêbiryar mabû. Ew ê bi çi rê xwe bigîhîne Egeyê? Di hişê xwe da anî û bir, di dawî da, “apê xwe agahdar bikim û pê bişêwirim hê baş dibe” got û telefona xwe ji bêrika xwe derxist.