21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Zimanê dayikê yek ji tiştên herî girîng e ji bo netew û gelên cîhanê. Îro ev roj wek roja zimanê zikmakî an dayikê Ji aliyê UNESCOyê ve di 21 Sibata 1999 de bi fermî hatiye pejirandin ku her sal di 21ê Sibatê de Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî tê pîrozkirin.
Zimanê dayikê hebûn û jiyana civakê ye. Zimanê netewe kî hiş û ramanê wê neteweyî ye. Zimanê miletan heqê ku fîtrî (zikmakî)ye; kî li dijî zimanê dayikê derkeve û qedexe bike, li dijî emrê Xwedê derdikeve. Qur’ana pîroz ferman dike: “Ji nîşaneyên (qudreta) Xwedê ye ku erd û ezman afirandine, zimanên we û rengên we ji hev cuda çêkirine. Bêguman di vê yekê de ji bo mirovên zana ders û îbret hene.” (Rûm: 22)
Li gorî têgihîştina vê ayetê, kesê ku înkara zimanekî bike, wekî înkara nîşaneyekê ji nîşaneyên qudreta Xwedê bike û li hemberî afirandina Xwedê raweste. Ev tevger wekî şerekî li dijî fermanên Xwedê ye. Hemu dewletê dagirkerên Kurdistanê(Tirk, Ereb û Faris) ji bo asîmîlekirina gelê Kurd zimanê Kurdî înkar û qedexe kirin. Sed sale dewleta Tirk rejîma kemalîst li ser zimanê gelê Kurd siyaseta înkar û asîmîlasyonê dimeşîne. Zarokên kurdan nikarin bi zimanê dayika xwe li dibistanan û zaningehade perwerde bibin.
Dewleta Tirk bi vê siyaseta înkarê li ser psîkolojî û jiyana gelê Kurd û zarokên kurdan tahribatek mezin çêdike. Ji ber vê yekê pêwîst e em xwedî li zimanê Kurdî (bi hemî zaravayên xwe ve) xwedî derkevin û zarokên xwe bi zimanê dayikê perwerde bikin. Hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê zikmakî ji bo her miletî ne erkeke kesayetî ye, erkeke Netewiye, kesên ku vê erkê bi cih neynin, erkê xwe yê neteweyî bi cih neanîne, te wê wateyê wan xizmeta miletê xwe nekiriye. Ji bo ku mirov xwe wekî beşek ji miletekî bihesibîne, divê ew xizmeta wî miletî xwe bike. Ji bo pêşeroja zarokên me, li ser hemû gelê Kurd farz e ku li ser erda xwe azad bijîn,dibê em ji bo zimanê xwe kar û xebatê bikin.
Mileten bê ziman tu carî nabin dewlet. Civakek ku bi zimanê xwe yê dayikê bi awayê herî rast û xweş neaxive û perwerde nebe nikare alîkariya kesên din bike. Ew nikare di jiyana rojane de jî xwe bi awayekî azad îfade bike ji ber vê yekê: Zimanê me jiyana me a li ser rûyê erdê ye. Zimanê me wergera fikir û ramanên me ye. Zimanê me edebiyata (Wêjeya)me ye.
Zimanê me çand û hûnera me ye. Zimanê me dîroka me ye. Zimanê me hebûna me ye. zimanê me rûmeta me ye. Zimanê me serbilindiya me ye. Zimanê me nasname û hebûna me ye. Zimanê me nîşana Xweda yê. Bijî Zimanê Kurdî! Bijî yekîtî û azadiya gelê Kurd!
*
(Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistanê -PÎK)










