Ew kesên ku ji aliyê siyasî, hiqûqî, aborî, civakî û ramanî ve ji mirovên azad cuda tên dîtin û di statuyeke jêr de tên pejirandin, kole ne. Kole mirov her tim ji bo efendiyên xwe yên ku wan kole dikin dijîn û bawer dikin ku bextewariya wan tenê bi bextewariya efendiyên wan ve gengaz e. Gelêk bêyî ku bi ramaneke neteweyî azad bibe, azad û serbixwe bûna wî ne gengaz e. Civakên misilman bi gelemperî ji ramaneke azad û serbixwe bêpar in. Ew di ol, siyaset, jiyana civakî û ramanê de civakên teqlîdker in.
Civakeke ku aqilê xwe kirê dide, nikare xwedî li îradeya azad a ku Xwedê di afirandinê de daye wê derkeve. Wek ku Xwedê dibêje: “Bi îzna Xwedê ve tu kes bawer nake û (Xwedê) gemarî (nerahêti, azab) li ser yên ku aqilê xwe bi kar naynin dihêle.” (Yûnus 100) Gelêk heta ku xwedî li aqil û îradeya xwe dernekeve, nikare nirxên mirovahiyê bi dest bixe. Gelên misilman ên ku welatê me Kurdistanê dagir kirine, aqilê xwe bi dîktator, zalim û bazirganên ol ve girê dane. Ev gelên bi ruhê kole, bi sedsalan di bin koletiyê de ne û em wan teqlîd dikin. Bêyî ku ji ruhê kole rizgar bibin, ramaneke azad û qebûlkirina ramanên cuda û rêzgirtina wan ne gengaz e.
Gelên ku bi aqilê serokên partî û rêxistinan, şeyx û hocalan tevdigerin û aqilê xwe bi kar naynin, ne tenê li aqilê xwe dijminatiyê dikin, lê yên ku wek wan nafikirin jî wek dijmin dibînin. Ji ber vê yekê, em yên ku ne wek me difikirin wek xayin û xayintiyê îlan dikin. Di civakên demokratîk de, tahamul, tolerans û çanda rêzgirtina ramanên cuda qanûnek jiyanê ye. Lê em cudahiyan wek gef û dijmin dibînin, ji ber vê yekê ti pêşveçûn û guhertin çênabe. Heta ku em tenê rastiya xwe wek rastiya yekane bibînin, pêşveçûn û guhertin ne gengaz e. Tenê dema ku rastiyên me bi rastiyên yên din re li hev bên, guhertin û pêşveçûn çêdibe. Wek ku Xwedê ferman dike: li ser heqê (rastiyê) alîkariyê bikin û li dijî batilê (xerabiyê) rawestin.
Tew ger tenê yek mirov be jî, li ser heqê rawestin divê bibe prensîba bingehîn a mirovahiyê. Yek ji nexweşiyên herî mezin ên cîhana Îslamê ew e ku ew li dijî heqê, li aliyê neheq û zaliman disekinin. Lê li gorî Îslamê, mazlûm divê – her çiqas bawerî û ramanên wan cuda bin jî – li dijî zaliman bi hev re hevkariyê bikin. Dewletên dagirker ên Kurdistanê, bêyî cudahiya ol, mezheb, raman û rêxistinê, gelê me qetil kirin. Dewletên dagirker her kurdekî ku ji bo azadiya gelê Kurd têkoşînê dide wek gefek li ser xwe û wek xeta sor a statûyê ji bo gelê Kurd dibînin. Ji ber vê yekê, divê em rêzê li hemû qehremanên ku ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîn dane bigirin.Divê em xwedî li Pêşmerge, Gerîla û hemû şervanên qehreman û fedayî yên ku ji bo azadiya gelê me têkoşînê didin û şehîd bûne derkevin û berpirsiyariyên xwe li hember wan wek wezîfeyeke pîroz bibînin. Mafê me heye ku em bibêjin “Raman a min herî rast e”. Lê têgihîştina ku “Ramanên din batil in” şaş e.
Wek ku Ustad Bediüzzaman Saidî Kurdî gotiye: “Tu mafê te heye bibêjî meşreb û mesleka min heq e yan jî xweştir e. Lê tu mafê te tune ye ku bibêjî tenê heq meşreb û mesleka min e.” Divê em niyetên baş, tolerans û rêzgirtinê ku em li hember dewletên dagirker ên ku Kurdistanê dagir kirine û gelê me yê mazlûm qetil dikin nîşan didin, herî kêm li hember gelê me yê ku di nav rêxistin û ramanên cuda de li Kurdistanê dijîn jî nîşan bidin. Partiya me PÎK (Partiya Îslamiya Kurdistan) Kurdistaneke Yekbûyî, Serbixwe û Azad diparêze û bawer dike ku heta Kurdistaneke serbixwe neyê damezrandin, jiyana azad a gelê me ne mimkun su e.
Ev nayê wê wateyê ku em yên ku wek me nafikirin wek xayin dibînin. Em vê mafî li xwe nabînin û ti kes jî vê mafî nîne. Rexne divê ne ji bo bi heriyê avêtin, tawanbarkirin û wek xayin îlan kirinê be, lê divê ji bo ku mirov ji xeletiyê dûr bixe û rastiyê nîşan bide bê kirin. Daxwaza min ew e ku gelê me yê mazlûm ê Kurd ê misilman, êzidî, sunî, elewî û yên bi raman û rêxistinên cuda, bi nasnameyên xwe yên mazlûm re li dijî zaliman di nav hevkariyê de tevbigerin da ku adalet, azadî û jiyana mirovî bi dest bixin.
Li gorî çavdêriyên min, armanca herî mezin û dawî ya her kurdekî Kurdistaneke azad û serbixwe ye. Dema ku em ji murîdtiya olî, siyasî û rêxistinî rizgar bibin, emê azad bibin û nirxên mirovahiyê bi dest bixin. Bijî berxwedana Rojava Bijî yekîtiya gelê Kurd Bijî Kurdistana serbixwe û Azad…
*
/ PÎK – Partiya Îslamiya Kurdistan Serokê Giştî: Hikmet Serbilind /










