Hevşaredarên Peyasê Roja Zimanê Dayikê Pîroz Kirin: ‘Ziman Hîmê Bingehîn ê Netewebûnê ye’
AMED – Hevşaredarên Şaredariya Peyasê, Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî peyamek vîdyoyî weşandin. Hevşaredaran bal kişandin ser girîngiya parastina zimanê dayikê û bang li raya giştî kirin ku xwedî li nasname û çanda xwe derkevin.
Di vîdyoya ku hat parvekirin de, Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar bi zaravayê kurmancî û Hevşaredar Cengîz Dundar jî bi zaravayê kurmanckî (zazakî) peyamên xwe gihandin gel. Ev helwesta hevşaredaran wekî girîngiya pirrengiya zimanê kurdî hat nirxandin.
Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar di peyama xwe de destnîşan kir ku ziman bingeha hebûna neteweyekê ye û wiha got:
“Ziman hîmê bingehîn ê netewebûnê ye. Parastina zimanê dayikê tê wateya parastina çand, dîrok û nasnameyê. Em bang li her kesî dikin ku bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin, binivîsin û daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê bikin. Ji bo jiyaneke demokratîk, divê pirrengiya zimanî bê parastin.”
Hevşaredar Cengîz Dundar jî bi kurmanckî bal kişand ser mafê perwerdehiyê û îfadekirina azad. Dundar di peyama xwe de anî ziman ku parastina ziman berpirsiyariyeke mirovî ye:
“Heqê her kesî heye ku bi zimanê dayika xwe qise bike û xwe îfade bike. Pirrengiya zimanî mîrasê hevpar ê mirovahiyê ye. Em wek hevşaredarên Peyasê, ji bo pêşerojeke wisa dixebitin ku tê de her kes bikaribe bêyî tirs bi zimanê xwe bijî.”
Hevşaredaran di dawiya peyama xwe de hêvî kir ku hemû zimanên cîhanê bi azadî bijîn û bigihîjin nifşên nû.
/Nûçe: Mordem Zel/










