Hatîmogullari: Gelê Kurd û Ocalan ji bo çareseriyê amade ne

Kurdi

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê li civîneke Londonê nêrînên Abdullah Ocalan ên li ser pêşhatên Sûriye, Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê parve kirin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê eşkere kir ku ew gelê Kurd, Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê amade ne lê ew nizanin bê ka Hikûmeta Tirkiyeyê amade ye yan na.

Hatîmogullariyê eşkere kir ku di hevdîtinên wan de Ocalan li ser metirsiyên koridora enerjiyê ya Tirkiyeyê hişyarî daye û tekez kiriye ku Rojavayê Kurdistanê jî beşdarî pêvajoya çareseriyê bûye.

Li gorî gotina Hevseroka DEM Partiyê Abdullah Ocalan di hevdîtina duyem a bi heyeta Îmraliyê de nîv saetê li ser kuştina Narîn Guranê axiviye.

Tulay Hatimogullari li Londona paytexta Brîtanyayê di panela Center for Kurdish Progressê de axivî.

Siyasetmedarê Kurd ê penaber Osman Baydemîr û nûnerên aliyên cuda yên Kurdên li Brîtanyayê jî beşdarî panelê bûn.

Hatîmogullariyê hûrgiliyên her du hevdîtinên heyeta DEM partiyê yên bi Abdullah Ocalan eşkere kirin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê bal kişand ser wê yekê ku ku piştî banga Serokê MHPyê Dewlet Bahçelî nediyar e bê pêvajo bi kû derê ve biçe û got:

“Ez dixwazim her kes vê yekê bizane ku ti lihevkirinên nivîskî û girêdayî maddeyan nînin. Dê çêbibe? Bi rastî em jî têdikoşin ku pêvajo bigihîje vê qonaxê.

Bi taybetî li Şamê guherînek di birêvebiriyê de çêbû û niha HTŞ li wir desthilatdar e.

Pêşhatên li Sûriyeyê nîşan dan ku sîstema cîhanî, di serî de li herêmê û li seranserê cîhanê xwe ji nû ve saz dike. Serok (Ocalan) derbarê cihê Tirkiyeyê di vê pergala nû de hişyariyên dîrokî da.

Ev gelekî girîng in. Niha Tirkiye, ji aliyê erdnîgariyê ve beşdarî koridorên enerjiyê ye.

Serok (Ocalan) diyar kir ku ev ziyanê dide gelên Tirkiyeyê ye.

Wî tekez kir ku sedema bingehîn a vê jî ew e ku dewlet bi israr Pirsgirêka Kurd çareser nake.”

Hatimogullari: Ocalan ji bo herêmê hişyarî da

Hatimogullariyê ragihand ku Ocalan hişyarî daye ku eger welatên herêmê yên wekî Tirkiye û Îranê guherînên cidî nekin dê herêm bibe cihê bêîstiqrariyê û dê rewşeke tevlihevtir derkeve holê.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê diyar kir ku hişyariyên Ocalan di nav dewletê de jî hatine fêmkirin û Bahçelî jî di wê çarçoveyê de bang kiriye.

 “Ocalan nîv saetê li ser kuştina Narîn Guranê axivî”

Hatimogullariyê da zanîn ku di hevdîtina duyem de Ocalan herî kêm nîv saetê li ser kuştina Narîn Guranê axiviye.

Li gorî gotina Hatimogullariyê Ocalan diyar kiriye ku civak û dewlet nikarin zarokan ji îstîsmarê biparêzin û bi tenê çavlêbûna dewletê û çend xwepêşandanan encam nayê bidestxistin û çareseriya bingehîn jî rêxistinkirina civakê ye.

“Banga Ocalan dê kengî be?”

Hatimogullariyê anî zimên ku dibe ku banga Ocalan dawiya meha sibatê yan jî meha adarê pêk were û naveroka wê dê li ser çareserkirina Pirsgirêka Kurd a dûrî pevçûn û tundiyê û bi rêyên huqûqî û demokratîk be.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ragihand ku divê Ocalan di hawîrdoreke azad de bi huqûqnas, siyasetmedar, akademîsyen, tevgerên jinan, ciwanan û hemû beşên civakê re hevdîtinan bike û ji bo vê yekê jî pêwîst e hikûmet gavên berbiçav biavêje.

Hatîmogullariyê behsa helwesta Hikûmeta Tirkiyeyê ya li ser pêvajoyê jî kir û wiha domand:

“Heta niha ti gavên berbiçav ji Erdogan û hikûmetê nehatine avêtin. Ji ber vê pêvajo hîn ne zelal e.

Li aliyekî qeyûm tên tayînkirin. Li Wanê 15ê Sibatê qeyûm hat tayînkirin. Hevserokê Şaredariya Wanê ceza xwar.

Operasyonên mezin tên kirin. Civak, gelê Kurd û Ocalan ji bo vê pêvajoyê amade ne lê em nizanin bê ma hikûmet amade ye yan na.”

/rûdaw/

İlginizi Çekebilir

İdam cezası verilen 3 Kürt kadın için harekete geçme çağrısı
Kubat Talabani: Kürt sorununun çözümü konusunda ciddi bir irade var

Öne Çıkanlar