Hasbey Köksal: Yeknesak  

KurdiYazarlar

Tûxlayên înşatê çarmedor dabû kêlaka hev, pênç şeş texteyên darbendê jî dabû ser tûxlayên çarmedor û ji xwe ra bi qasî bilindiya tûxlakî karyolayek çêkiribû. Doşega xwe ya singêr, balifa xwe ya ji ber qilêrîyê reng gewr û betanîya xwe ya bi mehane rûyê avê neditî jî avitibû ser doşega tenik. Li alîyê çepê binê razangehê, li bin pencereyê nêzikî esraqê, ji xwe ra xewgeyek bêhempa amadekiribû.  Qe guh neda îtiraz, gotin û rehneyên hevalên xwe. Bi guhnedêrî sê çar şevan di xewgeha xwe yê bêhempa da raket.

 
Razangeh, ji axurê hatibû veguhartîn. Êdî axurek çiqas tê paqijkirin, ewqas paqij bû. Ji ber dêrî heta ber diwarê binê razangehê, çep û rast ji du alîyan ve bihev ve zeliqandî, li ser astirên rengavetî, hesirên qamîş, betaniyên kevn, telîsên laylon û qartonên qalind şelteyên singêr hatibûn raxistin. Orxan û batanîyeyên rûyê avê nedîtî jî kişandibûn ser doşegên xwe yên tenik. Li balîgê nivînan, di navbera dîwar û balîfan da bi yek rêz valîz, çentik, torbe, poşetên tijekirî hebûn. Bî qasî qamekî li jorê torbe û valêzan, hilawestekên ku bi texteyên darbendan hatibû çêkirin, cil û berg li ser cil û berganan dalîqandîbûn.

Dema ku êvar dibû, soldanka ber derîyê razangehê heta refê jor bi solan tijî dibû. Di dîtina pêşî da razanxane, yan jî odeya razanê; vêsan,  xwerin û vexwerin û hewcedariyên din, di nav  geremole, axmetaxme, bêpergaliyê da xuya dikir, lê ku te bi baldarî û bi hûrgilî li razanxaneyê, yanê li odeyê dinêrîya, dihate dîtin ku di hundir de neçarî, bêkesî û fiqaretiyên li ber çavan û wek ristim da, her tişt di cihê xwe da û bi pergalakî zanistî da dimeşiya. 

 
Yên ku di razanxaneyê da diman, hema bi giştî ji yek bajarî, hemşarî, nas, hin kes jî yek binemalî, hin kes jî birayê hev bûn. Ji ku, ji ber çi, ji bo çi hatibûn û hêwiriyabûn kevîya vî bajarê Stenbola bêbext û dilreq dizaniyan. Çîroka serpêhatiyên wan yek bû. Birîn, jan û hesreta hev ji dil famdikirin û bi vî hişî tevdigeriyan, hev diparastin, alikar dibûn. Di poza hemûyan da bêhna şewata xanî, kadîn, axur, hewş, di guhê hemûyan da hewar û qîrînên dê û bav, xûşk û bira, ap û amoj, xal û xalojin, metik û cîranên xwe, di sîng û pişta hemûyan da jana dipçikên tifîngên cendermeyan, tîmên taybet û paramilîteran, li ber çavên hemûyan da jî ji ber lêdan û îşkenceyan di nav xwînmayînê û kuştina dil û canên xwe yên ezîz, hîna wek îro di bîra giştiyan da bû.  Dewleta tirk bi darêzorê; nîv xasî û nîv tazî, di nîv royê da ji  gom, gund û navçeyên xwe yên bav û kalan, ji bax, baxçe, çiya, çem û zozan û deştên xwe yên bihûşt dervekiribûn.

Bi hêvîya vegera nediyar, li rê û rêçalan ketibûn û xwe gîhandibûn cem xizm, nas û dostên xwe yên li bajaran. Bajarên ku kolan, kuçe û ziman jê wan ra biyanî bûn. Meriv, di heqê tîbûnî û birçîbûnê da dikare bê, lê di heqê bêrîya erdê xwe yên zorokatiyê da nikane bê. Li welatê biyanî ew hesret di dil da wek pitikekî bê şîr mayî dimizmize û disekine. Li bajaran, ji bo debara xwe li pey kar û xebatan ketin. Hinek mêr û zarokên ku dest dar digire jî berê xwe dabûn bajarê Stenbolê.

Di razanxaneyê da sêzdeh li alîyê  çepê, sêzdeh jî li aliyê rastê bist û şeş doşeg li kêleka hev bi hevdû ve zeliqandî raxistîbûn. Tenê di ber piyê doşegan da ji bo hatin û çûyinê bi qasî nîv metre navber hebû. Li razanxaneyê her roj, herî kêm ji xortên sêzdeh salî bigir, hetanî mêrên sî û pênç salî, şêşt û bênç kes diman. Çarînan ew hejmar digihîşte heftêyan. Li ser her doşegê du kes radiketin. Ji bo hewcedariya firehîyê, doşeg li kêleka hev û bi hevdû ve zeliqandî dihatin raxistin. Yanê mecbûriyetî bu. Him razanxane ewqas fireh nebû, him jî ji herkesî ra doşegek nediket. Hasilî kelam, pereyên ku qezenç dikirin jî, ji xwerin û vexwerina xwe û gewriya malên xwe yên ku koçber kiribûn ra encax qîm dikir.

Di şeveqê da ji xewa şîrîn hişyar dibûn, dest û rûyên xwe dişûştin, bê xurînî, lezebez diçûn ser karan. Piranî di karên înşeatan da dişixulîyan. Ji hev ra, yan jî yek ku ji bo şixulê ji welêt dihat jê ra di wê demê da karek didîtin. Tengasiya hev, jana dilê hev û armanca hev baş dizaniyan.   Bingeha pergala razanxaneyê li ser piştgirî û parastina hev çêbûbû. Lê hevalekî xwe nezan, xweperest û ezez, pozbilindî kiribû, bi tûxla û texteyên darbendê ji xwe ra razangehekê taybet çêkiribû! Yanê, nika şunve bi tena  serê xwe di doşegekî fireh da radikeve! Yanê, piştgirî, fedekarî, hevparastin ne xema wî bû! Qeyde û rêzikê razanxaneyê hatibû xera kirin.


Ji ber vê jî, niqaşên hişk û dilşikandinî destpêkirin. Yên bêdoşeg û bênivîn bêdeng man, yên xwedî doşeg û nivîn dengê xwe bilind kirin; qala rewşa xwe, armanca xwe, dirûva malbat û sedama halên xwe kirin. Niqaş li ser niqaşê, rexne li ser rexneyê, kesên aqilmendên temenmezin bûn navbeynkar, axirî encam bi xweşkayî hal bû. Wî kesî, karyolaya xwe ya ku bi tûxla û texteyên darbendê  çêkiribû, rakir. Derdor aram bû. Dîsa her tişt vegeriya ser yeknesaka xwe. Ewqas bûyerên dilêşand, jandayî, xemdar di nav vê yeknesakê da û rûtîna yeknesakê da heliya û çû. 

 

İlginizi Çekebilir

Çandar: Kürdistan Bölgesi sürecin ‘kolaylaştırıcı’ rolünü üstleniyor
CHP’li Yücel: ‘Bahçeli büyük fedakârlık yaptı’ hikâyesi gerçek dışı ve samimiyetsiz

Öne Çıkanlar