Hikmet Serbilind: Xwedî nasnama xwe derkevîn

Kurdi

Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) Hikmet Serbilind, daxuyaniya  xwe de got, ”pêwîst e ku hemû Kurd xwedî li nasnameya xwe û zimanê xwe derkevin…”

Daxuyaniya Serbilind wusaye:

” Ey gelê Kurd! Tirk, Ereb û Faris dibêjin Kurd birayê me ne! Zimanê wan helal e; zimanê Kurdan haram e. Nasnameya wan helal e; nasnameya Kurdan haram e. Di mizgeftan de zimanê wan helal e; zimanê Kurdan haram e.

Xwedîbûna maf û dewletê ji wan re helal e; ji Kurdan re haram e. Ev çawa biratî ye? Heta ku zimanê Kurdî nebe zimanekî fermî, nivîsê û jiyana rojane, zimanê Kurdî pêş ve naçe. Ji ber vê yekê pêwîst e ku hemû Kurd xwedî li nasnameya xwe û zimanê xwe derkevin.

Bê statû, gelê Kurd nikare li ser axa xwe azad û bi rûmet bijî. Dagirkerên Kurdistanê, ku hemû misilman in, mafên ku Xwedê daye Kurdan înkar dikin. Ey gelê Kurd, bi dagirkerên Kurdistanê bawer nekin. Bila ew bi navê Xwedê û biratiyê we nexapînin…”

İlginizi Çekebilir

Neçirvan Barzani Asuri Katliamı kurbanlarını andı
MHP’li vekil hakkındaki ‘Sahte Diploma’ haberlerine erişim engeli

Öne Çıkanlar