Hozan Aydın: Herkes li gorî çanda xwe, li gorî şêwaza jiyana xwe, muzîka xwe çê dike! 

KurdiSöyleşi

*Hin esasiyetên bingehîn ên mirovatiyê hene ku mirov pê dibe mirov. Mînak, wek jidilbûn ku dil dibe mekanîzmaya exlaq, niyet, helwest û bertek, her wiha, çanda ku  mirov pê tê nasîn, divê her mirov bê fikar, xwedî li van esasiyetan derkeve û li ser bimîne.

*Di cîhanê de çanda Kurdan jî gelek kevnar e, bingehîn e û esas e. Lê belê Kurd wek xwe nehatiye zanîn. Divê beriya her tiştî, Kurd bibe Kurd di cîhanê de, wek xwe bikeve nav danûstandinan û were zanîn. Wê çaxê wek xelkê dinê digihêje asta cîhanî.

*Dengbêjî, mayendeyek ji çanda Kurdî ye. Erê; çi bi şêkirandin û çi jî bê şêkirandin; her çiqas tenê jê xwarin hebe jî, heta Kurd hebe, dengbêjî tu caran namire ji ber ku ji reseniya kurdayetiyê wek koka dara çinarê bingeha çandê ye.

*Di rastiyê de, ez tevgera azadiyê berî her tiştî wek xîreta îmanê dibînim ku bi şêr û lehengan û bi gelek xwefedakirinên civakî, li hember dagirkerên Kurdistanê wekî pola sekinî û qasî nîv sedsalî şer kir. Gelek baş gihîşt asta xwebûna Kurd û bi ser ket.

*

Behice Feride Demir: Huner Çep û Çepel e

Ji vir Mehek berê Înstîtuya Kurd û Alman nêzîkî 900 helbestên Cîgerxwîn dîjîtalîze kirin. Helbet şaîrê navdar û neteweyî beriya dîjîtalîzmê jî di dil û dengê gelê xwe de bi risteyên xwe dihat naskirin.

Yek ji van risteyên wî ev e:

“Huner çep û çepel e,

Karê me Kurdan ev e,

Xebat û keyf û şer e.”

Kurd, wek hemî gelên cîhanê, ji bo jiyaneka serbixwe û azad hin berdêlên giran dan û hêjî didin. Huner heta jiyan, hest û şahîdîyên gelê xwe nehewîne, nikare bibe xwediyê ast û asoyekê. Hunermend jî heta li vê aso û afirandina ku bûye malê hunerê xwedî dernekeve, nikare ji xwe re cîh û navekî werbigire. Lewma jî, pir caran qîmeta hunermendên kurd bi qedera gel ve girêdayî ye û huner ji bo wî dibe çek û çepel.

Ji bo ku çepel ji gel re bibe per û pergal, lazim e hunermend bi xwe bawer û hilber be. Kurdan, di serdema modern de, ligel hemû şer û şertên xedar, dîsa jî gelek hunermendên jêhatî û berhemdar derxistin. Îro bi sedan hunermendên kurd li çar aliyên cîhanê xwedîyê serpêhatîyê ne.

Yek ji van Hozan Aydın e. Nêzî çil sal in ew bi xebatên bênavber û bijare tê naskirin û hezkirin. Ne tenê stranbêj e, di heman demê de bi deng û bestekarîya xwe jî di nav cîhana mûzîkê de wek hosteyekî tê dîtin. Lewma jî min gava pirsên xwe amade kirin, jê pirsa ekola wî kir. Bi ya min, ew jî hemû ekol û parçeyên Kurdistanê ye.

Piştî demeka dirêj, min ruportaja xwe ya vê mehê bi Hozan Aydın re çêkir. Bawer im wê hezkiriyên Hozan Aydın û xwendevanên Nupel Online yê ji vê sohbeta me kêfxweş û razî bin.

Dîsa bi gotina hosteyê mezin: “Awaz peyman û soz e.”

Me jî hin peyman û soz di sohbeteka Serhedî de gerand.

Çendekî berê li ser medyaya civakî we anketek çêkir û tê de behsa guhertina navê xwe kir. Anketa we çawa bi dawî bû? Hozan Aydinê 40 salî dê bi kîjan navî xwe binasîne?

   Salên berê, ango berî ku berhema min a yekem derkeve, min xwest ez navekê kurdî li xwe bikim. Lê ji ber hezkirina navê xwe, ev xwesteka min roj bi roj dereng ket. Tevê hin fikarên ku di dilê min de mane, lewma jî heta vê rojê hat. Min xwest ez vê gengeşiyê ji dilê xwe derxim û dilê xwe aram bikim. Ne ku ez ji navê xwe yê Aydin ne razî bûm, na! Wateya navê min jî xweş e  ez û navê xwe jî gelek li hev tên li gorî min. Lê di cîhanê de, di nava her civakê de, çawa her kes bi navê xwe ye, min jî wekî kurdekî û wekî hunermendekî kurd, xwest ku bila navê min bi kurdî be. Min xwest ez vê bikim! (Bila navê Kurdan, axaftina Kurdan hunera kurdan bi kurdî be) 

Ez bawer dikim kesî wekî me navê xelkê li xwe nekiriye. Kes di malên xwe de bi zimanê xelkê bi zarokên xwe re naaxife! Kes bi qasî me bi zimanê xelkê nastrê! Îja, taybet jî ew xelkên ku sebata wan bi tu awayî ji hebûna me re tune, mixabin! 

Lê divê min dîsa jî ji hezkiriyên xwe bipirsiya ka ew çi dibêjin. Çimkî; bi dehan salan, bi milyonan kesî, ez bi navê Hozan Aydin nas kirim. Di dilê xwe de cîh dan min û bi vî navî jî ez pejirandim. Ez bawer dikim li ser vî navî mafê wan jî heye! Bi sedan kesan peyam nivîsîn, ditinên xwe bi hestîyarî diyar kirin. Hema dikarim bêjim nêzîkatî û nirxandinên wan wekî hev bûn.  Di encamê de gotin: Ji bo me esas e ku tu çi dikî, çawa tevdigerî, xwedî seknekî çawa yî? û dengê te, huner û stranên te û xizmeta te ji bo me girîng e.

 Ji xwe ev felsefeya min a jiyanê ye. Her kes bi liv û tevgera xwe, bi kiryar û sekna xwe ye; lewma her kes bi qasî dilê xwe ye. Her wiha gotin: Me bi vî navî tu nas kirî, ev nav bû zarokatiya me, me bi vî navî ji te hez kir û em wisa ji te hez dikin û naxwazin tu biguherînî.  Min bala xwe da ku biryara wan ji biryara min bi bandortir e û min navê xwe wek Hozan Aydin hişt.

Her tişt û her kes diguhere. Wekî hunermendekî, hûn guhertinên jiyanê çawa dinirxînin? Guhertin ji bo we qelsiyek e an pêdiviyek e? 

Hin esasiyetên bingehîn ên mirovatiyê hene ku mirov pê dibe mirov. Mînak, wek jidilbûn ku dil dibe mekanîzmaya exlaq, niyet, helwest û bertek, her wiha, çanda ku  mirov pê tê nasîn, divê her mirov bê fikar, xwedî li van esasiyetan derkeve û li ser bimîne. Lê di jiyanê de, hizir, dîtin û her wiha av û hewa bi awayekî xwezayî her dem tê guherîn; guhertin di vî warî de pêdiviyek e!

Hozan Aydın ji kîjan ekolê ye? Ew realîst e, romantîk e, an jî sûrrealîst e ?

Li gorî min, ez armonîya hersiyan im. Mirov, wek pîrozîyeka ji afirandina Xwedê ye. Ger nefes hebe, mirov heye, ger nebe mirov tune; lewra hemî tişt bê wate ye û ev rastiyek e. Wê çaxê ez realist im.…

Min ne war be, min ne ar be, ne sitar be, ne debar be, bila serê min li ber sînga te be, bes min tenê bêhna te be.(Beşek ji straneke min e.) Di nava asoyên hestiyariyê de, wê çaxê, ez romantîk im.… 

Ger jiyan bi nefesekê be, tu zanibe ew cara min e… (Beşek ji straneke min e.) heger we ji qutkirina rastiya jiyanê be, wê demê ez sûrrealîst im. Wê çaxê jî ez realist im, hestên min romantîk in û xeyalên min jî sûrrealîst in.

Bi ya min, muzîka Kurdî di nav xwe de dikele. Xebatên pêşketî û hunermendên hilberîner jî hene, lê her tişt hê jî navxweyî ye. Çima muzîsyenên Kurd xwe nagihînin astekî cîhanî?

 Di destpêkê de bêjim: Mebesta ji “asta cîhanî” çi ye? Bi rastî ez hin tê negihîştîme! Heger bê gotin ku di hunerê de lawazî heye, çima huner bi awayekî esasî nayê girtin? Temam e, ser çavan, lê li gorî min, tu kesek muzîka cîhanê çê nake ji ber ku tiştekî wisa pir ne mimkûn e. Ez wek stranbêjekî ku ji 50 salan vir ve bi mûzîkê re mijûl im, tewrekî (şêwe) wek muzîka cîhanê nabînim û nas jî nakim! Herkes li gorî çanda xwe, li gorî şêwaza jiyana xwe, muzîka xwe çê dike! Ji bo çi Kurd wek xelkê muzîkê çê bikin? Ji xwe ew jî xwe wek Kurdan çê nakin. We qet bihîstiye an jî dîtiye ku Pavarottî bi şêwaza  Şakiro bistirê? Herdû jî di heman salê de hatine dînyayê. Herdu jî ji vê cîhanê bûn, lê her duyan hevdu nas nedikirin; yan jî, Michael Jackson bi şêwaza koçeriya Amedê, çepkiya Serhedê, an bablekana Botanê bireqise? 

Di cîhanê de çanda Kurdan jî gelek kevnar e, bingehîn e û esas e. Lê belê Kurd wek xwe nehatiye zanîn. Divê beriya her tiştî, Kurd bibe Kurd di cîhanê de, wek xwe bikeve nav danûstandinan û were zanîn. Wê çaxê wek xelkê dinê digihêje asta cîhanî ! Mirov bi hewes û bi hewldana çanda kesên din, bala kesî nakişîne ser xwe. Di bin navê muzîka cîhanî an jî modern de, eger tu meqam û şêwaza kilam an jî straneka gelêrî biguherînî, kirasê xelkê lê bikî û jê re bêjî cîhanî an jî modern, ev ne rast e. 

Ev hewildan tenê dikeve xizmeta xelkê. Ez di warê teknîkî de, ji guhertin, pêşketin, nûjenkirinan re her dem rêz digirim. Lêbelê di çand û hunerê de, ez modernîzmê red dikim. Ji ber ku modernîzm bi hilweşandina reseniyê, nûjeniyê diafirîne. Çand û hunera resen esas e. Ji ber ku nasname ye, dema nasname were guhertin, mirov dibe yekî din, her wiha, ez di jiyana hunerî de tucarî xelkê ji me pêşketîtir nabînim! 

Tenê di warê teknîkî û derfetî de ji me pêşketîtir in. Ew jî gelek normal e, ji ber ku ew serbixwe ne, xwedî dewlet û derfet in. Ew, bê fikarên nasnameyî,  hunerî, û bê alîkariya sazî, komel û rêxistinan bi muzikê bazirganîyê dikin. Ji hestiyariyê dûr, bêhtir bi awayekî profesyonel muzîka xwe çê dikin. Bi sazî û dezgehên profesyonel ku her beş para xwe distîne, bi awayekî li ser milyonan dilîzin! Tenê ji me zêdetir popûler in û ji me bêhtir xwedî pere ne! Ne bi hunerî, lê xwedî dewlet in, xwedî îrade ne, xwedî pere ne û bi vî rengî civaka Kurd ne wekî civakên din yên cîhanê ne. 

Him axa Kurdan him jî jiyana Kurdan hatiye parçekirin. Lewma jî hêz, hêvî û ramanên Kurdan belawela ne. Ji bo ku em bi zimanê xwe distrên, xelk kêran di dilê me de diçikîne, tûka me di gewriya me de dimiçiqîne, hestên me di dilê me de difetisîne. Lewma jî di qada hunerê de, ew stranbêjên Kurd ên ku bi zimanê Erebî, Farsî û bi taybetî jî bi Tirkî distirên, ez ji tukesî re rêzê nagirim! Ji wan re li çepikan naxim. Heger gel jî bi biryar be û bi rêgezên netewî tevbigere divê ew jî vê yekê nepejirînin. Ji wan re li çepikan nexe û wan şûn neke. Ji ber ku ew ji bo ziman û çanda wan kesên ku sebata wan ji hebûna Kurdan re tune ye xizmet dikin. Kurdan teşwîqî guhdarkirina muzîka wan dikin. Huner nexşeya ragihandina şêwaza jiyana civakî ye ku babetek bingehîn e. Hema di serî de destnîşana nasnamê ye. Ziman e, xetûxêz û şêwazeke ji esasiyeta çandê ye. Lewma, hunera hunermend pêşengê civaka hunermend e. Hunermendên Kurd di hundirên xwe de, di binê kavil û xirbeyên dilên xwe de, ji hestên hêrîfandî hunerê diafirînin. (Ev hevok 20 sal berê jî min di gotûbêjekê de gotibû û îro dîsa di heman hestyariyê de me) Bê guman, muzîk û stranbêjî di qada hunerê de, li temamê cîhanê û di nava Kurdan de jî wek pîşeyek, bi awayekî profesyonel tê bikaranîn.

Ji bo zewqûmeşk, pere û berjewendiyên siyasî, herkes bi awayekî karê xwe dike, bê guman. Stranbêjên Kurd jî bêhtir cihê karê wan dawet in, lewma ji li wê derê pera qezenc dikin û pê debara xwe dikin. Piraniya hişmendiyê jî loma bûye şêwaza reqsê, ji fikarên hunerî dûr e bi piranî! Wekî min li jor gotibû: Li temamê cîhanê, hinkes ji bernameyên xwe bi milyonan, hin bi sedhezaran, hin bi dehhezaran qezenç dikin. Hin kes jî wek Hozan Aydın û hunermendên wek wî, di bin navê xizmeta çanda gelê bindest de, tenê huner diafirînin. Diçin çalakiyan, civînan û ji bo piştgirîyê li her qadê ne. Ji bo xercên çend roj rê û westandinê, ger 300, 500 an jî 1000 hatibe, ser çavan; tune be, dîsa ser çavan, tenê bila huner biherike! 

Aniha konserên stranbêjên Kurd jî çêdibin û bila çêbin, ev baş e. Min 33 sal berê ji saziyên me yên hunerî re digot: “Divê hunermendên Kurd li her deverên cîhanê konseran çê bikin, da ku bi konserên hunerî bala gelên din jî bikişînin ser çanda me.“ Nebû! Bila saziyên Kurd zêdetir bin, konseran wek xelkê zêdetir çê bikin. Him hunera Kurd di warê nasînê de bi rengê xwe, bi şêwaza xwe dewlementir bibe, him saziyên Kurd dewlementir bibin û him jî hunermendên Kurd dewlemend bibin. Bila bilêtên konserên hunermendên Kurd jî wek ên xelkê bi sedan û bi hezaran euro an jî dolar bin! Min bi xwe negotiye na!

Gelo dengbêjî êdî miriye an mîsyona xwe temam kiriye? Çima babet û berhemên bi vî rengî êdî nayên afirandin?

Dengbêjî, mayendeyek ji çanda Kurdî ye. Erê; çi bi şêkirandin û çi jî bê şêkirandin; her çiqas tenê jê xwarin hebe jî, heta Kurd hebe, dengbêjî tu caran namire ji ber ku ji reseniya kurdayetiyê wek koka dara çinarê bingeha çandê ye. Heta Kurd hebe, wê dengbêjî jî wek mîrateyeke çandî her mayende be. Carna ji bo jîndariyê ceribandinên av lê rijandinê hene. Lê belê bi giştî li ser navê lêzêdekirinê, di afirandina dengbêjiyê de gelek dem e ku ez dikarim bêjim çilmisiyeke mezin heye.

Çi bi zanî çi jî bi nezanî xîretek mezin ji bo zuhakirinê heye. Pir caran gelek xirab tê zuhakirin. Ew jî qaşo di bin navê “Muzîka cîhanî” û “Muzîka modern” de, bi hizra lêanîna şêweyeke nû, bi dînomînotî, bi teberatî, bi beredayîtiyeke nezanî pêk tê. Hin kes hene ku bê serûber fiskeyan davêjin, ewqas e, lê bi fiskeyan dara çinarê naşikê. Ji bo lêzêdekirina dengbêjiyê babet ewqas zêde ne ku heta jiyana Kurdan hebe, têrê dike; lê sed heyf û mixabin ku kopîkirina tiştên hazir zêdetir balê dikişîne. Dengbêjî ne tiştekî ew qas hêsan e. Dengxweşbûn, kubra şîrîn têrrnake. Pêdivî, berî her tiştî, bi cewherên hunerî heye. Bi naskirina civakê, çandê, ziman, siruştî û bi naskirina serpêhatiyên dîrokî heye ku karibe binirxîne, biximximîne û ragihîne. 

Mixabin, dikarim bêjim ku fikarên hunerî, têgihîştina nasnameya neteweyî û parastina jîndar-hiştina çanda civakî lawaz e. Bê guman wê roj were ku Kurd wê ji vê hişmendiya belawela bifilitin. Kurd wê bi ser xwe de werin, li heyiyên xwe xwedî derkevin û ekola dengbêjiyê jî wek perwerdegeheke bingehîn bimine. 

Hûn jî hunermendekî li dîasporayê ne. Çima heta niha dibistaneka we ya muzîkê tune ye? We û hunermendên wek we çima bîr û têgihîştinên xwe di sazîyên perwerdehiyê de bikar neanîn?

  Ji bo teknîka hunerê divê perwerdegehên muzîka Kurdî hebin. Kesên di vî warî de têgihîştî û dikarin mamostetiyê bikin, divê hewl bidin ku ji bo pêşeroja çand û muzîka Kurdî nifşên nû perwerde bikin. Bê guman, divê ev jî bi awayekî profesyonel û bi derfetên aram çê bibe. Ez bi xwe nikarim.  Him perwerdeya profesyonel a teknîka muzîkê ne karê min e û him jî dema min tune. Ji ber ku tiştên hunerî yên ku dixwazim bikim, hîna gelek ji wan nebûne. Ewqas tişt di dilê min de mane ku nayên jimartin.

Wekî din jî, ji ber xizmeta bi giştî neteweyî, derfetê me jî çênebûn ku bêhtir hunerê pêşkêş bikin. Ez bi xwe hîna jî bi çêkirin û pêşkêşkirina hunerê re mijûl im. 

Gelo hunermendên Kurd li hev xwedî derdikevin, di navbera wan de rêzgirtina ji bo fikrên cuda û hevgirtinek heye?

Ev 33 sal e ji welat dûr im. Li vê derê li hev xwedî derketinê bêhtir, ji bo kesên ku di nava rêxistinan de, bihevrebûnek heye. Di nava gel de bi hev re ne, di qada siyasetê de bi hev re ne, di tevgerên çandî û di çalakiyan de bi hev re ne. Lê wekî din mixabin, him bihevrebûn, him danûstandin û him jî li hev xwedî derketin gelek lawaz e. Tenê hin silavxêriyên bi dizî hene, ew qas. Zor mixabin, ev jî ne tevgereka hunerî û ne jî hunermendî ye.

Hunermendên me çîma nikarin bandorê li siyasetê bikin? Têgihîştinên entelektûelî di navbera siyaset û çandî de li cem me di çi rewşê de ne?

Kes nikare bibe mamosteyê dilê kesî. Kes nikare dîplomeyê bide dil û hestên kesî, bi perwerdeyê, bi dengxweşiyê, bi muzîkjeniyê û hwd. Kes nikare bibe hunermend. Hunermend wêrek e, çivok nîne. Alîgir e, rastgo ye, rastxêz e û rastsekn e. Lewma jî, ne tenê li cem me, di giştiya cîhanê de di nava tu pergaleke siyasî de, ji ber berjewendiyên çi şexsî û çi jî pergalî, ji bo hunermend hezkirineke jidil nîne. Bi raya min ji rastiya hunermend acizî tê kirin. 

Ji bo ku bandora hunermend li siyasetê bibe, divê li hunermend jî bê guhdarkirin. Kes ji nirxandin û rexnekirinê, eger bi rêzdarî be, gere acizîyê neke. Ji xwe hunermend bi edeb e, ku dema rexne bike, bi rêzdarî ye û heqaret nake. Ji gotin û dîtinên hunermend divê acizî nebe. Lê  mixabin siyaset û pergala siyasî ne wisa ye. Lewma jî bandora hunermend, li pergala siyasî nabe.

9-Gelo guhdar û şopînerên we rojekê Hozan Aydın bi berhemên rock, jazz an populer bibînin, dê çawa tevbigerin? Ma Hozan Aydın dikare van cureyan jî bide qebûlkirin?

 Ez xwe guhdarvanekî baş dibînim û asoya min a hunerî gelek fireh û aram e. Ji tu cureyên amûran û ji cureyên hunerî jî aciziya nakim. Lê bi awayekî xwezayî xwedî tewrekî me, wekî her hunermendî. Carinan ceribandinên min jî hene. Mînak, min di berhema xwe ya “Bêje” (2000) de strana xwe ya “Mişkê Kor” gotiye, dîsgotina stranê “Rep” e! Di berhemeka min a nû de jî, min ji bo zarokan stranek çêkiriye ku wê bi xêr derkeve, sê tewr e! 1- Muzîka zarokan 2- Tewrê gelêrî  û di ya 3an de jî Rep heye! Ger bi awayekî profesyonelî wekî pîşe û bazirganiyê bifikirim, bi tevî tecrubeyên xwe yên bêhtirî 50 salan, bi awayekî bi xwe bawer, dikarim gelek cureyên muzîkê çêbikim. 

Cihên hunermendî, stranbêjî, û muzîkjeniyê ji hev cuda ne. Her kes xwedî cihekî ye di nava civakê de. Civak deryayeke berfireh, kûr û bêserûbin e. Hizir, nêzîkatî, helwest û bertek cuda ne. Deryaya civakê him dikare bi helameya bi ser bixe, him dikare di nava pêlên xwe de bi nûwazeyekê, di hêlînekê taybet de hilbigire û hem jî dikare daqurtîne herî binî bixeniqîne! Îja, her kes li gorî dil, derûnî an jî  aqilê xwe, xwedî tercîhê ye. Ya Xwedê, (ya rast)  ez li tercîheke wisa qet nefikirîme. Min gelek caran û di bernameyên TVyê de jî gotiye: Ez li gorî daxwaz û xwestekê an jî li gorî bala guhdarvan û şopînerên muzîkal berhemê çê nakim! Ez hunermend im, pêşengekî ji çanda civaka xwe me. Li gorî dîtin, dil, nêzîkatî, helwest, bertek, hişmendî û nirxandinên min ên jiyanî, refleksên hestên min dikevin liv û tevgerê. Babetên cûrbecûr ji vê armoniyê diwelidin û bi awayekî xwezayî dibe hunera min ku ez bi stran radigihînim. Loma jî min gotiye “Stran Jiyan e”. 

Hozan Aydın, pêşerojê çawa dibîne? Di navbera rastî û xeyalan de, Kurdîstaneka çawa dixwaze?

Di rastiyê de, ez tevgera azadiyê berî her tiştî wek xîreta îmanê dibînim ku bi şêr û lehengan û bi gelek xwefedakirinên civakî, li hember dagirkerên Kurdistanê wekî pola sekinî û qasî nîv sedsalî şer kir. Gelek baş gihîşt asta xwebûna Kurd û bi ser ket. Hê jî bi şewitandina çekan, bi qedirşînasiyeke bêhempa jiyana mirovatiyê ji her tiştî pîroztir digire û derdixe asta herî bilind ku hêza xwe ya jidil, derûnî, bawerî û her wiha zanistî radixe ber çavan! 

Dagirkerên ser axa me di vî şerî de tu carî nebûn camêr! Bi bêbextî û bi derfetên teknîkê şer kirin! Zor mixabin ku bêbextiyên navxweyî jî, li ser rêya azadiyê ve wekî kelem mane û bûne sedema derengîya azadî û serxwebûna Kurdistanê. 

Ev rastîyek e! 

Lê ez her bi hêvî me ku wê Kurdistan bibe dewlet, ku min stran jî çêkiriye: “Bes e Kurdo, Divê Dewlet be Kurdistan” lê ne wekî dewletên xelkên dagirker bibin bela serê mirovahiyê. Ji dil, derûnî û baweriya min, xeyala dewleta Kurdistanê lawaz nebûye. 

Bi vê bîr û baweriyê silav, rêz û hezkirin.

 

İlginizi Çekebilir

Lahey’de seçim öncesi gerginlik: Göçmen karşıtları terör estirdi
Kürdistan Bölgesi’nde 2025-2026 Eğitim-Öğretim Yılı başladı

Öne Çıkanlar