Çavkaniyên herêmî ji Afrin Now re ragihandin ku hêzen girêdayî hikûmeta demkî duh êvarê piştî topbarankirina avahiyek niştecihbûnê li taxa Şêx Meqsûd, komkujiyek li hemberî malbatekê pêk anîn.
Li gorî çavkaniyan, di topbaranê de tevahiya malbatek ji şeş kesan, di nav de sê zarok, dema ku mala wan rasterast hate hedefgirtin, hatin kuştin.
Navên qurbaniyên ku heta niha hatine destnîşankirin ev in:
1- Emîn Reşo (bav)
2- Zeyneb Emîn Reşo (keça Emîn)
3- Şerîfîn Hesen (jina kurê Emîn)
Ji bilî sê zarokên Şerîfîn Hesen, ku navên wan hîn nehatine weşandin.
Pênc ciwanên sivîl ên kurd bi awayekî komî hatin îdam kirin
Her wiha çetayên girêdayî hikûmeta demkî pênc ciwanên sivîl ên Kurd li taxa Eşrefiyê ya Helebê bi awayekî komî îdam kirin.
Ev jî tê diyar kirin ku bûyerên li Suweydayê li dijî Kurdan dubare dibin.
/Jêder: Ronahi.TV/










