Hêzên Hikumeta veguhêz rêya Reqa bi Dêra Zorê ve girê dide girt

Kurdi

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê rêya di navbera bajarokê El-Bohemed û Xanim ên li başûrê rojhilatê Reqayê de ku kantonên Reqa û Dêra Zorê bi hev ve girê dide, girt.

Heta niha hikumeta veguhêz sedemên girtina rêya Reqa-Dêra Zorê eşkere nekirine.

Hemwextî girtina rêya Reqa-Dêra Zorê Hêzên Hikûmeta Veguhêz rêyên Tebqa-Selemiyê û Dêr Hafir-Helebê jî girtine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji hefteyekê ve hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê li dijî bajarokê Xanim Elî êrişan pêk tînin.

Duh jî Hêzên Sûriye Demokratîk 2 balafirên bêmirov ku ji binkeyên hêzên hikumeta veguhêz hatibûn, li nêzî gundê Xanim Elî yê li rojhilatê Reqayê anîn xwarê.

QSD’ê diyar kir ku balafirên bêmirov yên  DAIŞ’ê bûn û ji binkeyên hêzên hikumeta veguhêz derketibûn.”

/Jêder: Ronahi.TV/

İlginizi Çekebilir

Mesud Barzani’den FIFA adayı Zaho taraftarına destek çağrısı…
Kıbrıs’ta liderler çözüm müzakerelerini canlandırmaya karar verdi

Öne Çıkanlar