Em Kurd her tim ji terefê dagirkerên Kurdistanê ve bi navê ol, mesheb û îdeolîjîya hatin xapandin. Dijminên me ew kes in ku jiyana xwe û paşeroja xwe li ser înkar û tunekirina miletê me ava kirine. Kurdên misilman! Êdî bese em, herdem bi navê ummetê tên xapandin. Tirk, Ereb û Faris nasnamey me înkar dikin û li ser ge me jenosîde bi kar tînên.
Ew ummeta ku ew jê re dibêjin, ji dîktatorên kujer, diz û tecawizkaran re serî ditewîne û wan mîna xwedayan diparêze. Hin Kurdên misilman hê jî piştgirî didin wan kesên ku welatê wan talan dikin, dagir dikin û bi navê biratiya ummetê nasnameya wan înkar dikin. Hin Kurd jî bi navê sosyalîzm, demokrasî û biratiya gelan, piştgirî didin wan kesên ku gelê wan dikujin û dewleta xwe diparêzin. Ma saflîyeke ji vê mezintir heye ku mirov bi wan gelên ku hebûna gelê Kurd ji xwe re wekî metirsî dibînin re jiyana hevpar wekî rêya rizgariyê bibîne? Li Rojavayê Kurdistanê, gelê me bi bedelên giran û bi canê xwe di rêya azadiyê de destkeftiyên mezin bi dest xistine. Lê ji bo astengkirina van destkeftiyan, Tirkiye û Çeteyên HTŞ ê Colanî bi hewldanên mezin li dije gelê me şerekî kirij bi kar tînin. .
Li Rojhilata Navîn, her kes li pey berjewendiyên xwe û lîstikan e. Di vê projeya mezin a Rojhilata Navîn de, divê Kurd li gorî berjewendiyên xwe yekîtiya xwe ya neteweyî saz bikin, ji bo azadî û serxwebûnê bixebitin û li hember planên qirêj ên dijminên xwe li hevalbendiyên navneteweyî bigerin. Ev di vê serdemê de pêwîstiyeke bingehîn e. Dijminên gelê Kurd di navbera Kurdan de dîsa dixazin nakokiyan amade ava bikin. Ger di navbera Kurdan de jiber berjewendiyên rêxistinî nakokî çêbibin, ev ê ji bo miletê Kurd encamên wêranker bi xwe re bîne. Di dawiyê de, destkeftiyên ku Kurdan bi bedelên giran bi dest xistine, wê winda bibin.
Di hedîseke Pêxember de tê gotin: “Mirov du caran ji heman qulikê nayê gazkirin.” Pêwîst e em fitne û fesadên di navbera xwe de asteng bikin. Ev erkê me yê sereke ye. Kurdan ji ber ku her tim ji bo bawerî, mezheb û îdeolojiyan ji nasnameya xwe tavîz dane, jiyana zilletê jiyane. Divê em bibêjin: “Ez Kurd im, Xwedê ez afirandiye, parastina hebûn û nasnameya min erkê min ê bingehîn e.” Çawa ku azadî û xwedî dewletbûna miletên din ji bo miletên din ne metirsî ye, divê azadî û xwedîdewletbûna me jî ji bo miletên din wekî metirsî neyê dîtin. Em Kurd neyên wê yekê ku em ji miletên din serdest in. Em dibêjin ku em jî beşek ji hemû gelên cîhanê ne û mîna hemû gelên xwedî dewlet, em jî bawer dikin ku ev mafê me ye. Kurdistan, ji aliyê erdnîgarî û dîrokî ve, welatê bav û kalan ê gelê Kurd e.
Ew herêma ku gelê Kurd lê dijî digire nav xwe, û em çavê xwe li axa tu miletî nekirine. Ol, mezheb û komên li Kurdistanê divê li ser xalên ku li ser wan li hev dikin, bi awayekî aştîxwaz yekîtiya neteweyî saz bikin û ji bo ku li ser axa xwe bi azadî bijîn, têbikoşin. Her Kurd divê bêyî ku ji ramana Kurdistana yekbûyî û serbixwe tavîz bide, bi îstîqrar û bi israr li ser vê yekê bisekine.
Îro em dibînin jibo parastina destkeftiye gelê meyê Rojava bi ruhekî Netewî û bi helwestekî bi rumet li her perçê Kurdistanê û seranserê cîhanê li dijê çeteyên HTŞ û Dewleta Tirka daginerker li ber xwe didin. Divê em bi israr li ser serxwebûna Kurdistanê û azadiya gelê xwe bisekinin. Wernake, em nikarin gelê xwe ji zilma dagirkeran rizgar bikin.
Bijî Berxwedana Rojava…
*
/ Serokê Giştî PÎK-Partiya Îslamiya Kurdistan /











